Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 16 December 2008

ZİMAN Û ELİFBAYÊ PİRTUKÊN OLA ÊZIDÎYAN
Wergêr: Aso Zagrosi

Li babet ayîn, dîn, dîyanet, xasîyet, jiyan û şerê Êzidîyan pêşberî dujminê xwe, gellek nivîsar, pirtûk û kovar hatine belavkirin. Mesele heta navê sed û pêncî pirtuk û nivîsarên Kurd di babet Êzidîyan de û bîblîografîya Kurdnasîyê de bi yeko-yek hatine nîşankirin(1). Mamosteyê birêz Şakir Fetah jî wek bîst û pênç navê pirtûk û nivîsarên li babet Êzidîyan di pirtûka xwe de ( Êzidîyekan û Ayînî Êzidî, Silêmanî, sala 1950) yeko-yek nivîsîye...

Di vê nivîsara xwe de, ez her bi tenê dixwazim derheqa nivîskar, ziman û Elifbayê pirtûkên ola Êzidîyan, ên ku çapkirî, çend qisan binivîsim.. Di dinyayê de eşkere ye, ku du pirtûkên ola Êzidîyên Kurd hene. Ew pirtûk evanin: Kitêba

CÎLWE û MESTEFA REŞ....

Di babet van herdu pirtûkan de gellek nivîsar bi cure-cure zimanan hatine nivîsandinê.. Ew merivên ku di derheqa van pirtûkan de nivîsîne, hemû rojhilatnas in. Her yek ji wan bi fikrekê di derheqa babetê de nivîsîne.. Lê heta niha eşkere nebûye kê ev pirtûkana nivîsîye û kengê berê pêşîn ew bi çi zimanî hatine nivîsandinê?

Meram û mebesta min ew e, ku di vê nivîsarê de bi van pirsan ve mijul bibim û bersiva van pirsan bidim. Gellek lêgerok(lêkolîner) dinivîsin, ku di sedsala 11-12'an ango zemanê xaçperestîyê de pirtûkên dînê Êzidîyan, nivîsandina wan ne eşkereye. Mesele C. Lawkotka di pirtûka xwe a “Pêşketina Nivîsarê“ de( Moskowa, sala1959 rupelên 134-135) dinivîse: “ Heta niha wextê nivîsandina vê heykelê li pitûkên ola Êzidîyan ne eyan e“. O. L. Wilcevski jî di dîsertasyona xwe a li ser “Tekstên Êzidî“ de dinivîse, ku ew pirtûk di sedsala 17'an hatine nivîsandinê(2)Lê Mamoste Şakir Fettah jî bi gor gotinên merivên din dinivîse: “Nusrawe rasteqînekan nîn, renge sed û penca salêk le mew pêş nusrawbêtewe“(3). Belaam qet kesek ji wan lêgeranan meseleyekî bi îspat, gorin û fikira xwe nayine pêş û nîşan nake. Usa jî lêgerok îspat nakin, cara pêşîn ew pirtûk bi zimanê Erebî hatine nivîsandin an jî bi Kurdî..

Bi nivîsara Mamoste Şakir Fettah em pêdihesin, ku bi gotina zanayê ereb S. Dimlucî, ku: “ Nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan berê pêşîn yan Ereb bûn yan gawir bûn yan jî merivên rafizî bûn“.

Mamoste Şakir Fettah usan jî dinivîse, ku bi gotina Nurî Paşa: “Nivîskarên van pirtûkan Nesturî bûn“.. Lê, Şakir Fettah bi xwe fikra xwe safî nabêje û dinivîse: “ Katî danerîşyan yek nîye, danerîşyan her weha yek kes nîye“(4). Bi fikra min nivîskarê van pirtûkan ne Ereb, ne gawir, ne Nesturî û ne jî rafizî bûn.

