بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Pêsangeha pirtûkan ya navnetewî 2011-Encam

Encama pêşangeha Navnetewî ya 2011 an ya li bajarê Elmanya Frankfurtê.

Pêşangeha pirtûkan ya Frankfurt ê ya Navnetewî çiye? (Frankfurt Buchmesse)
Pêşangeha pirtûkan, pêşangeha herî mezin ya pirtûkan ya cîhanî ye. Her sal li bajarê Elmanya Frankfurtê li ciyê pêşangehan tête lidarxistin. Di pêşangeha Frankfurtê de ji sedî zêdetir welat beşdar dibin û bi hezaran sazî,dezgeh û weşanxaneyên wejeyê beşdar dibin. Her sal ji 100 hezarî bêhtir karmendên van saziyan û ji 200 hezarî bêhtir mêvan beşdarî pêşangehê dibin.
Amadeyiyên pêşangehê salekê berdewam dikin û berî bi 6 mehan her sazî û dezgeh li gorî pêdivî û mebestên xwe civanan ji kes û saziyên dîtir dixwazin, tevayî amadeyî ji bo na wan 5 rojên pêşangehê tene kirin.
Di pêşangehê de panel, semîner û civîn têne lidarxistin, hevdîtinên di navbera weşanxane an jî nivîseran de têne pêkanîn, mafên pirtûkan ji bo çapxane an jî saziyên welatên dîtir têne dayîn.
Mebesta serekî ewe ku nivîs û wêjeya her welat û nivîserekî ji bo welat û xwendekarên welatên dîtir bête vegûheztin.
Di pêşangeha pirtûkan ya navnetewî de her sal welatek wekî mêvane payebilind tête diyarkirin û ciyê herî zêde û mezin bo wî welatê tête dayîn.
Pêşangeha 2011 ê

Îsal (2011) ê nêzîkî 7500 î sazî , derdorê 150.000 î karmend , nêzîkî 250.000 î mêvan beşdarî pêşangehê bû.
Di pêşangeha ev sal de, bi navê Kurdan 4 cî hebûn. 1.Hêvî Group-Rûdaw-Hawarnet,( Beşa 5.1) 2.Ciyê Başûrê Kurdistan(Beşa 5.0), 3.Weşanên Mezopotamya (Beşa 3.1), 4.Weşanên Bedirxan-Komeleya Kulturî ya Kurd û Elman Mannheim (Beşa 5.0)
Hejmara karmendên van saziyên Kurdî : 20-25
Hejmara nivîskarên ku hatî pêşangehê : nêzîkî 10-12
Hejmara mêvanên Kurd ku serdana pêşangehê kirî: 60 heta 100 kesî
Hejmara kesên ku serdana ciyê Kurdan kirî yên biyanî : 400-600 kesî

Beşdarbûna Hêvî Group
Li gorî azmûna xwe ya 7 salan ya pêşangeha pirtûkan Hêvî Group biryar da ku beşdarî pêşangeha pirtûkan ya Navnetewî ya Frankfurtê bibe. Ji ber ku hersal pêşangeha pirtûkan ji bo herkesî sûddar û başe lê bo me Kurdan her çend hettanî neha beşdarbûn hebe û kar hebe jî li gorî wêje,çand û çonayetiya me Kurdan ewqas jî berhemdar nebû.
ji ber vê yekî Hêvî Group biryar da ku îsal beşdarî pêşangehê bibin, pirtûk, nivîskar û weşanxanê Kurdî bidin nasîn. Di vê navberê de peywendî li gel Hawarnet û Rûdawê hate çêkirin. Van saziyên mezin yên Kurd, Koma Medya ya Kurdî Hawar Kurdistan Media Group bi navê Hawarnet, Govara heftename Rûdaw jî bi navê xwe bi Hêvî Group re di nava hevkariyê de biryar dan ku beşdarî pêşangehê bibin.

Ev hersê Kom an jî saziyên Kurdî yên zehmetkêş bi derfetên xwe yê pareyî û berhemên di destê wan de beşdarî pêşangehê bûn.

Di bernameya Hêvî Group-Hawarnet-Rûdaw de hebû ku berî her tiştî giringiya medya û wêjeya Kurdî, nivîs û nivîskariya Kurdî bi Kurdan û biyaniyan bidin nasîn û bidin zanîn. Di vê çarçoweyê de amadeyî hatin kirin. Nivîskarên Kurd, Helîm Yusiv, Jan Dost, Firat Cewerî, hunermendê Kurd Nîzamettîn Arîç hatin vexwendin. Bê gûman bername ew bû ku nêzîkî 20 nivîskarên Kurd bêne vexwendin lê mixabin ji bo berhevbûn û civîna evqas nivîskar pêdivî bi derfetekî zêde yê pareyî hebane ji ber ku bajarê Frankfurt dûrî gelek nivîskaran e, ji bo karekî wisan pêdivî bi derfetekî baştir hebû.
Çend roj berî pêşangehê nivîskar Firat Cewerî hatina xwe da rawestandin ji ber wê yekê jî di bernameya Hêvî Group ya pêşangehê de ciyê xwe negirt.

