بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Di salvegera Leyla Qasim de pêşangeh vebû

Xaneqîn, 13 Gulan (AKnews) – Di 37emîn salvegera bidarvekirina çalakvana kurd Leyla Qasim ji hêla Rejîma Baes ve de, pêşangehek wêneyan li bajarokê Xaneqînê hate vekirin.

Di pêşangehê de ku li hola Navenda kultûrî ya Xaneqînê vebûye, gelek wêneyên “bûka Kurdistanê” Leyla Qasim ên digel malbat û hevalên wê di qonaxên xwendinê de hatine raxistin.

Pêşangeh bi hevkariya Sekreteriya Yekîtiya Afiretên Kurdistanê û Yekîtiya Afiretên Germiyanê hatiye vekirin.

Sebîhe Qasim xuşka Leyla di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand, “Berî bidarvekirina Leyla, bavê min nav çavên wê maç kir, ez wê rojê jibîr nakim û ez û malbata xwe gelek şanaziyê bi wê rojê dikin.”

Sebîhe bal kişand ku Leyla gelek bi wêrekî û azayane daxwaz kir ku li pêşiya herçar hevalên wê bê bidarvekirin.

Siyasetmedar û çalakvana kurd Leyla Qasim di sala 1952yê de li bajarokê Xaneqînê hatiye dinê û beşa Civaknasiyê ya kolêca Edebiyatê li Bexdayê xwendiye û di warê rojnamegeriyê de xebitiye û endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.

Di 29ê nîsana sala 1974ê de, Leyla Qasim û mêrê wê û hejmarek ji hevalên wan wê ji hêla hikûmeta wê demê ya Iraqê ve hatine girtin û cezayê bidarvekirinê ji wan re hate birîn û ceza di 12yê gulana sala 1974ê de hate bicihanîn.

Nûçe: îs
Wergêr: hm
(AKnews)
http://aknews.com/ki/aknews/1/239205/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.