Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 31 July 2009

Peyamner PNA - Evroj cihgirê serokê Amerîka Josef Biden di peywendîyeka telefonî de pîrozbayî li serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir, ji ber ku wî di hilbijartinên 25 evê mehê de serkevtin bi dest ve anî. Herweha Josef Biden pîrozbayîya serkevtina evê prosesê jî li serokê herêma Kurdistanê kir...

Di beşekî dinê evê peywendîya telefonî de, Josef Biden kombûna dawîyê ya navbera serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û wezîrê berevanîya Amerîka Robert Gates da nîşandan û kombûna han jî bilind nirxand û sipasîya serokê herêmê jî kir, ku wî biryar daye ku dê carek din diyalog di navbera Hewlêrê û Baxdadê de dest pê bibe.

Josef Biden ji serokê herêma Kurdistanê re ragihand, ku we da xuyakirin ku hun herwek çewa berê cengawerekî mezin û bi qedir bûn û niha jî siyasetmedarekî mezin û bi qedir in.

Serokê herêma Kurdistanê jî supasîya Josef Biden kir ji bo evê peywendîya telefonî û prosesa hilbijartinên Kurdistanê jî bi serkevtineka mezina herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî wesif kir.

Di dawîya evê peywendîya telefonî de, cihgirê serokê Amerîka Josef Biden piştevanîya xwe û serokê Amerîka Barak Obama ji serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re da nîşandan û hêvîya serkevtinê jî jê re xwest.

Peyamner PNA - Bi boneya serkevtina wî di hilbijartinên serokatîya herêma Kurdistanê de, serokê Flastîn Mehmûd Ebas pîrozbayî li serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir... Bi boneya hilbijartina wî wekî serokê herêma Kurdistanê, serokê Flastîn Mehmûd Ebas di peywendîyeka telefonî de pîrozbayî li serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Herweha Mehmûd Ebas bi boneya serkevtin û bidawîbûna hilbijartinên parliyamentê û serokatîya herêma Kurdistanê, pîrozbayî li gelê Kurdistanê kir.

ISMAIL tÛ Bixwazi an nexwazi edi dema jek perti darbes buye E kurdistanêda hina Gelek partiyê din ji mûmkûne werê awakirin u mûkune ew partiyêg nuha pêda weran awakirin salê pesiyameda werin ser hukum mumkunê Hilbijartina pêsiya meda Tevgra Goran vera ser hukum belki PDK u YNK nikarimbin Beraj derbas bikin tû bi kefa Wxe

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.