بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Pîroz be Radyoya KurdFM dest bi weşana zindî kir

Em wek redaksyona Newroz.Com Radyoya KurdFM bi dilxweşî pîroz dikin ku êdî bi weşana Zindî despê kirin e.

Piştî salekê KurdFM roja 2 yê sibata 2011 ê dest bi bernameya xwe ya zindî dike.

Radyoya Kurdî KurdFM piştî hewldan û xebatekî demdirêj êdî bi hemî amadeyiyên xwe ve ji bo xizmeta gelê Kurd amadeye. Bi karmendên xwe yê jîr û jêhatî, bi çavkaniyên xwe yên dewlemend û bi rêk û rêbaza xwe ya Kurdewarî roja 2 yê Sibata 2011 ê bi awayekî fermî dest bi bernameyên xwe yên zindî dike. Her çend ji bo destpêkirina bernameyên zindî gelik caran nûçe belav bûn û ji bo vê yekê jî şeva sersalê Konserekî Kurdewarî hate lidarxistin jî , KurdFm amadeyiyên xwe qedandin û roja 2 yê meha dûya dest bi bernameyên xwe yên zindî dike.

KurdFM bi van karmend û xebatkaran dest bi karê xwe dike.

Di navenda radyo û stûdio de; Ciwan Zagros ([email protected]), Cuma Genc([email protected])

Li siwîsre herêma derdorê Zurich ê : Evîn Bagog([email protected])

Li Siwîsre aliyê Lozanê : Selahedin Bayezîdî ([email protected])

Li Amedê : Jiyara Ahmet([email protected])

Li Dihokê : Azad Azadî ([email protected])

Ev karmendên KurdFM hertim dê bo gûhdarên KurdFM bernameyan amade bikin.

KurdFM bi bernameyên xwe yên cûrbecûr û dewlemend ve dê hertim xwe pêş bixe, bi taybet karên kurdewarî, çalekî û pêşketinan dê bi rêka KurdFM bighîne çerdorê cîhanê.

Bernameya Heftiya yekem ya KurdFM

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.