Eger nivîskarên wan Ereb, Nestûrî, Gawir û rafizî bûyana, ji bo çi wan ew bi zimanê xwe nenivîsîn? Ji bo çi wan ew bi elifbayekî cuda nivîsîne? Ev pirsana ne eyan in. Usan jî ne eyane sebep çîye nivîskarên van pirtûkan ew bi elifbayê ne eyan û ne belav nivîsîne?

Hinek nivîskar dibêjin, ku tekstên ola Êzidîyan bi dizîne, nivîskarên wan bi tirsa xwe nikaribûn wan tekstan bi zimanê Kurdî û elifbayê Erebî binivîsyana. Bi fikra min ne wa ye. Em dizanin ku, di dîrokê de i nav sedsala 11-13 di welatên Rojhilata Nêzîk de gellek destnivîsar li dijî prensîpên ola musulmanîyê bi zimanê Erebî yan jî bi zimanê Farsî hatine nivîsandin. Usan jî eyane ku di nav wan sedsalan de cure-cure komên rafizan, serokên cure-cure komên mezheb û olan, bîr û bawerên xwe ên dînî bi zimanê Erebî nivîsîn. Bi fikra min nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan jî, karibûn ew tekstên ola Êzidîyan binivîsandana... Lakîn wana ewa nenivîsîne, bi zimanê Kurdî û elifbayê serbixwe û xwerû nivîsîne. Pirs jî tê kirinê: Ji bo çi nivîskarên wan pirtûkan ewa nivîsîne? Bersiva vê pirsê ev got û bêj e: Nivîskarên wan pirtûkan eslê xwe Kurd bûn. Ji ber vê yekê, wan xwastiye nivîsara xwe bi elifbayê serbixwe û xwerû binivîsin û bi vî cureyî bidin, milletê Kurd xwedanê ola serbixwe ye, xwedanê elifbayê xwerû ye.

Li vira pêwîst e bê gotin: Dibe berî nivîsandina van pirtûkan ev elifbaya hebûye? Dibe jî wextê nivîsandina wan pirtûkên ola Êzidîyan, nivîskaran bi xwe ew elifba pêkanîye? Em vê pirsê nizanin. Lê pêwîste em bêjin, ku nivîskarên wan ew bi elifbayekî xwerû û serbixwe nivîsîne nek ji tirsa xwe, nek ji ber wê yekê ku merivên musulman pênehesin û pey van negerin, wan negirin û ne kujin...

Sebep ne ev e. Sebep ew e ku, yan elifbayê Êzidî ji mêj ve hebû, an jî nivîskarên wan pirtûkan teze ew elifba pêkanîn û xwastin nîşan bidin, ku milletê Kurd xwedanê şaristanîya xwerû ye, xwedanê ola xwerû ye û xwedanê elifbayê xwerû ye....

Dinivîsin ku pirtûkên ola Êzidîyan bi destê merivên ne Kurd hatine nivîsandinê. Eger wisa be, çima di wan pirtûkan de kêmasî û şaşîyên ziman tûne ne. Bi fikra min her çende wan baş zimanê Kurdî zanibûyana, dîsan wan dê li têda şaşiyên rêzimanî binivîsîyana... Lê, bi nihêrîna min ez dibînim ku di tekstên Anastas Marie ên çapkirî de qet şaşiyek rêzimana zimanê Kurdî tune. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku nivîskarên pirtûkên ola Êzidîyan merivên Kurd bûn. Pêwîste dîsan bêjin ku Betnerê Îranzan, ê ku ev pirtûk wergerandîye li ser zimanê Frensî û Anastas Marie ku di derheqa dîtina wan de nivîsîye(5) û usan jî lêgerokên din bê şik dinivîsin, ku her du pirtûk bi destê merivên Kurd bi zimanê hatine nivîsandinê. Bi vê gotinê û li ser binaxa û binyata curê nivîsandî em dikarin bêjin, ku nivîskarê pirtûkên dînê Êzidîyan Kurd bûn. Ji bo ku vê pirsê zelal bikin, pêwîste em bi zimanê wan tekstan ve mijul bibin.

