بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rîsala Aborîyê (Beşa II.)

NUQTEYA SÊYEMÎN

Di nuqta derbasbûyî de, me got ‘hêza tahmê dergevan e’. Belê, ji bo ê di gafletê de û ji bo kesên pêşketina rûhî nekirina û mirovên ji karbendîya spasdarîye dûr mane hêza tahmê dêrîvaneke. Ji bo xatirê tahmxweşîye îsrafkirin û deh qat zêde biha dayîn nepêwist e.

Lê belê, hêza tahmkirinê ya xwedîye spasdarîya rast û xwedîye rastîye û xwedîyê dil mîna ku di pêyva şeşan de hatîye şîrovekirin, hêza tahmê di aşxana rahmeta îlahî de mîna lênerek û mûfetişeke. Biqasî wa hêzên tahmê pîvanok ji bo ku nîmetê îlahî bipîvênin û ji bo ku nasbikin, bi awayekî spasdarîyeke manêwî nûçeye digihijênê beden û aşik. Bi vî awayî hêza tahmê bitenê li laşê maddî nameyzênê. Bi awaya ku li dil, reh û hiş/aqil dimeyzêne ji aşik behtir makam û fermandarîya wê heye. Bi mercên ku îsrafê nekê û tenê vatînîya spasdarîye bênêcîh û cûrên dayînên îlahî hisbikê û bimercê naskirinê û bimeşrûbûnê û bi mercên ku nebê sedema parsektîye, mirov dikarê şopa lezzetê bimeşînê. Û ji bo ku spasdarîya xwe bênê ziman bi hêza tahmê dikarê tiştê lezîz bikarbînê. Li ser vê rastîye bûyerekê keramet-î Xewsîye;

Demekê dibin perverdekirina Hazretî Xewsî Ezzam Şex Geylanî (k.s) kurekî jinek e nazik û pîr hebû. Ew pîrê diçê li hicra kurê xwe dimeyzênê, dibînê ku qetek nanê ziwa û reş li ber kurê wê ye. Ji vê tinebûnê şefqata dayika kurik pêktê. Dilê wê pê dişexitê. Duvre ji bo gazinên xwe bikê diçê bal Hazretî Xews. Dibînê ku mirîşke ke biraştî li ber Hazretî Xews e û dixwê. Ji dilnermîya dibêjê: ‘ya seyda, kurê min ji birçîbûna dimirê, ti li vir mirişka biraştî dixwe.’ Hazretî Xews ji mirîşkê re dibêjê: ‘qumbiiznillah (Bi destûra Ellah rabe serxwe) (Gôtineke Erebîye)’ hestûye wê mirişka biraştî komdibin û dibê mirîşk ji nav sênîye xwe tavêjê derve. Ev keramet ji kesên ku bawerî biwa tê weke kerameteke Hazretî Xews bi tewatûreke manêwî hatiye rîvayetkirin. Hazretî Xews gotîye: ‘kengî kurê te gihaşte vê derecê, wê demê ew jî berbê mirîşkê biraştî bixwe.’

Wateya fermana Hazretî Xews eve: çi wext rihê kurê te li laşê wî, dilê kurê te li nefsa wî, hişê kurê te li aşikê wî xwedî derkevê û tahma ji bo spasdarîye bixwazê, wê deme kurê te dikarê tiştê xweş û lezîz bixwe.

Rîsala Aborîye | Weşanên Zanîngeh | 2010 | zaningeh.net

Dilazad ART | [email protected] | Lêkolîner

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.