12.10.2011 ê pêşangehê bi awayekî fermî dest pê kir. Li ciyê Hêvî Group-Hawarnet-Rûdaw ê li herdû aliyên cî Alayên Kurdistanê yên mezin hatine vekirin, neqşa Kurdistanê jî di nav cî de hate bicîkirin. Wekî dîtir gelek pirtûkên Kurdî piranî ji weşanxaneya APEC, LÎS, AVESTA, ARAM, VATE, HAN û gelik pirtûk ji weşanxaneyên dîtir hatin bicîkirin. Govara Rûdaw jî bi neqş û remzên Kurdî, bi hejmara xwe ya nû û hejmarên kevin pêşangeha xwe pêşkeş kirin.
Ji bo mêvan û serlêderên pêşangeha Hêvî Group-Rûdaw û Hawarnetê, Govara Rûdaw hejmara xwe ya dawî wekî diyarî da mêvanan, Hêvî Gorup jî cilên ser (t-shirt) yên KurdFM, carcaran pirtûk carcaran jî cd yên Kurdî diyarî dane mêvanan.
Koma Hêvî Group û Hawarnet bi koma xwe; Agirî Soran, Eyub Demir, Cotyar, Cuma Genc, Ciwan Zagros, Îsa Alakîr ve karê xwe amade kirin û bi rêve birin. Rêvebirên Hêvî Group; Hevî Ernas û Hawar Salîh ji ber sedemên teknîkî ne karîn beşdarî pêşangehê bibin.

Rûdaw bi koma xwe: Mistefa Shefiq, Mansour Sedghi, Hêmin Ebdullah, Mistefa Chwartay, Hamdullah Yumlu, Nasredin Akyol ve beşdarî pêşangehê bûn.

Mêvanê yekem yê pêşangeha Hêvî Group, Rêvebirê giştî yê pirtûkxane û weşanxaneyên tirkiyê Onur Bilge Kula bû. Rêvebirê tirkî li gel Rêvebirê giştî yê Hêvî Group Agirî Soran nêzîkî nîv demhijmêrê giftû go kirin. Li ser helwestê Tirkiyê li himber çanda Kurdî, hetanî neha nêzîkatiyên çewt û nêzîkatiyên ku xisarê didin çanda Kurdî, wêjevaniya Kurdî û gelik mijarên dîtir yên çandî giftû go hate kirin. Rêvebirê Tirkî pirsiyara melayê cizîrî kir. Çend rêz ji vê giftû goyê;
Rêvebirê Tirk Onur bilge Kula: Gelo hun Melayê Cizîrî çawan dibînin? Kesekî çawane? Kurd bi çi awayî lê dinêrin?
Rêvebirê Hêvî Group: Melayê Cizîrî ji bo me Kurdan Fîlozofe ke, em Melayê Cizîrî tenê wekî şaîr û helbestvan an jî nivîser nagrine dest, Melayê Cizîrî bi tasavufa xwe û kurayiya hizir û ramanê xwe, şêwirmendî û hişmendiya xwe di dema xwe de ronahiya rewşenbîr û şairên rojhilata navîn bû. Ji ber vê yekê ji bo me gelek giringe.

Rêvebirê Tirk: Destnivîsa Dîwana Melayê Cizîrî di arşîva me de ye, me destana Mem û Zîn çap kir, em dixwazin ku dîwana Melayê Cizîrî jî çap bikin.

Rêvebirê Hêvî Group: Başe di çapkirina Mem û Zîn de hun bi astengiyan ve nehatine rûbirû?

Rêvebirê Tirk: Ji bo ku em çap nekin belgenameyên gelik berfireh derketin pêş me lê evana ji bo ku em çap nekin nebûne sedem.

