Skip to main content

Rola Zimên Di Pêvajoya Avakirina Neteweyê De (*) | Îsmaîl BEŞÎKCÎ

(*)16ê Adara 1988an jenosîda Kurdan li Helebceyê pêk hatiye. Ez, hemû kesên ku di jenosîda Helebceyê de jiyana xwe wenda kirine, bi xemgînî, bi bîr tînim. Dema navê Helebceyê tê gotin, behsa ji pênc hezarî zêdetir kuştina kurdan di vê jenosîdê de tê kirin. Hejmarên ku Hejarê Şamil di nivîsa xwe ya bi navê “Dinya Bo Kurdan Deyndar e, Divê Ji Wan Re Dewletek Ava Bike.” (www. kurdistan-post.eu 16 Adar 2014) de, dide bêtir rast in. Helbet lêkolîna aqîbeta birîndaran jî girîng e.
Di avakirina neteweyê de, roleke mezin ya ziman û wêjeyê heye. Dema em dibêjin wêjeya kurd, divê wêjeya ku bi zimanê kurdî tê afirandin bê heşê me. Wêjeya tirk jî wêjeya ku bi zimanê tirkî tê nivîsîn e.
Li gor qen’eta min, vegotina Kurdistanê, merivên kurd, civata kurd, wek mînak bi tirkî nabe wêjeya kurd. Ev berhem, ancax, di çarçoveya wêjeya tirk de tê nirxandin. Hûn dikarin Kurdistanê, merivên kurd, civaka kurd, bi îngilîzî an bi zimanekî dî jî vebêjin. Ev jî nikarin bikevin nava wêjeya kurdî. Wêjeya kurd, ancax dikare bi zimanê kurd bête kirin. Lîstikên zimên, estetîzekirina bêjeyan ancax bi ziman, li virê bi zimanê kurdî pêk tê. Wek mînak, pêkenokek ku bi kurdî tê vegotin, dema bi tirkî tê vegotin heman te’mê nade. Çunku lîstikên bêjeyî ancax, di vegotina kurdî de cih digirin. Bi wergera tirkî re, mane gelek xeradibe. Estetîzebûna bêjeyan, ancax bi ziman, li vir bi zimanê kurdî pêkan dibe.
Feqet, çawa ku romanên fransizek, rûsek bo kurdî têne wergerandin, pirtûkên kurdek ku bi tirkî dinivîse jî dikarin bo kurdî bêne wergerandin. Divê ev di çarçoveya wergerê de bêne nirxandin. Di pêvajoya avakirina neteweyê de, rola çalakiyên wergerê jî mezin e. Zelal e ku dê pirtûkên bi kurdî têne nivîsîn jî bo tirkî bêne wergerandin.
Lêkolînkirina rewşa nivîskar, romanûs û helbestvanên ku li ser kurd, Kurdistan, civata kurd dinivîsin ji vê hêlê ve girîng e. Berhemên van nivîskar, romanûs û helbestvanan ancax di nava wêjeya tirkî de cih digirin. Nirxandin an nenirxandina van berheman di nava wêjeya tirkî de, wek mînak, girtin an negirtina wan ya nava antolojiyek wek “antolojiya romana tirk”, “antolojiya helbesta tirk” ji mijara wêjeyîbûnê bêtir mijarek polîtîk e. Dibe ku îro di antolojiyên wek “antolojiya romanên tirk”, “antolojiya çîrokên tirk”, “antolojiya helbestên tirk” de, bo nivîskarek kurd lê bi tirkî pişrgiriyek mezin dide tekoşîna azadiya kurd û kurd/Kurdistan, gerîla, civaka kurd vedibêje cih neyêdayîn. Ev, ji helwestek wêjeyîbûyînê bêtir helwestek polîtîk e. Dibe ku ev helwesta nivîskarê kurd ji aliyê edîtor, weşangerê tirk ve xweş neyê dîtin. Ev bi dijîtiya edîtor, weşangerê tirk ya li hember kurdan ve ‘eleqedar e. Lê dema ku kêşeya kurd û Kurdistanê ber bi çareseriyê ve biçe dibe guherînên erênî di helwesta edîtor, weşangerê tirk de pêk bên.
