Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 20 September 2008

[b]NEMA DIQETIM[/b]

[img]http://www.amouda.com/mahsum-nisebini.JPG[/img]
Mehsûm Nisêbînî

Ger tu bi min
ez bi te bim
wê bi rengê te
ne pijim
û te
bes bibê diranê hestî kevêj
rehên min
dirêjî derya bûn
nama bi ziwahî diqetin
û tu
hê di kevneşopî de
kok dibe
ji xwe wenda
ling li erdê difirî
ling li hewa
di qirka xaliq de
bi zimanê mewlan
pêçana mîjokdar dibe
û di mêrgên xwe de
min diqusîne
bi destê yek baq
dirizim
di fira zanistê jan rêsîn de
diçilpim
û bi birçîbûna min
tu têr dibe
qolincên sar li têkiliyan
diçîne
li canda min
diçerê
li keviya xwêdana eniyan
dizirê
û her jêr û jor dijene
li eynika çavên min
xwe mabîne
û har har bi ser
şaristaniya mirovahî de
dirijê
tu kiye?..
ziraviya min
dikê stûna jiyana xwe
û giriyê bi ken tê der
dilorîne
bihara şîreşîn diqêrîne
gorme gormê difûrîne
sinbilên giwîn disotîne
û min
di çerxa aş hêrîn de
diteqîne
û tu
di bin fera ramanê xwe de
dimirî
ger tu
li min
poşman nebî!

Tîrmeh 2005
[b]Mahsum Nisebini[/b]

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.