بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan | İsmail Beşikçi

Pirtûkek bi navê“Sosyologa Civaka Guherîn û Derbasbûyînê: Mübeccel B. Kıray” hat weşandin. Amadekarê weşanê Sezgin Tüzün, Weşanxana Bağlamê, Adar 2012, Stenbol.

Ez dixwazim hin ramanên xwe î di derbarê vê pirtûkê de parve bikim.

Sezgin Tüzün, di nivîsa xwe ya bi navê “Sosyologa Civaka Guherîn û Derbasbuyînê Mübeccel Belik Kıray” de, behsa(çêlî) “Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan” dika. Diyar dike ku komele di 1967an de hatiye damezrandin, di 1978an de bi biryara Lijneya Wezîran peyva “Tirkan” li pêş navê wê hatiye zêde kirin, di 1992yan de jî gihîştiye statuya “komeleyên ji giştî re bi sûd”. (r.21)

Ez ji nêz ve dizanim ku komele, di dawiya 1960an de bi navê, “Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan” hat damezrandin. Wek mînak, di navbera 23-25ê Şibata 1970yan de “Semînera li Tirkiyeyê Pêşketina Lêkolînên Civakî ”, ji aliyê Enstîtuya Etudên Nufûsê ya Hacettepeyê û Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan ve hatiye li dar xistin. Ev rewş, di encamnameya “Konferansa Pêşketinên Lêkolînên Civakî li Tirkiyeyê”de jî cih digre. Pêşketina Lêkolînên Civakî li Tirkiyeyê, Weşanên Unîversîteya Hacettepeyê, 1971, r.253

Li vir pirsgirêka bingehîna ku divê lê bê pirsîn ev e: Li cihekî ku bikaranîna navê Kurd, navên wek Kurdîstan, Kurdî, hatibe qedexe kirin, li cihekî ku vegotina diyardeyên li derdora van navan tên zimên hatibe qedexe kirin, li cihekî ku ev vegotin bi mueyîdeyên îdarî û ceyî yên pir giran re rûbirû dimîne, yanî li Tirkiyeyê, “Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan”dikare çi bike? Dikare xebatên wek çi hilberîne?

Di zemîna ku ev qedexe hene de, zêdekirina peyva Tirkan li serê navê Komeleya Zanistên Civakî tê çi wateyê?

Divê ev pêvajo, ev pêwendî, ev qedexekirin, li gor metoda zanistî bêne lêkolîn kirin. Gelo bi li ber çavan girtina qedexeyan xebatên zanistî kirin mumkun e?

Îro, ji spekulasyona ‘erasan heta qirêjiya deryayan, ji zarokên ku selpakan difrojin heta zarokên tînerkêş, ji zarokên diz heta zarokên di nava şebekên tewanbaran de cih digrin, heta bi sazîbûna pêwendiyên mafyaya ku araziyên xezîneyê îşxal dikin, ji froşkariya serpîyan heta kêşeyên perwerdehiyê, ji sererastkirina piyaseya kedê heta karkeriya demsaliya rez û bexçeyan… a li bajarên wek stenbol, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, Îzmît, Manîsa, Aydin, Mûxla hemî pirs ji nêz ve bi kêşeya Kurd û Kurdîstanê re pêwendîdar in.

Helbet divê diyarde, pêwendiyên di nava diyardeyan de bi awakî makro bêne lêkolîn kirin. Di pêvajoya tekoşîna wekhevî û azadiyê ya kurdan û li hember wê zilm û zora dewletê de û pêvajoyên mezin wek şewtandina û wêrankirina gundan, ji cih û warê xwe bûn, penaberiya bi darê zorê… Ev pêvajoyên makro, çawa bandor li pêwendiyên mîkro kirine, wek mînak, rewşa malbatan çawa guhartine, malbatê perçe kirine, di statuya jinê de guherînên çawa pêk anîne mijar in divê bêne lêkolîn kirin. Divê bi awakî zelal bê dîtinê ku mijarên Kurd û Kurdîstanê ne tenê polîtîkaya hundir belbî polîtikayên derve jî diyar dikin.