Dikare bê gotin di navbera helwesta îngilîzek, fransizek, tirkek ku li ser kurd, Kurdistan, gerîla, civaka kurdan bi îngilîzî, fransizî, tirkî vedibêje û helwesta nivîskarek kurd de cudahiyek heye. Lê divê di serî de ev cudahî bi ziman be. Vegotina îngilîzek bi îngilîzî, Fransizek bi fransizî, tirkek bi tirkî xwezayî ye. Kêşeyek girîng di nivîsandina kurdek ne bi kurdî lê bi tirkî de heye. Helbet divê li hember pêvajoya asîmîlasyonê bê derketin. Rêya herî rast ya li hember asîmîlasyonê derkrtin jî bi awakî xurt kurdî bikaranîn e. Divê li virê, ya girîng ne berjewendiyên bazirganî bin; berjewendiyên netewî bin. Bêguman rastaxaftin na, rastnivîsîn pir girîng e.
Îro, Brezîlya netê de, li hemû welatên Amerîkaya Latîn, bi spanyolî tê axaftin û nivîsandin. Li Brezîlyayê bi portekîzî tê axaftin. Lê bi tevî vê jî behsa wêjeya Meksîka, Venezuela, Arjantînê û hwd. tê kirin. Ne behsa wêjeya spanyolî, behsa wêjeya Meksîka, Şîlî, Arjantîn, Kolombiya tê kirin. Lê cudahiyek pir mezin, di navbera bikaranîna tirkî ji aliyê kurdan ve û bikaranîna spanyolî, portekizîyê ji aliyê Latîn Amerîkayîyan ve, heye. Em bifikirin ku di dawiya sedsala 18. û di çaryeka pêşîn a sedsala 19. de, li Amerîkaya Latîn yên ku li hember spanyolîyan tekoşîna rizgarîya netewî kirin jî dîsa spanyolî bûn. Ji dawiya sedsala 16. pêve, yanî ji keşfa Amerîkayê bişûnde yên ku koçê Amerîkaya Latînî kirine spanyolî û portekîzî ne. Bi demê re ew li wirê zêdebûne, li hemberî Spanya, Portekîzê pêwîstî bi avakirina dewleta serbixwe dîtine, di vê rê de dest bi tekoşînê kirine. Divê tekoşîna Simon Bolivarî (1783-1830), Jose Martîyî (1853-1895) di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Wek mînak di serdema Simon Bolivarî de, Venezuela, Ekvator, Kolombiya, Panama, Peru, Bolivya yek bûn. Bi demê re ev welat wek dewletên cuda cuda xwe birêxistin. Wek mînak li Afrîkaya Başûr jî li hember rêveberiya îngilîzan, holandî, afrîkaneriyên ku berî îngilîzan li wirê bi cih bûbûn derketibûn.
Li virê, bi tevî ku spanyolî, portekîzî tê bikaranîn jî behsa wêjeya Spanyol an Portekîzê na, lê behsa wêjeya Venezuela, Meksîka, Kolombiya, Arjantîn û hwd. tê kirin. Reng û formên Venezuela, Meksîka, Arjantîn, Brezlyayê bi spanyolî tên îfade kirin. Ev rewşeke pir cuda ya ji axaftin û nivîsandina kurdan a bi tirkî ye.
Qirkirina nişteciyan, hilweşandina şaristaniyên Astek, Înka, Mayayê, talankirina dewlemendiyên wan û veguhestina bi bal Ewropayê ve ji aliyê spanyol, portekîziyan ve mijarek cuda ye. Îro li Amerîkaya Latînî li kêleka spanyolî, portekîzî ku zimanên fermî ne, zimanên nişteciyan jî di nava geşedanê de ne.
Wêje, bi vegotina hest, raman û xeyalan pêk tê. Bikaranîna zimên bi awakî estetîzekirî rewşek e ku bê wê nabe. Di pêvajoya avakirina neteweyê de, tomarkirina helbest, xeberoşk, stran, pêkenok, mamik, gotinên pêşiyan, berhemên mîtolojîk û destanên ku bi vî zimanî hatine nivîsîn, pir girîng e. Ev, li ser pêvajoya avakirina neteweyê bandoreke wisa dikin ku vê pêvajoyê leztir, berfirehtir, kûrtir bipêşkeve.

