بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Mala zimanê me yê wêran – 5 - Ber bi yekgirtina zimanê kurdî

Bedran Ehmed Hebîb -
Engawte: “musab”. Bo nimûne: “Çon nenalê em dile engawteye?” şî’rê Hêmin e. “Jimarey engawtan lew têksirewandine da çend bû? Çend kes hatine engawtin?” Engawtin “îsabe”ya erebî ye. Divê li şûna “asabahû” bêjin engawtî, engwanî kesek, “îsabetîhî”. “Engwanî be gûley wêl, yan engwanî bi derdêkî kujek”. Nabe em bêjin “engawtebûnî” . Kurdan berê gotine “Be tîrî dujmin engwawe”. Dibêjin: Engawtim yanê lê min birîndar kirin. Memengêwe (min birîndar neke) bi erebî “latusîbnî”. Memengêwe wek memaxêwe ye. Di forlklorê de tê gotin: “Besim çawan lê bibizêwe (qirpandin,niqandin), min birîndarim mamaxêwe”. Di kurmanciya jorîn de dibêjin “hingavtin”. Bi çavan hingavtî. Nîşanengêw bi erebî “hedaf” e.

Di nivîsa kurdî de dibêjin “filan kes yan tiş, zedey destî ewe û ewe ye”. Diyar e ku “zede” farsî ye, divê li şûna zede em bêjin engwaw. Di kurdî de “engutin” jî heye, yanê derkevtin, derkevtina roj, hêyv û stêrk, bi erebî “tulû’a elfecîr”. Nalî dibêje, “Nesîm engut û şew raburd, nergis her le xewdaye”. “Mang (hêyv) engût, roj engût, ester engûtin, çawî yarim engûtin.”

Awezke: bi erebî “aqliye” ji awez û paşgirê “ke” pêk hatiye. Awez di kurdî de ev sî sal in bo “aqil” tê bikaranîn. Lê gelo awez çawa pêk hatiye? Ku “aw” e û paşgirek çûye ser. Her wek “awis” ku giyandar e û awper bûye, yan “awezê” kaniyek e biharan av jê derdikeve. “Awêje” aw+paşgirek e, “aweniya” aw+paşgirek e, ku herdu jî zevî û şinayiya ber avê ne. “Awî” paşgirê “î” çûye ser. “Awêz” jî aw û paşgirekî pêk hatiye. Peyv cara ewilîn ji aliyê Şukur Mistefa ve hate bikaranîn. Em dikarin bêjin berawez “maqûl” wek berhest “mehsûs”. “Berdeng” kesê ku bang bike ye, “berdest” tiştê li ber dest e, wek bêje muamleya berdest yan “çît le berdest da ye bo nusîn”. Di dezgehên mîrî de bo “Firaş” jî berdest tê bikaranîn, lê çewt e.Bi ya min “berdeng” baştir e ku tê dengê daxwazê, mêrik giyanliber e, berdestê çi? Di kurdiya bakur de ji bo “ natiq resmî” dibêjin “berdevk” ku çewtiyke diyar e, berdevk û berdeng li hev diçin û tên dengê daxwazê, daxwaz û dengê wan nîne. Ber+dev+paşgirê k. Bêguman ku berdevk bo “fîraş” baştir e ne ku bo witebêj (gotebêj).

Awejî: giyanliberê ku di avê de bijî, “heywan mayî” . Awejî bo pêçewane(berevajî) û ‘eks’ê jî tê gotin. Di axaftina silêmanî de dibe awejû. Li hin cihên din jî dibêjin: vajî (badînan), berewaj (Hewlêr). Awejû ji ya hemûyan baştir e bo nivîsîna kurdî û baştir e kurdên bakur jî bi kar bînin. Awejû jî her ji avê hatiye, dema ku wêne di avê de berevajî dibe.

Aweleme: “cenîn”, zarokê ku di pizdana dayîkê de nû pêk hatiye, hêj av e. Piz “cenîn”, pizdan “rehim” e, aweleme qonaxa piştî piz’ê ye. Korpe zarokê sawa ye. Ev peyv bi awayê mentiqî bên rêzkirin, dîmenekî serdemiyane didin zimanê kurdî. Ya ku niha heye ajawe ye. Pisman “pizman” kurê mam (ap) e, her ji piz’ê hatiye.

