بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Albûma Nû a Nizamettin Ariç

Albûma bi navê AZADÎ kuNizamettin Ariç çend sal in bi hûrbînî li ser kar dikir û ya ku ji 10 besteyan pêk tê bi tevkariya Teyra Produksiyon û Kalan Müzik ronahî dît.

AZADÎ yek ji xebatên sereke ê muzîkî ye ku di salên dawîn da di muzîka kurdî hatiye amade kirin. Bi vê xebatê carek din giraniya hunera NizamettinAriç di muzîka kurdî da dîyar dibe.

Çewa tê zanîn N. Ariç xebatên xwe li ser bingeha projeyan amade dike. Wî ji bo projeya vê carê berhemên helbestvanên me ên ji herêmên Kafkasya başûr hilbijartiye.

Ariç li ser peydabûn û pêşketina vê projeyê van agahiyan tîne ziman:

“Her çiqas ev demek dûr û dirêj e ku nivîsandina vê projeyê di serê min da hebû jî, lê belê her car min bi hêviya ku hin helbestên balkêş û pir aşkerenebûyî bibînim, xebata xwe paşda davêt. Ji aliyê din va min li ser xwe kiribû bargiranî ku vê carê di muzîk û şiroveya deng da xebateke ji yên berê baştir û balkêştir pêkbînim.

Rojekê li Frankfurtê hemşehriyê min ê hêja Mehmet Gültekin helbesta Eskerê Boyik ‘Qîzika Govendê’ da min û got, ‘hela vê helbestê bixwîne, ez piştî 10-15 deqîqan vedigerim, em li ser biaxifin’ û çû. Min fahm kiribû ku ew çi dixwaze bibêje. Min di emrê xwe da ti car di demeke evqas kurt da ji helbestekê ra besteyek çênekiribû. Heta ew vegeriya min ji bo helbestê ra besteyek nû qedandibû jî. Piştî guhdarkirinê wî bi çoş û kêfxweşî ez hembêz kirim, gelekî dilşad bû. Her wisa dostê min ê hêja Wezîrê Eşo li Brûkselê pirtûkên Ferike Usiv ‘Hisret, û Kêrdiga Kilama’, çend helbestên Simoyê Şemo û yên din ên Kurdên Ermenistanê ku wî bi xwe wergerandibû li ser latînî dan min. Eskere Boyik jî jixwe helbestên xwe ên nû û pirtûkên wî ên ku çap dibûn ji min ra dişand. Bi vî awayî ji bo projeyek nû di destê min da gelek helbest berhev bûbûn. Êdî dem dema xebatê bû!”

Nizamettin Ariç bi alîkariya hin pêşniyariyên dost û hevalên xwe ên dilsozên edebiyatê û bi hûrnêrînî dest bi hilbijartina helbestan kiriye. Pişra jî dor hatibû nivîsandina besteyan. Ariç dibêje: “Dema ez besteyan amade dikim, ji bo her helbestekî bi deng û meqamên cûre melodiyan dinivîsim û piştî lêhûrbûnekê, kîjan assiciationên ji wan baştir helwesta min û a helbestvan tîne ziman wê hildibjêrim.”

Di derbarê vê pêvajoya amadekirinê da hunermendê me dîsa weha dibêje:

“Herçiqas di vê heyamê da min şev û roj kardikir jî, lê belê ji bo introyeke kurt rê li pêşiya min venedibû, min dinivîsand û dîsa reş dikir, hevokek muzîkal û melodiyek goreyî dilê min pêk nedihat. Di heman demê da li Berlinê dostê min, nivîskar Sewqeddîn Îssa ê ku li ser Êzdiyan xebatan dike, di sohbetekê da ji min ra got ku hejmara Êzdiyên li Kurdistana Bakûr daketiye bin 300 kesî. Ji wê rojê pêva ev mijar ji serê min derneket. Bi min ra paradoksek peyda bû; ji alîkî gelek xemgîn bûbûm, lê ji aliyê din da jî rê li ber min vebû û fantaziya min a muzîkal yekden berfireh bû. Êdî ez her roj bêwestan dixebitîm û min bi lez û bez bestek li pey yekê diqedand. Bi vî awayî min melodiyên bingehîn ên vê albûmê di demeke kurt a bi qasî 10 rojan da pêk anîn. Min piştra di van melodiyên ku min nivîsandibûn da guhartinek mezin jî nekir, ew bi heman awayî man. Bi serda min ji besteyên ‘Azadi’ û ‘Gozel’ ji her yekê sê deqîqe kêmtir kir.

Piştî qedandina awazên ji bo helbestên Eskere Boyik û Fêrikê Usiv min dest bi nivîsandina besteyan ji bo helbestên Rizaliyê Reşîd, Simoyê Şemo, Eminê Evdal, Mikayîlê Reşîd, Casimê Celîl, Karlenê Çacanî, Qacaxê Mirad, Taharê Biro, Şikoyê Hesen, Şamil Eskerov, Tosinê Reşîd, Seîde Îbo ve Çekezê Reş jî kir...”

