Ana içeriğe atla
Submitted by Anonymous (doğrulanmadı) on 28 June 2009

Peyamner PNA – Senatorê Amerîkayî John Makkeyn û Senator Lîberman, nameyek ji serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî re û ji serokê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandin.

Di evê nameya xwe de herdu senatorên amerîkayî tekez kirin, ku dostanîya Amerîka û herêma kuristanê berdewam e û rola Barzanî di biwarê pêşxistina herêma kurdistanê de bi bilindî nirxandin. Ev jî teksta ewê nameyê ye:

Rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma kurdistanê

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokê hukûmeta herêma kurdistanê

Di demekê de ku hevwelatîyên hukûmeta herêma kurdistanê, xwe ji hilbijartinên parliyamentê û serokatîya herêmê re amade dikin, em jî tekez dikin ku dostanîya Amerîka bi kurdên Iraqê re berdewam e.

Ew dostanîya dîrokîya navbera Amerîka û kurdên Iraqê jî, ne li ser bingeha berjewendîyeka hevpişka girêdayî demê ye, belê ewê dostanîyê rehên xwe li ser bingeha prensîpên hevpişk çandiye, ku girngtirîn prensîp jî ew in, ku divê em xwe girêdayî hilbijartineka azad, pakij û demokrasîyane bibînin û kêberîyek serbixwe, mediyayek serbixwe, civakek bajêrvan û serwerîya qanûnê hebin.

Bêtirî deh salan e, ku ne wek beşên dinên Iraqê yên ku di bin destên zordarîya Seddam Huseyn de dinaliyan, kurdên bakurê Iraqê xetîreya azadîyê û firehpartînîyê hilgirtin. Di sala 2003 de jî, gelê me û we bi hevdu re şerr ji bo azadkirina Iraqê kirin, ku ne tenê bi ewî şerrî rejîma diktatora Seddam nema, belê demokrasîyek jî pêk hat, ku hemû xelkên Iraqê dikarin li bin sîwana wê, beşdarîyê di hilbijartinan de bikin û rêberên xwe aştîyane destnîşan bikin, wek çawa ku di meha kanûna duyema evê salê de li pirranîya parêzgehên Iraqê hatin encamdan.

Bi heman şêwe, em bi germî li hilbijartinên parliyamentê û serokê herêmê dinerin, ku dê di 25, 07 de çê bibin. Em çaverê ne ku dê ev hilbijartinên han li evê deverê, ji azadbûnê, tranparensîyê û kêberîyê re bibin standardek zêrîn û dê dûrî tirsandinê û destwerdanê bin, ku ev tiştana gelek caran li rojhilata navîn çê dibin.

Em kêfxweş in jî, ku partîya opozisiyonê peyda bûye û bi şêweyekê rexneyî behsa hilbijartinan ji alîyê mediyaya serbixwe ve dihê kirin. Ev jî li kurdistanê nîşana kûrbûna demokrasîyê ye û ev jî, ji ber rêberîya we yên rêzdar e.

Ew qanûnîbûn û rastgerîya prosesa demokrasîyê ya ku dê di evan çend hefteyan de li herêma kurdistanê li jêr çavdêrîyê be, dê bibe bingeha bûna dostanîyeka herdemîya Amerîka ya bi xelkên herêma kurdistanê re.

Em hêvîdar in ku hilbijartinên 25 ê tîrmehê ji xelkên herêma kurdistanê re serkevtinek mezin be û ji bo pêşveçûna demokrasîya li evê deverê jî, qonaxeka giring be.

Em di bareya rêberîya we ya li ber çavan û prensîpane de spasîya we dikin û em hêvîdar in, ku di ayindeyekî nêzîk de derfet ji me re hebe û em serdana Hewlêrê bikin.

Li gel rêzgirtina me

Senator John Makkeyn

Senator Josef Liberman

Yeni Yorum yaz

Düz metin

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.