بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN! | Kemal TOLAN

EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN!

Kemal TOLAN

EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊKİRYE NASBİKİN Û BİPARÊZİN!

Gelek kes dizanin ku, min li ser pirsa ka herêm û deverên Êzdî(Ezdahî) lê jiyane çiqasî ji ol û netewa xwe ya Kurdî re xwedî derketine anjî Êzdî çiqasî urf, adet û zimanê Kurdî parastine, gelek caran raya xwe di lêkolîn, gotar, di nav rûpelên pirtûka xwe, ya bi navê Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne û Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê de eşkere kiriye. Her weha min di dû gotaren xwe de*¹bi taybetî bahsa kevnariya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên ku li herêma Hesenkêfê(Heskîfê) jiyan, kiriye.

Nihajî dixwazim dîsa bi taybetî hinekî bahsa erdnîgariya hinek şikeft û çiyayên ku Êzdiyên li herêma Xendeqiyan jiyane bikim.

Belê, dîroknivîsê Kurdan yê herî navdar, mîr Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an) jî, di pirtûka xwe ye „Şerefname“ yê de bahsa hinek eşîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje: "Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reşan, Kişkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (*² rûpel:191).

Her weha, gava mirov baş li ser vê xarîta xwarê jî binêre, meriv dibîne ku erdnîgariyaçiyayên Xendeqiyan bi navê “çiya yê Khaldî” (Xaltî)ya jî hatiye kifşkirin û hingê ji çemê “Yanar Suyu” re jî gotine “Ava Yezîdxanê”.

Ava Yezîdxanê

Çiya yê Khaldî (Xaltî)ya

Redwan
Çavkanî*³
Min jî di rûpelên pirtûkên xwe de daye xwanê kirin ku, Xendeqanî ne tenê navê eşîrekiye. Xendeqanî, navê herêma ku gelek eşîrên me Êzdiyan lê jiyan e. Ev herêma Xendeqiyan li navçeya Qubîn(Beşirî), Batman, Heskîfê ye û yek ji deverên Ezdahiyan ya herî kevn e .

Li ser vê xarîtê de jî xwanê dibe ku çiyayê Xendeqiyan ji bakur-rojhilatê Batmanê bi qasê 8 km pêve, li ser rêya diçe Merdînê(D955), dikeve milê çepê destpêdike, ji wir diçe ber ava çemê dîcle û pira bajarê Heskîfê. Ji ber çemê dîcle li ser milê çepê jî diçe heta serê herdû ava. Ji ber çemê “Ava Êzîdxanê- Yanar Suyu” li ser milê çepê diçe heta bakurê gundê Dûşa(Kumgeçit), Malêbiniyê, Mizareşê, ji wir dertê diçe heta derdora gundê Şimzê(Oğuz) û jî heta cardinê dizivire ser rêya Merdînê(D955).

Ji ber ku bîst salênmin jî di nav vêerdnîgariya çiyayên herêma Xendeqiyan de derbas bune, ez baş dizanim ku, di nav çiya yê „Khaldî „ Xendeqiyan de gelek kele, zinar, sarince, deşt, şikeft, gelî,newalên kûr ûbi taybetî jî tenê li Heskîfê(binêren li ser wêne rastê) nêzî 15 hezar şikeft hene. Ev herêma, yek ji ciyê şûnwarê Kurdan yê herî kevn e.

Navê hinek şikeftên ku bûne şûnwar û sitara Êzdiyên li herêma Xendeqiyan ev in:

Şikeft-ên:
Çinêriya, Zêwê, Baleka, Siloderka, Qelo, Sîxwira, Sina Xirabe, Geliyê Nêrmê(Kela Vireyten), Geliyê Heşîşanê, Malê-biniyê, Sinê, Emer, Qerehê( li binê şikefta Emer e in), Qurê, Berzaneka, Gundê Şikefta
Gêrê, Mexera Kerê, Qirna, Zivinga, Şikeftestûn, Girê-Mator, Çale Rijiyê û hwd. Her devereke ku şikeft lê hene, li wirê bi hindikayî Sarinceyeke avê jî heye.

Ez bawer nakim ku, ev şikeft û sarencên avê yên ku piraniya wan di zinaran de ne û meznaiya wan di navbêna 20-500 m²ye, bi destan hatine kolandin. Lê, eşkere ye ku gelî, zinar, şikeft û kele di dema destpêka şaristaniyê de ji bo ku mirov xwe lê bisitirin û di dema şer de xwe biparêzin hatine bikaranîn. Ji xwe di zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî baş xwanê dibe ku gelek ilimdar, babçak, qewal, dewrêş û rihaniyên olî di nav şikeftan de rê û rismên ola xwe naskirine. Lewma hêjî gelek cejnên olî û parêzgehên pîroz di şikeftan de hene. Wêne ji ber çavk.:4

Gelek dîrokzane û lêkolîner jî mîna zargotina me dibêjin ku, şikeft bûne symbola gelek berxwedan û serhildanên me Kurdan. Rola şikeftan di nav çîrok, şano, efsane û romanen cîhanê û bi taybetî jî di nav yên me Kurdan de gelekî mezine.

Lê mixabin, gelek kesên Kurd nikaren (anjî naxwazen?) eşkere bahsahêza bav, kal, mîrek, oldar û serokeşîren me Êzdiyan, yên ku di nav van dever û cîhên asê de li dijî êrîşkar û dagirkerên Kurdistanê berxedane biken. Lewma jî bigumanim, arkeolog û dîrokzane bi tarîxa şaristaniya Ezdahîtiya ku di nav şikeftên erdnîgariya Kurdistanê de destpêkirye nizanen. Û çi gava rêveberên şînawara, arkeolog û dîrokzan li ser van kele, zinar, sarince, deşt, şikeft, gelî û newalên çiyayênku Êzdî lê jiyane baş lêkolîn bikin, ewê jî bivînin, ev wargehên Ezdahiyan paytexta padîşahê cin, perî û hemû mîrekên Kurdan bûne. Wênê ji ber çavk.:5

Hêvîdarim ku Kurd dîroka şûnwar û kevnariya çanda bav-kalên me rast bidine naskirin û parastin.

Kemal Tolan 31.10.10

Çavkanî*:

  1. Kemal Tolan, Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma HesenkêfêI û II -
  2. Şerefxanê Bedlîsî , ŞEREFNAME(berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam kiriye k.t.)-Tarixa Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî 1998 Swêd
  3. Ev Xarîte ji ber Kitêba Dr.P.Müller Simonis, Durch Armenien, Kurdistan und Mesopotmien Meinz 1897, hatiye girtin.
  4. Receb DILDAR - Li Wêranşar perestgeha Êzîdiyan- 2007
  5. Dr. Mehmet Demirtaş, http://toplumvetarih.blogcu.com/ ,http://www.ahlat.gov.tr/default.asp?id=70

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.