بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

"Li Moskovayê kurdek heye, lê ne kurdê Sovyetê ye, jê re dibêjin Mustefa Barzanî!"

Salihê Kevirbirî / Alma Ata

Sal 1957, Kolosê Şêro ji Nadir Nadirov re dibêje

‘Li Moskovayê kurdek heye, lê ne kurdê Sovyetê ye, jê re dibêjin Mustefa Barzanî!’ *

Prof. Dr. Nadirê Kerem ku li seranserê dinyayê wekî Nadir Nadirov tê naskirin, meha derbasbûyî 80 saliya xwe pîroz kir. Ew bixwe kurdekî ji dorhêla Wanê, ji Eşîra Birûkan e. Hê gava bavê wî Keremê Hacî Nadir ciwan e, malbat, qewim û eşîra wî, piştî şikestina Şerê Şêx Seîd, di navbera salên 1925-1926’an de ji ber zilma Roma Reş bar dikin têne ber Çemê Arasê. Xwe li Arasê dixin, derbasî hêla Nexçîvanê dibin ku di bin hikûmdariya Sovyetan de bûye. Li wê derê gundekî Beşka ji xwe re ava dikin. Navê wê ‘Qîqaç’ datînin. Di sala 1937’an de, gava ku 5 salî ye di şevekê de ber bi Asya Navîn ve têne sirgunkirin. Piştî sirguna 2 mehên di trênan de, şeveke ku çokek berf li erdê ye, li nav çola Qazakistanê têne peyakirin. Ji wê rojê ve li wê derê dijîn.

Nadirê Kerem ji ber ku kurdekî sirgunê ye, di warê xwendinê de zehmetiyên giran dibîne. Pêşî nahêlin ji gundekî here gundekî din. Paşê destûra xwendinê didin, lê tenê ji bo bajarên biçûk. Paşê her ku di xwendina xwe de bilind dibe, divê here bajarên mezin û paytextan bixwîne, lê ji ber ku xwendina li paytextan jî jê re qedexe kirine, ji neçarî diçe ser sînorê Asya Dûr û Japonyayê dixwîne. Di sala 1956’an de, bi hatina Kruşçev siûda wî dişixule. Astengiyên li ber xwendina wî û bi hezaran kesên wek wî radibe. Riya çûma moskovayê jê re vedibe. Helbet ev jî dibe sedem ku li wê derê 2 kurdan nas bike ku yek ji wan Mele Mustefa Barzanî ye. Li Alma Ataya Qazakistanê me xwest ku ew ji me re behsa serpêhatiya xwe û Barzanî bike. Bêyî ku ez dest bidim axaftina wî, ev serpêhatiya hanê derket holê:

“Sala 1956’an Sekreterê Dewleta Sovyetê Kruşçev bû. Biryar da ku mamoste hemû azad bin. Wî Stalîn rexne kir. Got, ‘Mamoste zarokên me didin xwendinê, hîn dikin, lê em nahêlin ku ew ji gundekî herin gundekî din.’ Ev rewşa xerab a mamosteyan ji holê rabû. Di pasaportê de hatibû morkirin ku mafê filankes tuneye ji gundê xwe derkeve. Piştî ku ev biryar derket, ez çûm min pasaporta nû stand. Pasaporta bê mor! Êdî min berê xwe da Moskovayê. Ez ji wir hatim Alma Atayê ku bikevim karê bilind. Ji min re gotin; ‘Kesek tenê lazim e, lê emê ji miletê xwe (Qazax) hildin. Dixwazî belgeyên xwe bide, lê tê derbas nebî.’ Rabûm çûme Bîşkekê. Li wir jî ji min re wiha gotin. Min got; ‘De baş e heyran, ez ne Qazax im, ne Qirxiz im lê ez dixwazim li pey ilm herim, ka ez bi ku ve herim?’ Gotin; ‘Wa Moskova ya te ye!’ Min dîsa berê xwe da Moskovayê. Sala 1956’an, li Moskovayê ji bo teza xwe ya xwendina bilind ketim zanîngehê. Wek kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskova û teza doktoraya bilind!

Min destpê kir geriyam, ka li Moskovayê kurd hene an tunene. Kitêbxaneyeke bi navê Lenîn heye. Ez çûm wir. Gelek mezin e. li Sovyetê kesê ku bixwaze tiştekî hîn bibe, her cure kitêban bixwîne, tê wê derê. Ez çûm min li wir beşê kitêbên kurdî dît. Zêde tunebûn. 10-15 kitêbên kurdî/li ser kurdan hebûn. Kitêbên kurdên Sovyetê bûn. Kitêba Heciyê Cindî hebû, kitêba Qanatê Kurdo hebû, kitêba Casimê Celîl hebû. Serê te zêde neêşînim. Min dêhna xwe dayê jineke rûs li wir rûniştiye. Min jê pirsî; ‘Kurd hene ku têne vê derê?’ Got; “Carcaran hinek kurd hene, ji Ermenistan û Gurcistanê tên vê derê.’ Min dîsa jê pirsî; ‘Kesên ku li Moskovayê dijîn hene?’ Got; ‘Li Moskovayê bi tenê kurdek heye, carcaran tê.’ Min got kî ye?’ Got: ‘Navê wî Kolosê Şero ye.’ Lê jinik jî nizane kurdê ku derê ye. Tenê dizane li Moskovayê dimîne, carcaran tê kitêbxanê rûdine kitêban dixwîne. Min got; ‘Tu adrês û telefona wî dizanî?’ Got; ‘Na, nizanim!’ Min got; ‘gava hat tu dikarî telefona wî ji bo min jê bistînî?’ Got; ‘Baş e, serçavan. 10-15 roj paşê were, ewê were vir!’