Tevî ku bi qasî îro nebe jî, dikare bê gotin ku pirsgirêkên Kurd û Kurdîstanê di dawiya 1960an de, yanî di serdema ku Komeleya Zanistên Civatî ya Tirkan hat damezrandin û xebatên xwe didomand de jî xwedî muhtewakî diyarker bû. Lê, di zemîna ku bi kar anîna peyvên wek Kurd, Kurdîstan, Kurdî qedexe bûn, kesên ku van pêwendiyan dihanîn zimên, kesên bo daxuyaniya van diyardeyan, pêwendiyên di nava van diyardeyan de bixebitiyana bi mueyîdeyên îdarî û cezayî î pir giran re rûbirû diman de, divê kêşeya Komeleya Zanistên Civakî ya Tirkan dikare xebatek çawa birêvebibe bê lêkolîn kirin. Fonksîyona qedexeyên ku di van mijaran de têne rojevê û bi awakî sîstematîk têne sepandin çi ye? Peyva Tirkan ku li serê navê Komeleya Zanistên Civakî hat danîn tê çi wateyê, çi îfade dike?

Armanca bingehîn a qedexeyên ramanî, manîpûlekirina zanistên civatî bi bal berjewendiyên siyasî ve ye. Komeleya Zanistên Civatî ya Tirk jî bes li gor vê rastiyê dikare zanînê hilberîne. Ev jî, zanînên îdeolojîk in ku dewlet û hikûmet dixwazin belav bibin, zanînên zanistî, pê tê ewlekirin nînin.

Di 1960an de, di dawiya salên 60an de, helwestên wiha ku diyardeyan înkar dikin, ku dixwazin diyarde neyên dîtin, dixwazin ew tune bên hesibandin çima nehatine rexne kirin, heta hatine ecibandin, ev ji hila metoda zanistî de rewşeke ku divê ku li ber çavan bête girtin. Bi înkarkirina diyardeyan, bi tune hesibandina wan, bi îtîbarkirna îdeolojiya dewletê zanista civakî pêk tê? Sosyolojî pêk tê?

Dewlet, hikûmet, di vê mijarê de, bo belavkirna zanînên ku îdeolojiya fermî hiberandiye di nava hewldanek mezin de ye. Kesên ku îdeolojiya fermî rexne dikin, ji aliyê kesên têne rexnekirin ve, bi terora dewletê re rûbirû dimînin. Dema kesên mexdûrê terora dewletê bixwazin bo mafên xwe têbikoşin bi astengên mezin re rûbirû dimînin. Ew kesên ku bi terora dewletê re rûbirû mane, bi vî awayî dengên wan hatiye birîn, her ku diçe zilm û zora li ser wan tête zêde kirin. A ewha, zanistên civakî, bi rêya qebûlkirina fermanên dewletê, bo rêya li hember zilm û zorê deng dernexistinê, divê li kêleka ev polîtîkayên dewlet, hikûmetê cih negre. Aliyekî etîkê metoda zanist, ê sepandina metoda zanist jî heye. Divê aliyek girîngê zanistên civakî hebe bo rexnekirina qedexeyan, bo rexneya azad wek saziyek avabibe.

Dîrok, Sosyolojî, Zanistên Siyasetê, Antropolojî, Ekonomî Zanistên Civakî ne. Ew pirsa bingehîn ku li jor hat pirsîn, divê wek mînak di mijara dîrokê de jî bê pirsîn. Li cihekî ku navên wek Kurd, Kurdîstan, Kurdî hatibin qedexe kirin, ku vegotina diyardeyên di çarçoveya van navan de bipêş dikevin, pêwendiyên diyardeyî hatibe qedexe kirin, li cihekî ku kesên van qedexeyan rexne dikin bi mueyîdeyên îdarî û cezayî î pir giran re rûbirû dimînin gelo dîroknas dikarin zanînên çawa hilberînin?