Hişmendiya Zimanê Dayîkê
Polîtîkaya bingehîn a dewletê ya di derbarê kurdan de asîmîlasyon e. Asîmîlasyona kurdan bo tirkîtiyê. Dewletê di vê mijarê de, her cure tedbîrên madî-manewî girtiye û kiriye meriyetê. Polîtîkayên bi zorê, bi rizayê jî têne sepandin. Zelal e ku cih cih ev polîtîka bi ser jî ketine.
Bi tevî vê jî divê bê gotin ku pêvajoyek cuda jî bi pêş dikeve. Mijarek balkêş e ku kesên asîmîle bûyî, kesên bi kurdî nizanin jî behsa kurd û Kurdistanê, kêşeya kurd û Kurdistanê dikin. Ev nîşan dide ku asîmîlasyon nikaribiye bi awakî serkeftê di jiyanê de bête bicihkirin. Bêguman ev jî girîng e lê yê baştir ew e ku li kurdî xwedî bê derketin û kurdî di axaftin û nivîsandinê de bête bipêşxistin. Di vê çarçoveyê de, têgihîştina erka zimên, hişmendiya zimên girîng e.
Polîtîkaya bingehîn a ku dewlet di vê mijarê de dimeşîne rewşeke pir di aleyhiya kurdan de afirandiye. Hinek têgih û pêwendî bi tevî ku pir di aleyhiya kurdan de ne jî ji aliyê kurdan ve hatine qebûlkirin. Ev qebûlkirin bi mezinbûn û berfirehbûna asîmîlasyonê re eleqedar e. Peyva “Turku”yê mînakek balkêş a vê rewşê ye. Wek mînak, kurd gelek caran peyva “turku”yê bikartînin. Kurd, hevokên wek “Di nava şeva ku hatibû lidarxistin de turkuyên bi kurdî jî hatin gotin”,”di programê de turkuyên bi kurdî jî hene” bikartînin. Gelek caran di roman, çîrok û helbestan de, li vê peyvê tê rasthatin. Gotina “turkuya kurdî” ji aliyê kurdên ku li hember asîmîlasyonê ne heta kudên ku tekoşîn dikin jî tê bikaranîn.
Halbûkî, “turku” ayîdê tirkan e. Helbestek ku bi zimanê tirkî hatibe nivîsîn dema ku bi melodiyek tê îfadekirin dibe “turku”. Bi vî awayî helbet têgiha “turkuya kurdî” çewt e. Wek vê îfadeyên “turkuya ermenkî”, “turkuya ‘erebî”,” turkuya îngilîzî” çewt in. Gelo ev îfade xweş tên guhê meriv? Lê ev rewş ji aliyê kurdan ve, hin kurdan ve, hatiye qebûlkirin. Bi awakî xwezayî tê pêşwazîkirin. Ev bi meznatî, kûrîtî û berfirehiya asîmîlasyonê re ‘eleqedar e.
Li cihê peyva “turku”yê bikaranîna peyva şerqiyê çêtir e. Wek “şerqiyên gelê kurd”, “şerqiyên gelê ermen” û hwd. An rasterast bikaranîna peyvên wek stran, dilok, kilam, lorîk, lavik… bêyî wergera tirkî rastir e.
Di mijara peyva “turku”yê de têgihîştineke wiha çewt heye:“Gel turkuyan distrê, burjuvazî şerqiyan distrê” Ev têgihîştineke ku ji çepên tirkan tê… Kurdên ku pir di bin bandora çepên tirkan de mane jî ji vê hêlê ve peyva “turku”yê bi kar tînin. Dibe ku bo tirkan bikaranînek pir rast be. Bo kurdan ne wisa ye…

Werger: Ahmed KANÎ

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.