Sedemeke din jî, ya ku Kurdên Ermenistanê di hunermendê me da îlhamek evqas xurt peyda kiriye, ew e ku kalikê wî Cevoyê Misto li Rewanê hatiye dinê. Cevoyê Misto di dema şerê cîhanê ê yekemîn da bar kiriye û hatiye li Agirî bi cîwar bûye. Ariç di zaroktiya xwe da gelek çîrok li ser kalikê xwe û pismamên wî ên ku wî li demê li Rewanê hiştibûn bihîstiye. Ji ber vê yekê jî wek di serrûpela CD da jî xuya dibe, Ariç ev xebata xwe diyarî kiriye bo bîranîna kalikê xwe. Di amadekirina vê pojeyê da her wisa bandora bernameyên radyoya Rewanê para kurdî li ser sosyalîzsyona muzîkî a Ariç û rola dostaniya wî a bi ronakbîr û şairên Kurd ên Ermenistanê jî henin. Çawa tê zanîn Ariç fîlma xwe a bi navê ‘Kilamek ji bo Beko’ li Ermenistanê çêkiribû, di wê çarçovê da têkiliyên bi dostanî bi Kurdan ra danîbû û ji wan helbestvanên wekî Rizaliyê Reşîd û Tosinê Reşîd di vê fîlmê da wek hunermendên artîst cîh girtibûn.

Li ser bikaranîna aletên muzîkî û amadekirina melodiyan jî Ariç dibêje:

“Ez di dema nivîsandina besteyan da pêşiyê li ser wê yekê jî fikirîm ku bingeha muzîkê li ser enstrumanên ku Kurdên Rewanê û Serhedê bikartînin, ango li ser bingeha muzîka Kurdî a bi awakî sade û otantîk amade bikim. Lê belê ez piştra ji vê fikrê dûr ketim û vegeriyam li ser rengîniya muzîka rojava a kontrapuntal a ku min hin di berê da bo mûzîka Kurdî wergirtibû. Piştî gelek salan min cardin pîyano bikaranî. Wek di hin albûmên min da aletên bi têl ji Violin, Cello û Kontrabas pêk hatîn. Min cara pêşîn di mûzîka xwe da trompet, saksofon û trombone, li rex gîtara klasîk a bi laylon min gîtara bi têlên pola jî bikaranîn. Di vê albûmê da jî wek her car aletên me ên Kurdî min bi xwe lêxistin.”

Gotinên kilamên vê albûmê ji helbestên du şaîrên me ên xurt û navdeng ên wêjeya Kurdî wek Fêrikê Usiv û Eskerê Boyik hatine hilbijartin. Ji her yekî ji van helbestvanan pênc helbestan tê da cîh girtine ku mijara wan bi xweza, welathezî, evînî, azadî û wekhevî hatiye hûnandin. Herdu jî şairên heman demê nin û her yekî ji wan gelek pirtûkên helbestan weşandine. Helbestên Eskerê Boyik ji sala 1979 virda bi latînî jî tên weşandin, yên Fêrikê Usiv jî ev sal in ku ji alfaba kirîlî bi ser a latînî tên wergerandin û çapkirin. Cihê berhemên Kurdên Kafakasya Başûr di dîroka wêjeya me da pir girîng û xurt e û divê ew rojek pêşda bi alfaba latînî jî ronahî bibînin ku bigihîjin destê edebiyathezan.

Di albûmê da kilameke gelekî balkêş û cûda helbesta Eskerê Boyik a bi navê ‘Zarotiya me’ ye ku şerê Kurdan li dijî faşîzma Almanya Hîtler ê di rêza artêşa sor a Sovyetê da tîne ziman. Awaza vê babetê bi vî awayî di mûzîka Kurdî da cara pêşîn ji aliyê Nizamettin Ariç da tê nivîsandin û stran. Her weha di strana ‘Azadi’ da mesaja daxwaza azadiyê ji bo Kurdan û hemû merivan, bi ‘Na!’yê banga bi hezaran li dijî şer, di ‘Çiyayêd mine’ da hezkirina Kurdan bo çiyayên xwe û bandora wan li ser jiyana me, di ‘Kilam evda ra heval-hogir e’ da rola mûzîkê li ser jiyana giyanî a merivan tên ziman. Kilamên wek ‘Ez şah im’, ‘Delala min’, ‘Serê sala serê meha’, ‘Gozel’, ‘Dil ji min bir’ û ên mayîn ji ber mijarên felsefîk û serhatiyên ji evînên delal û paqij berhemên mayînde nin û wê herdem bên guhdarî kirin. Ariç dibêje: “Ev albûm di nav berhemên min da cihekî gelekî taybet digire.”

Hunermendê me ku piştî demeke dirêj ev albûma nû a giranbuha diyarî dilxwazên mûzîkê kir, bi minasebeta weşana ‘AZADÎ’yê dibêje:

“Her çiqas ev 30 sal in ku ez ji welatê xwe cîhilbûyî û bi hezaran kilometre ji bi her awayî ji gelê xwe bi dûrxistî bim jî, ti car hêviya min a ji bo bidestxistina azadiya gelê min, jiyaneke aşitiyana bi gelên ciran ra li ser bingeheke rêzgirtinî û wekhevî kêm nebû. Ez hêvidar im ku ev albûm a ku min bi hestên hesretdarî û gelek paqij nivîsî û şirovekir ji aliyê merivên li welatê min bi heman hestan bên guhdarî û fahm kirin...”

Mehmet Gültekin

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.