Divê ev pirs, li qadên zanînên normatîf wek hiqûq, etîk, exlaq jî bêne pirsîn. Li qadên zanistên beşerî, wek felsefe jî bê pirsîn. Li cihê ku qedexeyên ramanê hebe dikare felsefe bê kirin? Li gor vî awayî lêkolîn kirin û şopandina tetbîqkirina hiqûqê divê girîng be. Li cihekî ku peyvên wek Kurd, Kurdîstan, Kurdî hatine qedexe kirin dad/’edalet pêk tê? Mijara çavkaniya mafan çiye, mijarek girîng e ku felsefeya hiqûqê pê meşxûl e. Hêz, çewsîn, terora dewletê ma dibe çavkaniya mafan? Helbet divê çavkaniya mafan mirov, rûmeta mirov be. Divê bicihanîna hiqûq bête şopandin. Dema hûn wek dozger, wek dadger nefikirin ceza tê rojevê. Wek mînak, dadger hebûna gelekî bi navê Kurd, hebûna zimanekî bi navê Kurdî qebûl nake. Ger hebe jî dixwaze asîmîle bike. Û vê rewşê, wek hêmane bingehînê dewletbûnê difikire. Di bin van mercan de wek mînak nivîsek an kitêbek ku asîmîlekirina Kurdan rexne bike, bêguman dê bê tewanbar kirin. Ji vê pêvajoyê ‘edalet derdikeve? Maf pêk tê? Li vê derê wazîfeya dadger, ew e ku nivîskarên, lêkolînerên wek wî nafikirin ceza bike. Ev jî helbet ne hiqûq e. Ne mumkun e ku têgihîştineke wiha di nava hewldaneke li pey heqîqetê be, bêguman pirtûk wek tewan tê nirxandin, ceza dayîn tê rojevê.
Ev jî rê li ber pêvajoyekî ku zordariyê tîne vedike. Di heman demê zordarî bi xwe ye. Zelale ku dê ev biryar li gor metoda zanistê, li gor mafê mirovan, li gor heq, hiqûq, ‘edaletê bê rexne kirin. Dewlet jî dê ji nûve zordariyê birêxe, hewl bide vana biçewisîne.

Di vê pêvajoya dij-demokratîk de, disa şopandina hevkariya unîversîteyan bi darezanê re, bi darezana bilind re pêwist e. Unîversîteyên Tirkan, di navbera salên 1985-1988an de, li Bûlgarîstanê, li hember operasyonên navê Bûlgaran li Tirkan danînê bi tûndî derdiket. Senatoyên unîversîteyan, li pey hev, belavokên ku li hikûmeta Bûlgar lome û rexne dikirin dihatin weşandin. Lê heman ûnîversîte, xwendekarên Kurd ku kursa kurdî dixwastin wek ku sûcê dîsîplînê kiribin ji zanîngehê dihavêt. Bo ku Kurdan bi bal Tirkîtiyê ve asîmîle bike di nava hewldanek mezin de bû. Heman zanîngeh Kenan Evrenê ku bi darbekî leşkerî Meclîsa Mezin ya Mebûsên Tirkiyeyê/TBMMê dabû girtin jî, “jiber piştgîriya wî ya zanista hiqûqê” bi nîşaneyên doktora û profesoriyê xelat kiribû.

Nêrîna Kesên Xwedî Felsefeya Olî

Di salên 1960an de, hin pêşveçûnên pozîtîf î bi Kurdan re têkildar pêk hatin. Geşedanên bi zimanê Kurdî re, geşedanên bi çanda Kurdî re têkildar derketin holê. Di vê navê de, hin derdorên Tirkan î xwedî felsefeya olî, xwedî têgihîştina Îslamî dest bi astengkirina geşedenên netewî î di nava Kurdan de kirin, bi rêya ramanên wek “Di Îslamê de dabeşkirna ummetê qedexe ye”,”Xwestina mafên qewmî li dij Îslamê ye”, “Tefrîqa, li dij Îslam, Misilmantîyê ye”… Ev têgihîştina senteza Tirk û Îslamê di vê qadê de pêk hat. Senteza Tirk-Îslamê, li derdora unîversîte û çapemeniyê di nava akademîsyeên Tirk de alîkaran kom kir. Bi pêşketina demê re di nava akademîsyenên Kurd û çapemeniya Kurd de jî belav bû. Dewlet, hikûmetê piştgiriya pir da têgihîştina senteza Tirk-Îslamê. Jixwe, dewletê ev, wek rêbazek tekoşîna bi Kurdan re, wek rêbazek Kurdan paşvexistinê, anîbû rojevê. Piştî şerê gerîla dest pê kir, piştgiriya rêxistinên olperest bêtir bi awakî sîstematîk hat rojevê.

