Dibêjin her teyr bi refê xwe re, an jî ku tu ji refê xwe dûr bikevî, gur ê te bixwe. Ê me jî ew hesab e, em li refê xwe digerin, da ku pev re bifirin li ser wan zozan, çîya û banîyên welatê me yê qedîm û pîroz.
Îcar refê me çi ye gelo? Bê guman Kurd û Kurdistanîbûn an jî Kurdayetî refa me ya berfireh, mezin û gewre ye. Lê di nav vê berfirehîyê de jî dîyar e ku kategorî hene. Aha ez jî wê kategorîyê qest dikim. Kurd û Kurdistanî, lê di heman demê de evîndar û parêzvanê zimanê Kurdî, hewl dide ku wî di nav jîyana xwe de jîndar bihêle, nehêle ku bê tefandin, eynî wek agirê Newrozê her tim zindî û jîndar bike, pif bikê.
De hema bi kurtî, merheba Kurdîhezno, dema we xweş û geş!!
Mancel
Min zanîbû...
Min zanîbû, silaba min ê bi awakî bersîvekê bistîne, dikane wek silav, silam û hwd be, lê li erdê namîne, ber avê re nare; ji xewla Eyşe Şana gorbihişt, çima ku ew bi Kurmancî bû. Dê derkevin, ji vir, ji wir Kurdîhezên şêrîn, wê hawirdorê germ û nerm bikin bi wê denganîya xoşewîst a Kurdî.
Hemwelatîyê Şêrîn dibe ku hemwelatîya me qaşo be ji bo dagirkeran, bila wisa be jî, çêtir e ji hemwelatîbûna rastî ya dagirkeran; lê dê ew roj jî bên, bîhna wan ji nuha de tê, em ê jî wek her kesekî bi hemwelatîbûna xwe serbilind bin. Gelekî sipas ji bo bersîva te; pir kêfxweş bûm; bi hêvîya ku hevalên din ên Kurdîaxêv jî xwe bera nav qadê din, his û hestên me bi wan dengên muzîkal ên Kurdî bişon, birengînin. Ji nuha de ji wan re jî bêjim, dema we xweş.
Mancel
Silava Xerxwaza, Ser Sera u Ser Cava