Di dîroka lêgerîna van tekstan de lêgerok dinivîsin , ku berê pêşîn tekstên pirtûkên ola Êzidîyan hatibûn wergêrandinê li ser zimanê erebî û paşê jî ji zimanê erebî hatiye wergêrandin li ser zimanê îngîlîzî, frensî û zimanên din.. Niha hemû tercume kom kirine li cîkî.. Cem min her bi tenê du şîveyên wan hene:

1) Yek ya çapkirina Anastas Marie ye(Fotokopîya wê tekstê bi elifbayekî xwerû ye).

2) Yek jî mamoste Şakir Fettah çapkirîye. Wî nivîsîye ku, wî ew tekst ji zimanê erebî wergêrandîye li ser zimanê Kurdî. Min têksta Anastas Marie û a Şakir Fettah beramberî hevkirin û ez pêhesîyam ku, li gellek cîyan cewazî û cudayî di nav wan de heye.
Ev nîşan dike ku Mamoste Şakir Fettah, an tekstên xwe rast wernegerandîye, an jî divêt erebî ên ku Şakir Fettah jê wergerandîye ji tekstên Kurdî ên din hatiye wergerandin. Lê, li wira ez nikarim binivîsim ji kîjan şîveyî tercuma erebî hatiye wergerandinê, ji tekstên eslî an jî ji tekstên ne eslî? Ji ber vê yekê jî, ez nikarim safî bikim kîjan tekst ê eslîye, an nêzîkî teksta berê pêşîne.

Pirsa qurs ew e, ku qet di tekstekî de sala nivîsandina wan nehatiye nîşankirinê. Lê, herçend tekstên Anastas Marî bi elifbayekî cuda û xwerû hatiye nivîsandinê û elifbayê wî jî ne erebî, ne nesturî û ne jî
Yehudî ye. Ez difikirim ku, teksta Anastas Marî a eslî ye an jî şîveyekî berê pêşî ye.

Hewes û enteresa min bi teksta Anastas Marî ve heye. Ji ber ku, bi alîkarîya lêgerîna wî em dikarin safî bikin ji bo çi ew bi elifbayê erebî nehatiye nivîsandinê? Ji bo çi bi arîkarîya elifbayekî din hatiye nivîsandinê?

Hemû lêgerok dinivîsin, ku pirtûkên ola Êzidîyan bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin. Mesele, C. Lawkotka di kitêba xwe “Pêşketina Nivîsarê de di rupela 135'an de dinivîse: “Zimanê van herdu pirtûkan zarave Kurdî cîgaye“. Mamosta Şakir Fettah jî dinivîse: “ Êzidîyekan her du nusrawî ayîneyan heye: Cilwe û Mistefa Reş, herdukîşyan bi zimanî Kurdî nusrawenetewe“.(6) Ev gotinên jorê rast in, lê heta niha nehatiye gotin û nivîsandin bi kîjan zaravê Kurdî ew pirtûkana hatine nivîsandinê. Di Kurdnasîyê de heta niha texmîn dikin ku, ev pirtûkana bi zaravê Kurmancîyê hatine nivîsandinê. Ji bo vê texmînê jî gotûbêjên jêrîn wekî belge nîşan didin:

1)Êzidî bi zaravê Kurmancî diaxivin,
2)Kakilê pirtûkên nivîsandî, ê dîn û ayîna Êzidîyane, her bi tenê divêt dîn û dîyaneta wan Kurmancî nivîsandî be....

Lê pêwîst e bêjin, ku bi arîyarîya lêgerîna lêgerokên berê û bi lênihêrîna xwe li tekstên Anastas Marî, ez hatime li ser wê fikrê, ku pirtûkê dînê Êzidîyan bi zaravê Kurmancîyê nehatine nivîsandinê, bi Soranî hatine nivîsandinê...