Di rewşa ku peyvên wek Kurd, Kurdîstan, Kurdî hatine qedexe kirin, ku çêlî Kurdan, Kurdî kirin wek qewmperestî tête tewanbar kirin de, avakirina senteza Tirk-Îslamê tê çi wateyê? Zelal e ku têgihîştina senteza Tirk-Îslamê, qewmê Tirk di ser her tiştî re digre, qewmê Tirk wek navenda her tiştî dibîne. Piştgiriya vê têgihîştinê ji aliyê Tirkan ve, ji aliyê Îslamperestên Tirkan ve rewşeke asayî ye. Lê oldarên Kurdan bo çi piştgirî didinê? Ma ev têgihîştin ne alîkariya qewmê Tirk e?

Tê gotin ku“Tefrîqa, dabeşkarî, li dijî Îslamê ye”. Tê gotin ku “dabeşkirina ummetê, li dijî Îslamê ye”. Wê demê, çima di 1920an de, di serdema Cemiyeta Miletan de, perçekirin û dabeşkirina Kurd û Kurdîstanê bala Îslamhezan nakişîne. Bo çi Îslamhez li hember vê tefrîqaya mezin rexneyek naynin?
Wek ku hat dîtin, hem ew kesên xwedî felsefeya laîq in, hem jî ew kesên xwedî felsefeya olî ne, ramanên wan î di derbarê Kurdan de wek hev in. Her du têgihîştin jî ji qedexeyên dewletê re hustû xwar dikin. Jixwe çavkaniya her du felsefeyan, her du helwestan jî dewlet e. Gelo bi hustûxwariya ji qedexeyan re, bi piştgiriya ji berjewendiyên siyasî re zanista civakî pêk tê?

Cihgirtina kesên felsefeya olî di’ecibînin, di nava polîtîkaya dewlet, hikûmetê a bi vî awayî çewsandinê de, di nava zorbatiyê de, di nava çerxa ku çewsandinê pêk tîne de, rewşek e ku divê bête lêkolîn kirin. Em bifikirin ku, ev derdoran jî, yanî ev derdorên xwedî nasnameya Îslamî jî, ji polîtîkayên çewsandinê yên dewlet û hikûmetê re dibûn hedef. Di serdemên ku wesayeta leşkerî bi tûndî dihat jiyîn de, kesên pêgirtiyê rêxistinên olî bûn, bi awakî dibûn hedefa çewsandinan. Wê gavê, di serdema hikûmeta xwedî têgihîştina van kesan de, çima ev çewsandin, ev zorbatî didome, rewşek e ku divê bê lêkolîn kirin, bê lêpirsîn kirin. Ji vê hêlê ve jî divê îdeolojiya fermî bête lêkolîn kirin, lêgerîn kirin. Ew pêgirtiyên rêxistinên olî ku dihatin çewsandin, piştî demek diyarkirî, wek em bêjin wesayeta leşkerî hat kêm kirin şûnde, çima vedigerin rewşek ku li ser Kurdan çewsandin û zorbatiyê ew didomînin.

Ev şanî me dide ku îdeolojiya fermî jî wek olê saziyek e. Ol, hukumên olê çawa bê lêpirsîn tên qebûl kirin, hukumên îdeolojiya fermî jî bê lêpirsîn tên qebûl kirin, pêwistiyên wê têne cî. Dema hûn, ol, pêxember, pirtûkên pîroz î olî rexne bikin, bi mueyîdeyan re rûbirû dimînin. Dema hûn îdeolojiya fermî jî rexne bikin, wiha dibe. Divê dîsa bê gotin ku îdeolojiya fermî ne îdeolojiyeke ji rêzê ye, ew îdeoloji ye ku bi mueyîdeyên îdarî û cezayî î dewletê tê parastin û li ser destan tê girtin. Wek mînak hûn dikarin di mijarên wek bêdadiya parvekirina hatinê, kedxwariya sermayedaran de li gor dilê xwe rexneyan bikin, dibe ku di vê mijarê de mueyîdeyên îdarî û cezayî neyên rojevê. Lê dema ku hûn li gor pirsgirêka Kurdan rexne bikin, bi hin mueyîdeyan rûbirû bûna we dikare bê rojevê.