Awgele: “muxterîb” Awgelebûna mirov ji civaka xwe”. “Awekî” jî her tê heman wateyê. “Havîbûn” di kurmanciya jorîn de heye, divê di bingehê de “avîbûn”. Di kurdî de dengên “e” û “w” bûne sedema serêşiyeke mezin, hasan-asan, hewraz-evraz, erê-herê, êsk-hêsk û hwd. Havîbûn di kurmanciya jêrîn de “awîbûn” e. Bingeha vê peyvê ev e: Hindek car pez ji kerî vediqete û bêyî çavlêbûna şivan diçe ser kanî û çemê, bi cih dimîne û bûyerke nexweş tê serê wî pezî. Bav û bapîrên me gotine “bizina awekî yan gurg dixwe yan diz dibe”. “ Her wiha dibêjin “bizina awgele yan gurg …”

Awreg (xwêdan): Areq: “Be awregî nav çewan bijî, awreg be leşî da hate xwarewe”. Awregî navçewan: “areq el cebîn”, reg demar e.

Awedankarî: “Îmar”. Ev ji radera(master) “ awedankirinewe” baştir e, bo nav. Wezareta Awedankarî, baştir e. Em bûma mine bêyî kirdinewe, kiriba Wezareta Awedanî.

Awaze: nexme, enxam. Dibêje: “Be awazey kon dejenê”. Awaz jî her têkilî bi av û dengê avê re heye.

Agirwekujênî: “Îtfa el heraîq”, “ dezgay agirwekujênî”, navekî xweşik e. Dibêjin agirkujandinewe, ku ew karek e û bo navê damûdezga nagunce, wek me berê di peyva “awedankirine” de got. Paşgirê “ewe” bê pêş, baştir e ji ber ku cihê paşgirekî din dibe.

Alozî: taqîd. “ Aloziyên jinan, aloziyên kêşeya siyasî ya kurd di Rohilata Navîn de”. Aloz: muaqed. Wek karê aloz, derûnê aloz. Aloskan: Alozbûn. Bo nimûne “Aloska kêşeyên navxwe li Iraqê dê bi çûna Amerîkayê zêdetir bibin”. Aloskan rastir e ji alozbûn.

Awarte: “ tarîa el îstîsna” Di kurmanciya jêrîn de “helawarde” heye lê awarte kurtir e û kurdên bakur bi kar tînin. Ez ne şaşbim peyveke zazakî ye. “Helûmercî awarte, helûmercên awarte”. Divê awarte her “hawêrde” be ku tê wateya tiştê ku ji piraniya xwe hatibe cudakirin. Bo nimûne hawêrkirina berx û mihan ji hev. Mirov dikare hawêrde bo “şaz” a erebî bi kar bîne.

Ardû: sotemenî. Di kurdî de jê re “agirdû” jî dibêjin, herdu jî ji sotemenî baştir in ku sotemenî çêkiriye û ji erebî hatiye wergirtin. Ardû kurdiya petî ye. Min li vir bo niyazeke din wek nimûne anî, ardûn yan agirdû ji “agir û dû” hatiye. Dû jî dûkel e. Wek tê dîtin “û” ya têkiliyê di nav ar û dû de nemaye. Ev awayekî peyvsaziya resen e di kurdî de, wek barbû, karbar: di kurmanciya jorîn de li şûna karûbar dibêjin karbar, daybab: ji day û bab hatiye ku tê wateya “parents, el ebewey”, xurewşt: di navbera xu û rewşt de û nemaye. Dawdezga, dawnerît. Li ser vî esasî divê em binivîsin: bîrboçûn, tundtîjî, xanubere

Obal: zimme. Folklor dibêje: “Obal be estom ciwanî”. Obal ji “webal” a erebî nehatiye, şeş tênegihin. Reng e ya wan ji ya me çûbe. Obal yanê bal (bask) , balê balinde û balê mirovî ku balê mirovî mile(pî) wî ye. Dibêjin “kabra tenya bal e, balim şikawe, obalim bi estot(stûyê te), balim kewtibête gerdenit”. Kesek ku dest yan milê xwe dixe ser gerdanê yekekî din, bo jê belênwergirtin e. “Obalim be estot” yanê di zîmeta te de bim.