Rêvebirê Hêvî Group Dîwana Melayê Cizîrî ya di pêşangeha xwe de diyarî da Rêvebirê Pirtûkxane û weşanxaneyê Tirkiyê.
Di roja destpêkê û rojên dîtir de gelik kesên nivîskar û karmend bûne mêvanê pêşangeha Kurdî. Di nava pênc rojên pêşangehê de, Nûnerê wezareta Rewşenbîrî û Lawan yê Kurdistanê birêz Muhsîn Osman, Mamosteyê Zankoya Bexda birêz Doktor Adil Germiyanî, berpirsiyarê Weşanxana Bedirxan birêz Hemîd, Berpirsê Kurdistan 21 birêz Mumtaz Herîrî, Karmend û Admînîstratorê EDV birêz Basein Maulud, Serokê yekîtiya Nivîskarên Tirkiyê (PEN) birêz Tarik Gûnersel, Kurdistan TV bi rêka birêz Zinar Shîno, Rêvebirê NAVEND (Zentrum fûr Kurdische Studien e.V) birêz Metin Incesu, Siyasetmedarê Kurd ku di partiya Elmanan DIE LINKE de ciyê xwe digre Giyasettin Sayan, Hunermendê Kurd Behcet Yahya, Nivîskar Bextiyar Elî, Nivîskarê Kurd birêz Helîm Yusiv(Mêvanê vexwendî yê hêvî group), Nivîskarê Kurd birêz Jan Dost (Mêvanê vexwendî yê hêvî group), Hunermendê Kurd birêz Nîzamettîn Arîç(Mêvanê vexwendî yê hêvî group), Nivîskarê Kurd birêz Zeynel Abidîn (Bi pirtûkên xwe ve bi hêvî Group ve karên xwe pêşkeş kirin), Nivîskar û helbestvan Perwîz Cîhanî, Nivîskar û wergêr Mehmet Gultekin, Nivîskarê Kurd Mîr Qasimlo, Nivîskar û siyasetmedar û parêzerê Kurd Serhat Bucak, Hunermendê Kurd Hejar Temo, Mamoste û Nivîskarê Kurd Fêrgîn Melik Aykoç û hîna gelik nivîskar, karmend û kesên navdar yên Elman û biyanî serdana pêşangeha Hêvî Group-Hawarnet û Rûdawê kirin.
Roja dawî, Nivîskar Helîm Yusiv, Jan Dost, Perwîz Cîhanî, Fêrgîn Melîk Aykoç xwe ji bo mêvanên amade, xwe dane nasîn û pirtûkên xwe karên xwe yê nû dane zanîn. Hunermendê Kurd Nîzamettîn Ariç jî Albûma xwe ya dawî ya bi navê Azadî ji bo mêvanan da nasîn û bi wajoya xwe belavj kir. Di heman demê de nivîskaran jî berhemên xwe bi wajoyên xwe ve dane mêvanan.
Dawiya pêşangehê Rêvebirên pêşangehanên Kurd, Yên Hêvî Group, Rûdaw, Weşanên Bedirxan, Berpirsiyarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan yê Kurdistanê, Rêvebirê Weşanên Mezopotamya li hev civiyan û pêşengah û rewşa xwe şirove kirin. Berî her tiştî bi hevbeşiya beşdarvanan ve hate diyarkirin ku bi vî rengî belavbûn û parçebûna pêşangehên Kurd ji bo kurdan ne rewşekî başe û ji bo karên Kurdewarî rewşekî xirabe. Him mêvan him karmendên pêşangehên Kurd ev rexne û nêrîn bi her rengî diyar kirin. Di civîna van koman de hate diyarkirin ku berî hertiştî di pêşangeha sala 2012 ê de divê ku Kurd an di bin yek sîberê de an jî li cem hevdû bin. Him ji bo ku mêvanên Kurd karibin her tiştê Kurdî li ciyekî bibînin û karibin yekser xwe bighînin pêşangehên Kurdan him jî ji bo ku ciyekî baş di pêşangehê de bête girtin da ku di salên dahatî de dewrekî baştir bête leyistin pêdiviya li cem hevbûnê an jî yekbûnê hate diyarkirin. Berpirsiyarên Rûdaw û Hêvî Groupê vekirî dane diyarkirin ku eger Hikumeta Kurdistanê û Mezopotamya serkêşiya komên Kurdî nekin û ji bo ku bênecem hev hewl nedin û biryar nedin ewana dê bi derfetên xwe û bi çend kom û weşanxaneyên Kurdî ve ji bo sala nû ciyekî mezintir û baştir bigrin û bi awayekî gelekî berfirehtir beşdarî pêşangeha navwelatî bibin. Ji ber vê yekê jî hetanî dawiya vê salê divê ku Wezareta Rewşenbîrî û Lawan ya herêma Kurdistanê biryara xwe an jî nêrîna xwe di warê pêşangehê de ji bo van komên dîtir û çapemeniyê bide diyarkirin. Di heman demê de Weşanên Mezopotamya jî divê ku ji bo beşdarbûna nav komên Kurdî an jî li cemhevbûnê biryara xwe bide diyarkirin, eger na Hêvî Group bi Rûdawê, Weşanên Han, Hawarnet û gelik komên dîtir ve di sala nû de dê bi awayekî xurttir beşdarî pêşangeha Navnetewî bibin.
Di Dawî de Hêvî Group diyar kir ku heman wekî Rêvebirên giştî yên pêşangeha Frankfurtê ewan jî ji roja destpêkê roja yekem ve dest bi amadeyiyên sala bêt kirin û ji neha ve çavlirêyî sazî, nivîskar û dezgehên Kurdî ne da ku pêkve beşdarî pêşangehê bibin. Berî her tiştî bang kirin ku weşanxane û nivîskar mafên pirtûkên xwe amade bikin ji bo firoştinê da ku ew karibin di vê pêşangehê de pirtûkên Kurdî pêşkêşî welat û weşanxaneyê biyanî bikin da ku bi zimanên dîtir jî bêne weşandin.
17.10.2011
Hêvî Group

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.