Di pirtûka bi navê “Sosyologa guherîn û Cıvata Diguhere: Mübeccel Belik Kıray” de, nivîskar, çêlî guherînên mezin î civatî dikin. Îro, Li Tirkiyeyê, dînamîka herî girîng a guherîna civakî û siyasî Kurd in, pirsa Kurd/Kurdîstanê ye. Lê, di axaftina ku Mamoste Mübeccel Kırayê kiriye de û di pêşkêşên ku bi xebatên Mamosteyê re pêwendîdar in de, di nivîsên profesoran de, qet derbasnebûna peyvên Kurd, Kurdîstan, Kurdî; tevî ku diyardeyên bi Kurd û Kurdîstanê re têkildar ew qas diyarker in jî neanîna wan a zimên, daxuyanînekirina pêwendiyên diyardeyî balê dikşînin. Ev, nîşan dide ku derdorên zanista civakî bo qedexeyên ramanî yên dewletê çi qasî îta’etkar in.

Kitêbeke Cenk Saracoğluyî heye. Bi navê “Çîna Navîn a Bajarî û Kurd ji Înkarê Heta ‘Bi Nasîn Vederkirinê’” Wşanên İletişimê, Stenbol, 2011

Lêkolîna qadê li Îzmîrê hatiye kirin. Têgiha “nasînê” ya di nava“bi nasîn vederkirinê” de têgihîştina wê bi cuda awayan pêkan e. Wek cara yekem, naskirina Kurdan, Kurdî ku bi awakî sîstematîk heta niha dihatin înkar kirin, naskirina hin mafên Kurdan yên ku ji ber wek civatek Kurd in dihat. Hebûna Kurdan, Kurdî naskirin… “Naskirina” Kurdan a malbatên, kesên Îzmîrî î Navîn wiha nîne. Wisa ye: “ Li pêşberî kesek heye ku firoşkariya ser piyan dike. Li ser ‘erebeya xwe ya seyar sewze, fîkî… difiroşe. Ez dizanim ku ew Kurd e. Ji axaftina wî, ji dirûvê wî, ji tevgerên wî, ji cilûbergên wî… ez dizanim ku ew Kurd e. Ez ji wî danûstandinê nakim. Bila perê min negihîje Kurdan… Li derdorê bazarkarên ku ji Akhîsarê hatine hene. Ez ji wan danûstandinê dikim… (r. 37)

Axaftin wiha didome“Dema em li koşe bizivirin emê rastî çend zarokan bên. Selpakan difroşin. Ew Kurd in…Ez dizanim ku ew zarok Kurd in. Ez wan zarokan nas dikim. Li kolanan mezin bûn… Ez selpakên wan nastînim… Bila perê min negihîje wan… Kurd hemû li pey kara neheq in. Hewaya Îzmîrê xera kirin.

“Li Îzmîrê, li qadên wek Alsancakê, Konakê kesên mîdye difroşin Kurd in. Ev karê hanê tev Kurd dikin.”

Rola Dewletê di Pêkhatina Raya Giştî de.