Biencamdan, biencamgihandin: “încaz eda” Nabe mirov binivîsîne encamdan. Encamdan ew e ku tu encamek bide kesekî ne ku encam bide yanê cîbicî bike. Ev “be(bi) bo gelek cihan pêwîst e. Dinivîsin “yadkirdinewe” ev şaş e. Awayê wê ya rast “beyadkirdinewe” ye. Elî Merdan dibêje. “Beyadim ke, beyadim ke”, folklor dibêje, “bextî xom û yaekem betaqî dekemewe”. Betaqîkirdinewe (ceribandin), bi taq kirdinewe, yanê tak tak kirin û cudakirina tiştan ji hev. Taqîkirin ji erebî nehatiye. Kurdan berê digotin “cejnit bepîroz bê”, ku ji ya niha tê gotin kurdanetir e.

Bizaw: “hereket”. Berê digotin bizûtnewe. Bizûtnewe “hereket” nîne, bizûtnewe “tehereke” e û bo nav nabe. Bizûtnewey Îslamî navekî şaş e. Her weha nabê mirov bêje Bizûtnewey Rizgarîxwazî Kurdistan, divê em bêjin bizawî … hwd. Çend sal berê bo cara yekê min ev peyv bi kar anî. Di deqeke folklorî de “Banê bizawan” ketibû ber çavê min, ez na şaş bim “Xanzad û Leşkerî” bû ku Mihemed Tofîq berhev kiriye. Min bizav nekiribû bizaw, herçende ev jî asayî ye ji ber ku dengê “v” (çav, av, nav, hinav … ) di kurmanciya jêrîn de dibe “w”.

Bêzandin (red): nebiz. Bêzandinî tundtîjî: nebiz el unîf. Di straneke kurdî de tê gotin: “dinyam leber debêzê”, deybêzênim, yanê rika min jê tê. Kabra tundtîjî debêzê: “yenbuz el unîf” yan “yenfur minhû” . Bêzandin di wateya xwe ya veşartî de nêzîkayiyek heye digel “nebiz”a erebî, bo bo wateyê yek û yek e. Bêzraw di axaftina kurdî de “menbûz” e, yanê kesê ku kes hez nake wî bibîne.

Barî dasepaw: amir waq’. Sepandina (ferzkirin) mercan: “ferz şurût” Sepan pêşgirê “da” wergirtiye û wateya wê guheriye. Peyvên bi vî rengî divê di kurdî de pûte pê bê dayîn û herkes bi kar bîne.

Bepaşdanewe: “red”. Red el tuhem: bepaşdanewey tometan. Bepaşdanewe baştir e ji redkirdinewe û redanewe. Peyveke kurdiya petî ya ser zarê kurdan bûye û ne çêkirî û destkir e.

Binawanro: usulî. Bizawekî binawanroy (fundamentalist) larêgir (radîkal) : hereke usuliye mutaterîte. Binawanro wek awero, tancero, digel tevna kurdî de gelekî guncaw e. Li ser heman kêş (vezn) : netewero “el teyar el qewmî”. Mirov dikare bêje neteweroyî di bizava siyasî ya erebî de. Binawangir:”selefî”. Binawwangir wek lapergir e ku ez lapergir bo “munezil” bi kar tînim û kurdiya resen e.

Berhelst :muariz. Em ji opozîsyonê baştir e ku pir tê bikaranîn. Bêşik peyva xwemalî bo têgihiştinê hêsantir e ji peyvên biyanî. Çi hincetek nîne bo bikaranîna peyvên biyanî, eger di zimanê te de hebe. Gelên wek turk û fars ku zimanê wan tije peyvên hev û erebî ye, dibêjin zû ve dewletê wan hebûye û zimanê wan di dewletdariyê de bi kar hatiye, wê demê wan zimanê xwe ji peyvên biyanî neparastiye heya bigire şanazî bi têkeliya zimên kirine. Paşî bo xawênkirina zimanên xwe, dset bi danîna dezgeh û saziyan kirin, pare ternan kirin, niha jî dom dikin. Kurd berevajiya dinyayê dike. Berhelst û berhelistî yanê opozît û opozîşin “muariz û muareze”, berhelstkar û berhelstkarî şaş in. Jixwe di peyvê de kar heye “kar”ekî zêde navê.

