بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dezgeha Aras dîroka wêjeya kurdî belav kir

Hewlêr, 8 Tebax (AKnews) – Dezgeha Aras pirtûka taybet bi dîroka wêjeya kurdî ji nivîsîna Dr. Marif Xeznedar di 7 belgeyên mezin de çap kir.

Her beşa vê pirtûkê taybet e bi serdemeke dîroka wêjeya kurdî, ku nivîser ji sedsala 14’an ve destpê dike û heya dawiya sedsala 20’an berdewam dibe.

Belgeya yekem a dîroka han taybet bi destpêka wêjeya kurdî heya sedsala 4’am û belgeya duyem jî behsa dîroka wêjeyê di sedsalên 14 û 18’an dike, belgeya 3’em taybet bi nîva sedsala 19’an anku 1801 heya 1850, ji nîva sedsala 19 û destpêka sedsala 20’am li 1851’an heya 1914’an di belgeya 4’ê de belav dibe.

Belgeya 5’am taybet bi dîroka wêjeya kurdî piştî her du şerê cîhanî yê 1’ê û 2’ê, nivîser her du belgeyên 6 û 7’an terxan kiriye bo dîroka wêjeya kurdî di du beşan de ji 1945’an heya 1975’an.

Ev bo yekem car e dezgeha Aras hemû belgeyên dîroka wêjeya kurdî ya Dr. Marig Xeznedar belav dike.

şm AKnews

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.