Di mijarên bi Kurdan re pêwendîdar de, saziya bingehîn a raya giştî bi rê ve dibe, a raya giştî pêk tîne dewlet e. Dewlet, di vê mijarê de, saziyên bingehîn î dewletê wek perwerdehiyê, unîversîteyan, darazê, daraza bilind bi awayek tûndî bandor dike. Wek mînak Îzmîrî, Çîna navîn a Îzmîrî, Wek ku Cenk Saracoğlu diyar dike, Kurdan, bi “xirakirina hewa bajêr”, bi “li pey kara neheqbûyî”, bi“dagirkeriyê”, bi“nezanî, bêçandiyê”, bi“dabeşkariyê” tewanbar dike, biçûk dixîne. Çîna navîn a Îzmîrî, Kurdan bi vî awayî nas dike, biçûk dike û veder dike. Lê, çima Kurd pêl bi pêl tên Îzmîrê, bo çi Kurd mecbûr dibin werin Îzmîrê, qet nade ber lêpirsînê. Şewtandin-wêrankirina gundan, kuştinên ku jê re “kiryar nediyar”dibêjin, şewtandinên daristanan, tehrîba çavkaniyên bingehînên debarê, şewtandina mal û axuran tevî tiştên têde, telefkirina bi hezaran keriyên pez û ajalan, ev pirsgirêk hemî tu bala mirovên ji çîna navîn a Îzmîriyan nakşîne. Çend malên ku rewşa wan a aborî baş bibe û ji texên nebaş ên wek Kadifekaleyê herin cihên baştir wek ku Kurd tev wisane tê dîtin. Tê gotin ku Kurd hemî dewlemend bûne. Tê gotin ku hemî Kurd li pey kara neheq in. Ew kesên ku hemî Kurdan wek dewlemend bûyî dibînin, dê li jarîtiya ku şer tîne, li newekheviya parvekirina hatinê, li çawa pêşketina pêvajoya vê newekheviyê ku li Kurdîstanê, di cıvata Kurdan de pêkhatiye lêpirsîn nekin.

Astengkirina vê lêpirsînkirinê, meydannedana lêpirsînkirinê helbet pirseke perwerde kirinê ye. Perwedehiya îdeolojiya fermî çawa pêk tê? Wek mînak kesên ku Kurdan bi “dabeşkar” bûnê, bi “dabeşkarî” kirinê tewanbar dikin, dê tu car negihîjin hişmendiya mijara dabeşkariya esasiya mezin, yanî di 1920an de, yanî, di serdema Cemiyeta Miletan de, mijara dabeşkirinî perçe krirn û dabeşkirina Kurd û Kurdîstanê. Di sala 1945an de, di dema damezrandina Netewên Yekbûyî de, di vê perçebûyîna Kurdîstanê de tu guherîn çênebûn rewşeke balkêş e. Bi perwerdehiya îdeolojiya fermî, tê xwestin ku bi vê naverokê zanistên civakî, li gor vê zanyarên civakî bên amade kirin.

Taybetiya Zanistê, Îtîraza “Nebûna zanista pir”

Di salên 1970yan de, dema ku Kurd wek diyardeyeke civatî dihatin pêşkêş kirin, hin zanyarên civakiyên bi rûmet digotin “zanista pir nabe, divê metirsiyên dewletê, pêwistiyên siyasetê jî li ber çavan bêne girtin.” Lê rastê wî divê zanist pur be. Zanist, di mercên azadiyek bêsînor a ramanê de, di mercên azadiya îfadeyê de dikare bê hilberîn. Divê rexneya azad birêxistin be. Mercên zanistê bi vî awayî pêk tên. Cihêwazîtî kirin, heqaret, nejatperestî… jî, di çarçoveya têgiha azadiya îfadeyê de nayê nirxandin.

Feraseta“Zanista pir nabe” îroj jî ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayip Erdoğanî ve, bi awayê “hesasiyetên me hene” tê îfade kirin. Dema ku saziyên wek Yekîtiya Ewropayê, Konseya ewropayê, Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî, Rojnamegerên Sînor Nenas, Rêxistina ‘Efwa Navnetewî, Rapora Mafên Mirovan a Salane ya Wezareta Karêderve ya DYAyê… balê dikşînin ser azadiya îfadeyê ya li Tirkiyeyê, tê gotin “hin hesasiyetên me hene, divê van hesasiyetên me li ber çavan bêne girtin. Dema pêwendî bi me re bête dayîn, divê van hesasiyetên me li ber çavan bêne girtin…” Di demên borî de, Serokwezîrên Tirk Süleyman Demirel, Tansu Çiller, Necmettin Erbakan, Mesut Yılmaz, Bülent Ecevit… jî metirsiyên wek vanan dihanîn zimên.