Berşew: “aşiye”. Bi navbera berşev û parşevekê de: “bîn eşiyetîn we zûhaha”. Di nivîsekê de tê gotin, “Berşewê bot dekujimewe kelê parşewê bot dekujimewe beranî.”

Bareber: bi erebî hamal. Qanih dibêje: “Daîm bareber axa û mam kwêxam”. Di nivîsîna kurdî de dibêjin “barhelgir”(barhilgir) ku piçek giran e, deskir e jî. Berhelgir dibe, lê zêdetir bo “şahin” digunce ne ku hamal. Kurdan ji berê ve gotine “barî û siwarî”. Çarewêy bareger: merkebe yan acele lil hemil. Çarewêy (seyyare-wesayit) siwarî: acelet neqil el rukab. Di nivîsîna kurdî de li şûna rukab dibêjin sernişîn. Sernişîn di kurdî de nîne, bo guhê min wateya temam jî nade. Kurdan her gotine siwar. Siwar “rukab “ e, îca çi siwarî hesp yan balefir. Çend sal berê min nivîseke polîsê hatûçûyê dît, nivîsanbibûn: “Wajoy(îmze) xawenî siwaro”. Siwaro bo “merkebe, acele, seyare” nabe. “O” ya di “siwaro” de amêrê bangkirinê ye, wek di lawikê de dibêje: “Lêlê siwaro tu were mala me carekî…” . “Siware” jî nabe ji ber ku siware yanê “rakib”. Dibêjin “siware û piyade”. Divê em ji îro û pê de bo “wajo(îmze)” jî binivîsin “xawenî çarewê. Bi rastî ez nizanim ka wajo ji çi hatiye, bêşik tiştekî bêmane ye. “waj” wek min berê jî gotibû “wajî, berewaj, vajî û berawejû, awejû”e, bi wateya pêçanewe (berevajî). “o” yeke bêmane çûye ser. Wajo, çi wateyekî ku nêzîkî morkirina tiliyan be, nade, ne îmze ye jî, têkdana ziman e.

Em niha bên ser peyva “çarewê” , çarewê, li hindek navçeyan reng e li ba Cafetî û Germiyan zêdetir be, tê bikaranîn ku deq û deq “merkeb” a erebî ye. Ereban berê ji guhdirêjan (ker) re gotine “merkeb el salihîn” . Ez careke din dubare dikim: çarewê bareber û çarewê siwarî.

Biyawan: li şûna biyaban xweştir e bo “sahra” ya erebî. Biyaban wek di şêweyê wê de jî diyar e ji “bê ab” ê hatiye. Li navçeya Badînan bo deştayî û çolayî “biyav” dibêjin, biyav divê ji “bê av” ê hatibe. Di vê Kurdistanê de cihekî bi navê Dola Biyaw jî heye. Yanê, biyaw, biyav herdu jî di kurdî de hene.

Baw: teqelîd. Me di zimanê kurdî de divê bo “adet, erf û teqelîd” sê peyvên cuda hebe. Hersê peyv gelekî ji hev cuda ne. Baw (moda) bo “teqalîd” baş e, ji ber ku baw zû zû diguhere. Dibêjin “wa baw e, bawiyetî, bawî nemawe”. Bo “adet” jî, xû baş e, ji ber ku xû, bi tiştekî ve girtin e “taaud”. Xû wek “îdman” a erebî e. dibêjin “muetad” yanê xû pê ve girtiye. Dimîne “erf” ku deq û deq nerît e. Em hemû zêdetir dibêjin xûrewşt û dawûnerît, ne diyar e ka tên çi wateyê. Peyvên zanistî dibê yek wateyeke diyar û destnîşan “muhaded” bide û çi lêliyek (şêlî) tê de nebe.

Birke: Blok: Bo nimûne bloka sosyalîzm. Bi erebî digotin “muasker” ku nayê wê maneyê. Blok bo çend balexane yan çend malan jî tê gotin, her weha bo çend welatên ku awayê desthiladariya wan li hev diçe jî tê gotin. Birke peyveke guncan e bo wateya blok, ji “birr+ke” pêk tê, wek dibêjin birke malek yan birke welatek yan birke merek (mî). Di folklore kurdî de tê gotin: “teşî barîkan xorî mê tale, xatûn bibirêsê lew birke male”. Birkeya welatên sosyalîst. Mala we li kîjan birkeyê ye, li birkeya jimara pênc e, bo nimûne.