Di dîroka lêgerîna van tekstan de lêgerok dinivîsin , ku berê pêşîn tekstên pirtûkên ola Êzidîyan hatibûn wergêrandinê li ser zimanê erebî û paşê jî ji zimanê erebî hatiye wergêrandin li ser zimanê îngîlîzî, frensî û zimanên din.. Niha hemû tercume kom kirine li cîkî.. Cem min her bi tenê du şîveyên wan hene:

2) Yek ya çapkirina Anastas Marie ye(Fotokopîya wê tekstê bi elifbayekî xwerû ye).

2) Yek jî mamoste Şakir Fettah çapkirîye. Wî nivîsîye ku, wî ew tekst ji zimanê erebî wergêrandîye li ser zimanê Kurdî. Min têksta Anastas Marie û a Şakir Fettah beramberî hevkirin û ez pêhesîyam ku, li gellek cîyan cewazî û cudayî di nav wan de heye.
Ev nîşan dike ku Mamoste Şakir Fettah, an tekstên xwe rast wernegerandîye, an jî divêt erebî ên ku Şakir Fettah jê wergerandîye ji tekstên Kurdî ên din hatiye wergerandin. Lê, li wira ez nikarim binivîsim ji kîjan şîveyî tercuma erebî hatiye wergerandinê, ji tekstên eslî an jî ji tekstên ne eslî? Ji ber vê yekê jî, ez nikarim safî bikim kîjan tekst ê eslîye, an nêzîkî teksta berê pêşîne.

Pirsa qurs ew e, ku qet di tekstekî de sala nivîsandina wan nehatiye nîşankirinê. Lê, herçend tekstên Anastas Marî bi elifbayekî cuda û xwerû hatiye nivîsandinê û elifbayê wî jî ne erebî, ne nesturî û ne jî
Yehudî ye. Ez difikirim ku, teksta Anastas Marî a eslî ye an jî şîveyekî berê pêşî ye.

Hewes û enteresa min bi teksta Anastas Marî ve heye. Ji ber ku, bi alîkarîya lêgerîna wî em dikarin safî bikin ji bo çi ew bi elifbayê erebî nehatiye nivîsandinê? Ji bo çi bi arîkarîya elifbayekî din hatiye nivîsandinê?

Hemû lêgerok dinivîsin, ku pirtûkên ola Êzidîyan bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin. Mesele, C. Lawkotka di kitêba xwe “Pêşketina Nivîsarê de di rupela 135'an de dinivîse: “Zimanê van herdu pirtûkan zarave Kurdî cîgaye“. Mamosta Şakir Fettah jî dinivîse: “ Êzidîyekan her du nusrawî ayîneyan heye: Cilwe û Mistefa Reş, herdukîşyan bi zimanî Kurdî nusrawenetewe“.(6) Ev gotinên jorê rast in, lê heta niha nehatiye gotin û nivîsandin bi kîjan zaravê Kurdî ew pirtûkana hatine nivîsandinê. Di Kurdnasîyê de heta niha texmîn dikin ku, ev pirtûkana bi zaravê Kurmancîyê hatine nivîsandinê. Ji bo vê texmînê jî gotûbêjên jêrîn wekî belge nîşan didin:

1)Êzidî bi zaravê Kurmancî diaxivin,
2)Kakilê pirtûkên nivîsandî, ê dîn û ayîna Êzidîyane, her bi tenê divêt dîn û dîyaneta wan Kurmancî nivîsandî be....

Lê pêwîst e bêjin, ku bi arîyarîya lêgerîna lêgerokên berê û bi lênihêrîna xwe li tekstên Anastas Marî, ez hatime li ser wê fikrê, ku pirtûkê dînê Êzidîyan bi zaravê Kurmancîyê nehatine nivîsandinê, bi Soranî hatine nivîsandinê... Dom dike.....

Wergêr: Aso Zagrosi

slaw ez dixwazim di seride xeletekiya te serrastkim!! CÎLWE û MESTEFA REŞ.... (ez bahwerim be hemdi cebüye ) MESTEFA ne rastê !! pewiste MISHEFE RÊ$ hatibana niwisandin!! ji berkü kesê nü bi xwenin bi xeleti di serêwandê cih nê girêe!! spas Nemirdani

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.