Kevirbiri-Nadir Nadirov Alma Ata 2012

Min bi ya jinikê kir. 10-15 roj paşê hatim kitêbxanê. Hatibû û jinikê telefona wî li ba xwe nivîsandibû. Telefona malê bû. Min ji Kolosê Şero re telefon vekir. Min bi rûsî silav dayê, kêf halê wî pirsî. Ji min re got; ‘Tu kurd î?’ Min got; ‘Belê, ez kurd im û ji Qazakistanê hatime, li Moskovayê dixwînim.’ Got; ‘Tu bi kurdî dizanî an nizanî?’ Min got; ‘Dizanim!’ Got; ‘Madem wisa ye, bi kurdî biaxive, bila dengê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne!’ Hevaltiya me berdewam kir. Kolos kurdê Gurcistanê bû, parêzerî dikir, ne şaş bim demekê jî di Wezareta Karên Derve de kar kiriye. Bi emir jî, ji min mezintir bû. Rojek ji min re got; ‘Kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. Navê wî jî Mustefa Barzanî ye!’ Sal 1957 e.

Min ji Kolos re got; ‘Ez dixwazim wî bibînim û pê re xeber bidim.’ Kolos got; ‘baş e.’ Wê gavê min nav û dengê Mustefa Barzanî nebihîstiye. Rojekê em li cihekî rûniştin, Me du-sê şûşe jî araq vexwar. Telefonek hat. Kesê li ser telefonê Mustefa Barzanî bû. Ji xeberdanên wî û Kolos ez pê hesiyam ku mirovekî mezin e. Ji ber ku Kolos di telefonê de bi hurmeteke mezin pê re xeber dida. Paşê telefon da min hal û wextê min pirsî, min got; ‘baş im mala te ava.’ Piştî me telefon danî, Kolos got rabe emê herin cem wî.’ Min got; ‘Kolos me hinek vexwariye, şerm e. Em îro neçin.’ Min telefona wî ji Kolos stand. Çend roj paşê, min bi xwe jê re telefon vekir û got dixwazim werim cem te.’ Got; ‘Keremke were.’ Di apartmanekê de dima. Çûm cem wî. Pirs û pirsiyara min kir. Min yek bi yek rewşa xwe jê re got. Ji ku hatime, kurdê ku derê me, niha çi dikim. Min bi kurtasî behsa jiyana xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Got; ‘Em ji bo rizgariya kurdan kar dikin. Em Kurdên Îraqê ne. Di sala 1946’an de em hatine. Pêşî em çûne Taşkenta Ozbekistanê. Niha qismekî ji me li Moskovayê dijîn û li vir dixwînin. Me bi têra xwe bi hev re sohbetê kir. Paşê min destûra xwe jê stand, rabûm çûm.

1958’ê salê, meha îlonê Kolos vegeriyaye Tiblîsê. Ez jî ketime dema bêhnvedanê. Li Ermenîstanê Nado Mehmûdov heye, ew xalê min e. Kurê xaltiya diya min e. Wezîfe û peywirên mezin di destê wî de hebûn. Diya min got; ‘heke tu têyî, di ser Êrîvanê re were hela binêre halê Nado çi ye?’ De min jî got; ‘Ez pêşî herim Tiblîsê Kolos jî bibînim.’ Tiblîs jî di navbera Moskova û Erîvanê de ye. Ez çûm Tiblîsê, Kolos hate pêşiya min. Ez çend rojan li mala Kolos mam. Paşê min got; ‘Ez diçime Erîvanê.’ Kolos got; ‘Ez jî bi te re têm.’ Em bi taksiyê çûn.

Em çend rojan li wir man. Xeberdanên me hemû li ser Mele Mustefa Barzanî û pêşmergê wî bû. Nado Mehmûdov got; ‘Hema beriya we bi çend rojan, Mele Mustefa Barzanî hatiye Erîvanê, li dora Çiyayê Elegezê di nav kurdan de geriyaye, rewşenbîrên kurdan ên wekî Mîroyê Esed, Eliyê Evdirehman û gelekên din ditine û ser Kurdistana Îranê re derbasî Kurdistana Îraqê bûye. Hemû bi metelî û heyranî behsa Barzanî dikirin. Emma ya jina Nado Mehmûdov Ermenî ye. Wê digot; ‘Nadircan, min gelek kurd dîtine, lê min kurdên wisa nedîtiye. Ji her alî ve, ew welatparêz bû, mêrxas bû, bi marîfet bû, zana bû.’

Ev mesela min behs kir, payizê pêk hat. Paşê zivistan hat, me bihîst ku kurdan li Îraqê serî hildane. Wê demê min di dilê xwe de wiha got; ‘divê li Moskovayê, ez çend carên din biçûma serdana Barzanî. Ez gelek li ber xwe diketim. Mixabin ku min careke din Mele Mustefa Barzanî nedît. Tenê ew car bû ku min li Moskovayê dîtibû…”

Nadirov-Kevirbiri 80 saliya Nadirov sala 2012

*Ev nivîsar di hejmara 135’an a Rojnameya Rûdawê, Çapa Ewropayê de hatiye weşandin ku li Kolnê, bi periyodên heftane derdikeve. (S.K)

[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.