Binebirkirin, bikotaanîn: “înha”. Çareseriya binebir bo arîşeyek ku arîşeya heyî bi dawî bîne. Lê bo “hesin” divê em bêjin yekalîkirin.

Binewa: mebda. Binewa ji binema kurdanetir e. Di kurdî de bo “usus” , “binewê” û binaxe jî dibêjin. Diyar e herdu jî yek in, dibêjin “jinekî be binewê ye”. Binewayelî serekî. Di nivîsîna kurdî de zêdetir dibêjin “prensîb” ku peyveke biyanî ye û bi rêya farsî derbasî kurdî bûye.

Le bin helkendin: “îctîsas”. “Yasayî le bin helkendinî be’s”. Ev ji rîşekêşkirdin’ê baştir e, ji ber ku rîşe û regên (rih) giya jî hene lê rihê dar zêdetir bi axê de çûye jêr. “Le bin helkendin” bo tiştê ku rihên wê yên mezin û stûr hebin, tê gotin, wek Partiya Beasê. Di folklorê de tê gotin: “xwaye helkenî ew kêwe (çiya) le bin”. Her weha em dikarin bêjin, “ Le binewe helkendin” lê yê yekem baştir û sadetir e.

Bangeşe: “îşaa”. Ji mêj e tê bikaranîn û peyveke bicih e. Di kurmanciya jorîn de “gengeşe” heye ku her bi xwe ye lê ew bi şaşî bo “gotûbêjê” bi kar tînin. Wek em dibînin bangeşe ji bang û paşgirê eşe pêk hatiye. Di gengeşe de, divê “g” ya yekê ,di bingehê de dengeke din bûbe, peyv yan “bang” yan “deng” bûye. Ji ber ku gengeşe ne gotûbêj e, li wê peyvê jî aliyê deng, bang û gazî zêdetir mebest in, yanê her bangeşe ye û divê ji îro û pê de bo gotûbêjê neyê bikaranîn. Banghêştin bo “dawet” ê tê bikaranîn, hindek car kurt dikin û dibêjin “ êwe banghêşt kirawin yan banghêşttan dikeyn bo …” ew şaş e.

Bilerzey zewî: “ heze erziye “ Koka radera lerzîn ku lerz e, pêşgirek û paşgirek çûye ser.

Benden : qimme. Bendenî deselat. Hêmin dibêje “aşqî kêw û telan û benden û berdim emin”. Benden bilindayî ye û j serê hemû bilindayiyê re tê gotin ne ku tenê lûtkeya wê. Bendena desthilatê çend kes in. Em dikarin ji civînên zilamên mezin re bêjin Kongreya Bendan. Me bo “qimme” ya kongre û civînan, peyveke din heye, ew jî toqelan e.

Bijarde: nuxbe. “Bijardey roşinbîrî kurdî, twêkêkî civakî ye le roşinbîr û binûs û mamosta ….” Helbijarde bo “muntexib” baş e. Helbijarde pêşgirek û paşgirek wergirtiye û komelek e, jimareyeke ji bijarde kêmtir tê de ye, yanê helbijarde girîngtir e ji bijarde. Dibêjin, “Helbijardey Hewlêr û Helbijardey Zewra le topî pê, le milmilaneyekî hevalînî da”. Herçî bijare ye, bijare bi erebî “xiyar” e. “hîç bijareyekim le pêş da niye le xwomandûkirdin pê we”. Bijare wek duriyan e yanê divê bide ser yek ji wan rêyan.

Bijardin: “Tawîz-تعویض”. Ev pevy di kurdî de heye lê nizanim çima “qerebû” li şûna wê tê bikaranîn. “Baxî gulanit pê despêrim, yekî kem bê pêt debjêrim”. Pêbijardinewe “defe el tawîzad” û zêdetir li Silêmanî û rojhilatê tê bikaranîn.

Werger: ed (AKnews)
http://www.aknews.com/ki/aknews/9/265352/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.