بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Festîvala Feqîyê Teyran

Her miletek li ser dîroka xwe ango li ser koka xwe mezin dibe. Ew jî bi nasandin û zanîna wê dibe. Lê ji ber ku dîroka me Kurdan bêtirîn bi devkî hatiye, loma em weke kes ji nasîna dîroka xwe bê par man. An jî em wê kêm û nivço dizanin. Lê êdî em jî weke miletên din bîrewir, helbestvan û qehremanên xwe li gor îmkanên heyî didin nasînê. Ev jî tiştekî baş û qence ku nifşê nû wê weke me ji raberdû û dîroka gelê xwe ne pê bar bin

Ji ber vê munasebet û girîngiyê bû ku di rojên 19-20-21 Hezîrana 2010an de Festîvala Feqiyê Teyran li wanê li dar ket. Ev bû dananasîna helbestvan û fîlozofê kurd. Ji her derê cîhanê nivîskarên kurd bi saya vê Festîvala li wanê û li gundî Feqîyê Teyran li Muskê hevdu nasîn.

Bi vê munasebetê û ji bona dananasîna Feqiyên Teyran, Festîvala bi navê wî bi awayekî baş û qenc pêk hat. Ev Festîval bû nûmûneyeke baş û xweş. Vê Festîvalê bi rêkpêkî bi organinazyoneke baş pêk hat. Loma gelekî balkêş bû ku rêveberiya festîvalê ji teref du jinên kurd dihate kirin. Di vê festîvalê de jinên kurd bi xebat û jêhatîbûnên xwe dane îspakirin ku çi dema ji bona kar û barê welêt jinên kurd di rêveberiyê de cihê xwe bigirin wê ew karên ku pêve radibin bi serkev e. Loma jî Festîvala Feqiyên Teyran baş dest pê kir û bi xweşî qediya.



Li gor min tiştê her balkêş ew bû ku di rêvebir û meşandina vê festîvalê ji teref du jinên kurd ve hate meşandinê bû. Loma jî van jinên kurd ango Gulşen Orhan xanim û Hêlûn Firat di wan sê rojan de xwe gelekî westandin. Lê westandina wan hêjayî pesindan û gotinêye ku du jinên kurd Festîvaleke weha bi serketî li dar xistin. Ez bi xwe wan ji dil pîroz dikin û berdewamiya karên weha ji wan daxwaz dikim.

Ji xwe jin dayik in. Loma jî dayik tim xwediyê xwe û hin teybetmendiyan in. Wan bi van taybetmendî û hunerên xwe îspat kirin ku jin ku pêşkêşiya çi bikin ew ên bi serkevin. Li aliyekî din di vê Festivalê de 12 konsulusxaneyên dewletin din jî beşdarî kirin. Ewên bi me re heta gundê Feqiyê Teyran Muskî yê ji hatibana. Lê ji ber bûyereke ne xweş ew ji wanê bi şûnde vegeriyan.

Bawer bikin vê Festîvalê di gelek waran de hin hêjayî û teybenmendiyên kurdan derxistin hole. Dema em berbi bajarokê “Saraybahçe” bi rê ketin hate gotin ku wê me li wir li malan belav bikin û wê her hin ji me li malên wir bibin mêvan. Ev jî adeteke kurdan ya berê bû ku em piştî demeke dûr û dirêj vê jiyan. Vê em birin gundê me. Gelek ji me li gundiyên Feqiyê Teyran bûne mêvan. Bi saya Festîvala wî me li gel gundiyan sohbet û gotibêjin xweş kirin.

Di vê festivalê de Waliyê Wanê û Kaymakamê bajarokê “Saraybahçe” ji bona beşdaran gelek xizmetên hêja dan. Ya xweş ew bû ku dema ew jî di nava me de rûniştî bûn, festivalê bi kurdî dest bi programa xwe kir. Her çiqasî wan herdu camêran axaftinên xwe bi tirkî kirin jî lê kesên li du wan karên xwe û meşandina festivalê bi kurdî kirin. Ji bona min gelekî balkêş bû ku herdu memûrên dewlata ku zêde yî 80 salan bû ku kurd û zimanê wan înkar dikirin, lê walî û qaymeqamê wan di nava kurdan de rûniştibûn û wan festivala bi kurdî dihate bi rêvebirin, guhdarî dikirin. Zimanê festivalê bi kurdî bû û ew ji bona guhdaran bi tirkî dihate vergerandain. Her weha gotinên tirkî jî dibû kurdî.Ev bername di TRT6ê de bi awayekî zindî dihate weşandin.



Ji welatê me yê azad li gel wezîrê berê û serokê niha yê komela dostaniya tirk û kurdan brêz Feleketîn Kakayî jî hebû. Nivîskarên Dihoka rengîn li gel serokên xwe brêz Hesen Silavanî bi qasî 10 kesan beşdarî vê festivala bi rûmet kiribûn. Ji swêdê jî 7 û bawerim ji seranserê dinyê ji tirkiyê bi tevayî 150 nivîskar, hunermend û helbestvanan beşdarî vê kiribûn. Bi dengên xwe yên xweş Aydin Aydin, Yekbûn û hin kesên dini jî amade bûn. Bi vê munasebetê me hemûyan hevdû nasîn. Bi hevre axifîn û xwarin.

Lê ya herî xweş ew bû ku bavê parlementera kurd Gulşen Orhanê êvara dawî ya Festîvalê hemû mêvan li mala xwe kirin mêvan û weke adetên kurdan ew pêşewazî kir. Odaya wî ya mêvanên hinge mezin bû ku em hemû mêvan li wir amade bûn lê dîsa cihê gelek kesên din hê jî di odeyê de hebû. Piştî xwarinê helbestvan o dengbêjan avêtin ber hev. Hêja Gulşen xan jî bi helbestên Melayê Cizîrî teva wan bû. Wê jî bi dengê û awazê xwe yê şêrîn û xweş şeva li mala bavê xwe xemiland. Lê bavê Gulşen xanimê bi pêkenîn û gotinên xwe şeva me heta derengî şevê xemiland.Lê hebûna parlementerên Kurd Mîr Dengîr Firat, Abdulrehman Kurt û Gulşen Orhanê jî dive mirov ji bîr neke. Ji ber ku wan jî ji bona mêvanên Festîvalê xizmetên baş dan.



Konsera hunermendê hêja yê ewropa Willi Restarist li gel gruba xwe bi deng û awazên şêrîn sê stranê kurdî pêşkêşî beşdarên festîvala kir.Di herdu sempozyumên Festîvalê de li ser jiyan, xebat û berhemên Feqiyê Teyran hate rawestandin.

Ji xwe çûyina ser Tirbeya Feqiyê Teyran tiştekî hêja û bi rûmet bû. Çêkirina mezelê wî di nava wan çiya û newalan de tiştekî xwe zayî bû. Me bi siyaran rêya 20km di 3,50 deqekan de qedand û em gihiştin ser mezel û camiya bi nave wî hatibû çê kirinê. Li vir berê baranê dûre jî terezê li ma da.

Her weha dive mirov beşdarbûna Prof.Dr. Kadir Yildirimê cigirê zanîngeha Artuklu ya mêrdînî ji bîr neke. Wî bi kurdiyeke şêrîn xweş û delal li ser Feqiyê Teyran û mîrtiya wî agahdariyên baş da. Gelek kesên din jî bi beşdarbûnên xwe ev Festîval xemilandin.

Bûbê Eser / Lotikxane

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.