Bi rastî divê zanist pir/têr be. Azadiya îfadeyê, rexneya azad sazbûyî be. Çunkî, dema hûn bêjin“em hesasiyetan li ber çavan bigrin, em bo sînorkirina azadiya îfadeyê bixebitin…” dawiya vê nayê. Hesasiyetên cuda î herkesê hene. Ev jî azadiya îfadeyê, paşê pêvajoya hilberîna zanistê difetisîne. Lê, azadiya îfadeyê nirxeke navmetewî ye. Zanist, bes di pêvajoya bi sazîbûna azadiya îfadeyê, rexneya azad de dikare bê hilberîn. Di dema ku ji daxuyaniya îfadeyê re qedexe tên jî de, divê ev qedexe bên lêkolîn kirin, divê bête lêpirsîn ka bi van qedexeyan kîjan pêwendî tête xwestin bêne veşartin.

Divê zanist pir be, divê têr zanist be. Di pêvajoyek wiha de, bi hinek çewsînan re rûbirû man dikare bê rojevê. Dibe ku hûn bo tu konferansê, bo tu kongreyê neyên dawet kirin. Dibe ku hûn nikaribin pirtûkên xwe biweşînin. Dibe ku dema hûn biweşînin jî ji pirtûka we re ji nivîsa we re tu kirox tunebe. Lê, zanist di pêvajoyek wiha de bipêşdikeve. Metoda zanistî di pêvajoyek wiha de birêxistin dibe. Pir zelale ku ev pirseke hejmarî nîne, pirseke wesfî ye.

Azadiya Îfadeyê, Sansur, Otosansur

Fonksiyona bingehîn a qedexeyên ramanî, kêmkirina azadiya îfadeyê, di hin rewşan de jî bi tevayî ji holê rakirine. Qedexeyên ramanî, bi saziyên sansur, otosansur re ji nêz ve pêwendîdar e.

Dewlet-hikûmet, ji hin nûçe, şîrove, nivîs û pirtûkan re bi kontrolkirina berî weşanê dikare destûr nede. Komîsyonek kontrolkirina nivîs, pirtûk, nûçe, şîrove ya berî weşanê jî heye. Nivîs, nûçe û şîroveyên ku ev komîsyon destûr nede nayên weşandin.

Bikaranîna sansura sîstematîk re raya giştî gelek tiştan wenda dike. Mirov, ji bûyerên li welat an li cihên cudayên cîhanê qewimîne agahdar nabin. Di hin mijarên girîng de, di derbarê polîtîkaya hundir û derve ya dewletê de, agahdar nabin. Ev, helbet bo hemwelatiyan wendahî ne. Divê sansur, bo dewlet û hikûmetê jî wek sepandinek wendahî pêk têne bê nirxandin. Çunkî, jiber ku rexnekî rêkûpêk nabîne, dewlet û hikûmet, polîtîka û sepandinên xwe bêpergal didomîne. Ev jî di demên pêş de dikare bibe sedema pirsgirêkên mezintir.

Bêguman sansur, sepandineke antî-demokratîk e. Dewlet, bo ku di plana navnetewî de bertekên mezin nebîne, dibêje me sansurê rakiriye, qada azadiyê fireh kiriye. Lê, çewsînên li ser daxuyaniya îfadeyê didomînin. Dema ku saziya sansurê tê bi kar anîn, berî ku nûçe, nivîs, pirtûk bêne weşandin têne kontrol kirin û destûra weşanê tê dayîn an nayê dayîn. Piştî rakirina sansurê, nivîs, pirtûk, nûçe, şîrove û hwd. tên weşandin. Lê piştî weşanê, di derbarê nivîs, pirtûk, şîrove…ya têkildar de, biryara civandinê tê dayîn, lêpirsîn, doz tê vekirin. Bo vê, di qanûnên wek qanûna cezayê, qanûna çapemeniyê, qanûna tekoşîna li hember terorê de, bendên berfireh hene. Hukmên berfirehên di derbarê rewşa ku pirtûk, nivîs, nûçe bên civandin, lêpirsîn kirin û bibin mijara dozê de hene.

A bo ku bi mueyîdeyên îdarî û cezayî yên bi vî cureyê re rûbirû nebin nivîskar û rojnameger otosansur pêk tînin.Yanî ramanên xwe ew bi xwe qedexe dikin. Otosansur, di pêk hatina fikra nivîskar, mensûbê çapemeniyê de wendahiyek mezin tîne holê. Sansur di asta makro de bandor çêbike, otosansur di serî de li asta mîkro bi bandor be jî gelek bandoran pêk tîne. Afrênerî helwesta rexneyî bi tevayî ji holê radike. Nivîskaran, mensûbên çapemeniyê, kesên têkildar dike wek kesên xizmetkarên desthilatdariyê. Ev jî bi dewama demê re dê di asta makro de bandoran biafirîne.

