بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Ji Hozan Ali Baran Albumekê Nû, 'Çel Awaz'

Seyîdxan Kurij

Rûdaw.net: Hozan Alî Baran ê Dersimî, lawê dengbêjê bi nav û deng  Mehmûd Baran, bi navê  „Çel Awaz“ albûmek nû derxist. Ali Baran wateya navê albûma xwe wisa dide xuyakiri: „Li Dêrsimê ji bo hejmara „çil“, „ çel“ dibêjin. Ew hejmar di nav elewîyan, cihûyan û mislimanan de pir hatîye zimên û hejmarek muqades e, wateya awazê ji melodî, deng e. Çel Awaz bi hevra „Çel Deng“ ya ji „Çel Melodî“.

 

Hozan Alî Baran ji salên 1978- 79 vir ve stranên Kurdî distrê û li ser muzîka gelerî xebatê dike. Ew piranî kilamên bavê xwe û yên derdora Dersimê distrê. Alî Baran hem kilamên Kurmancî, hem ji yên Kirdkî (Zazakî) distrê, ewî ew helwest ji bo xwe kirîye kevneşopiyek. Li ser vê kevneşopiyê Alî Baran dibêje: „Ez di nav stranan de mezin bûme û bi salane profosyonel muzîkê çêdikim. Ji bo wê ji stranên xwe piranî ez dinivisîm û meqamên wan jî ez bi xwe çêdikim. Lê ez stranên bavê xwe ji, xal û apen xwe ji dibêjim. Li Dersimê Kurmancî- Dimilî (Zazakî) - Armenî- û Tirkî dihat qisekirin. Dersim welatekî serbixwe û azad bû, piştî 1937 an Dersim ket destê devletê. Bavê min bi herdu zaravayên Kurdî distra. Kalikê min keman û tembûr lêdixist û distra, ew li mala me bûye adet. Ez ji zaroktîya xwe ve distrêm. Gelê Kurd gelekî kevn e û Kurdistan welatekî mezin e, çanda Kurdan gelek kûr û dewlemend e. Ez ji hozanekî gelê Kurd im,ez dixwazim ji bo hemû gelê xwe bistrêm û hemu gelê Kurd min nas bike. Ji bo min jîyan û pêşveçûna herdu zaravayan ji pir girîng e, ji ber wê ez her tim bi herdu zaravayan distrêm“.

 

Wek ku tê zanin, bi qasî salek û nîv e ku li Tirkîyê televîzyona „TRT – Şeş“ 24 çar sehet weşana Kurdî  dike. Di TRT –Şeşê de gelêk bernameyên muzîkê ji hene. Lê hê Alî Baran nebûye mêvanê TRT – Şeşê. Li ser pirsa me Alî Baran li ser televîzyona TRT – Şeş dîtinên xwe wisa anî zimên: „ TRT – Şeş ji bo Kurdan gavek girîng e, lê dereng ketîye. Berî 15 salan bibûya gelek balkeş dibû. Lê niha 15 televîzyonên Kurdan hene û ew mesela Kurd hal nake. Heta mesela Kurd hal nebe ez naxwazim li TRT- 6 bibim mêvan, ne ji bibim meyman. Gelê min, min nas dike, ez hunermendekî di nav siyasetê de mezin bûme. Di sala 1982 an de dewleta Tirk ez ji hemwelatîyê derxistim, ez li Ewropa bûm penaber, sebeb bi Kurdî strangotina min bû. Ji ber ku min stranên Kurdî yên şoreşger û civakî distra, 20 sal min welatê xwe nedît. Divê dewlet heq û hiqûqê miletê Kurd bigre ber çavan, ziman û kultura me azad be ku em jî bi dilekî azad derkevin pêşîya gelê xwe“.

 

Di albûma Alî Baran y a dawî „Çel Awaz“ê de 3 stranên Mahmût Baran, stranek gelerî bi navê Leyla heye, yên din hozan Alî Baran bi xwe berhev kirine. Hozan Alî Baran kaseta yekemîn di sala 1981 an de bi navê " Lo warê" li Elmanye derxistîye û piştre, di sala 1984 an de ”Deriyê Hepisxane”,1987 an de “Ey Dersimê”,1989 an de “Helepçe û Zîndan”, 1991 an de “Çene Çene”, 1993 an de “Deste Ma”, 2005 an de „Teberik“ û 2010 an de albûma „Çel Awaz“ çêdike. Xercî kasêt û CD yan çend konsertên Newrozê yên Baran wek Vîdeo hatine qeyd kirin û ewî çar ji klîp amade kirine.

 

Cavkanî: http://rudaw.net/details.aspx?lang=Kurdi&page=articles&c=Huner&id=23411

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.