بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Fuara Frankfurtê: Nunerê tirk serdana kurdan kir

Nasredîn Akyol


63. Fûara Pirtûkan a Navnetewî li bajarê Almanyayê Frankfurtê pêr destpêkir. Yekemcar Rûdaw jî tevlî fûarê bû. Rêveberê Giştî yê Weşan û Pirtûkxaneyên Hikûmeta Tirkiyê serdana standa Hêvî Group û Rûdawê kir.

Fûar ê heta roja yekşemê bidome û ji 106 welatan 7.384 pêşander berhemên xwe nîşan didin. Zêdetirî nîvê pêşanderan ji derveyî Almanyaye tevlî fûarê dibin.


Di pênc rojên fûarê de wê derdorê 3 hezar çalakiyên curbecûr bên lidarxistin û fûar wekî salên berê jî çaverêyî derdorê 300.000 mêvanan dike.

Di fûara îsal de çar standên kurdan jî hene; Standa Hêvî Group û Rûdaw, Standa Nûnertiya Herêma Kurdistanê, Dezgeha Çap û Weşana Bedirxan û Çapxeneya Mezopotamyayê.

Fûar ji roja çarşemê heta înê ji bo saziyan vekirî ye, dawiya hefteyê jî pêşangeh deriyê xwe ji bo mêvanên normal vedike.

Welatê mêvan îsal Îslanda ye. Îslanda wê bi qasî 40 nivîskar û 203 berhemên nû di fûara de amade be.

Berdewamîya Gotarê hûn dikarin li ser malpera Rûdaw.net bixwînin: http://www.rudaw.net/kurmanci/cihan/9598.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.