Bi sansurê kontrol pêşî di rojevê de ye, bi rakirina sansurê, kontrol piştî afirandinê dest pê dike. Li gor dewletê û li gor mirovên ramanî ya duyem rewşek baştir e. Çunkî tevî hinek rîskan, hinek mirov fersenda daxuyaniya ramanên xwe dibînin. Polîtîka, sepandinên dewlet û hükûmetê rexne dikin. Ev jî bi demê re bo dewlet û hikûmetê jî hin encamên erênî derdixe holê.

Îro li Tirkiyeyê saziya sansurê di hinek rewşan de wek fi’îlî tê bi kar anîn. Nûçeyên ku Hikûmet, desthilatdarî naxwaze belav bibe, ji aliyê çapemeniyê ve nayên belav kirin. Otosansur jî bi awakî tûnd û berfireh didome. Mirov hin ramanên xwe î di axaftinên taybet de tînin zimên di nivîsên xwe de naynin rojevê. Otosansur, helwesteke ku ramana rexneyî, afrîneriyê ji holê radike. Helwesteke ku li dij ramana zanistî, li dij pêşketinên hunerî ye. Lê, hin kes, lêkolîner, mensûbên çapemeniyê bi girtina hin rîskan dikarin rewşa ku sansurê afirandiye hilweşînin. Dikarin serî li otosansurê nedin. Ev mijarek bi hejmarê re netêkildar e. Bi wesfê re têkildar e. Diyar e ku helwestek wesifdar bi demê re dikare hêla hejmarî jî xurt bike.

Otosansur li welatek, mercên ku jiyana ramanê ziwa dikin, bêberhem dikin, zanistê, hunerê, bipaşdixînin, lewaz dikin diafirîne. Bo nivîskaran, bo zanyaran û bo hunermendan, dawiya dawîn bo dewlet û hikûmetê rewşa herî xerab ev e.

Divê îdeolojiya fermî bi têgihên zanistî, bi metoda zanistî bête rexne kirin.

Helwesta bingehîna ku dê rê bide pêşketina zanistên civakî, rexneya îdeolojiya fermî ye. Divê îdeolojiya fermî bi têgehên zanistî bête rexne kirin. Dema ku qedexeyên ramanî werin rojevê, divê ku ev qedexe di sîstema sîyasî de, di pêwendiyên civakî de, çi vedişêrin, bo kîjan pêwendiyan hewl tê dayîn ku veşartî bimînin bête lêkolîn kirin, lêpirsîn kirin. Divê jiyana siyasî ya ji vê hêlê de bê lêkolîn kirin. Qedexe li ser lêkolîna kijan mijaran hene, ev qedexe kengê hatine sivik kirin… qedexe hêna jî di kîjan mijaran de tête domandin? Pêwist e bêne lêkolîn kirin.

Li Tirkiyeyê, unîversîte, zanistên civakî, zanyarên civakî tu car qedexeyên ramanî rexne nekirine. Qedexeyên ramanî pejirandine. Di mijara ku qedexeyên ramanî xwezayî ne pejirandinek heye.Unîversîte, zanistên civakî, qedexeyên ramanî wek karekî saziyên Mafê Mirovan, parêzvanên Mafê Mirovan têdigihîşin. Kesên ku bi jiyana ramana Tirk re, bi dîroka ramana Tirk têkildar in, tu car qedexeyên ramanî neanîna wan a rojevê, nerexnekirina wan a qedexeyên ramanî mijareke balkêş e.

Bi rastî mercê bingehîn î zanistê azadiya îfadeyê ye. Azadiya îfadeyê bo pêk hatina qada zanistî hem mercekî pêwist e, hem jî mercekî têrker e. Bo pêkhatina qada zanistî jî rexnekirina îdeolojiya fermî pêwist e.

Wergera ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin. [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.