بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Xecê Tu xêr hatî, agirê ku Te nuva vêxist gelê me pîroz be!

Hatina Xecê dîyare ku bona hinek hevalan paradoks dîyar dike, ew hatin biryarekî rojanî nîne, gelek salan virda mejuyê Xecêda hebu, Wê katêkî taybet digerîya, dema ew kat hat ber lingê Wê, zede nefikirî plana xwe rêxist, bu goga azadîyê û hat peytexta dagirkerin Tirk, gelê Kurd keça xwe ya Jinxwes xwedî derkeve. Ew wekû kaxeza turunsolê reng û çebuna dagirkerên Tirk û mêşên derdora kwîna wan derxîne holê. Dagirkerên Tirk û nokerên wan salan virda bi deq û dolabên qîrêş li ser Tevgera Azadîyê ya Kurd lîhistin, naha jî bi pilanek nû dixwezîn Tevgera Azayîya Kurdistanê bişînin nava gorê, ew bi hevra destên xwe mizdidin û direqisin, şabuna wan qirika wan da bimîne, gelê Kurd dagirkeran, Fişok û xulamên wî li ser pişta xwe bavê, bê çare, Kurdistan serbixwe be, yêk be û azad bê, qe Tu hêzek vê katê şunda nikarê çerxa dîrokê şunda bizivirîne, cin ji quz derketin. Kê kî dixapîne?! Baverim dagirker û nokerên wan bi hevra lê didin û hevra direqisin, hinek sosrete jî li gel wan, Yêkitîya Tirkîya, Paraztina Mîsak-i Mîllî, Paraztina Ala Tirk û Paraztina Kemalê Selanîkî, ma gelê me dused sal ê bona van tiştana berxweda û xwîna xwe date rijand?!

Ji ber vê min her tim got: bila dagirker demokrasî û şerîata xwe bigirin û bidewisînin xwe... Demokrasî û şerîata wan gelê Kurd ra hewcê nînê.
Naha dîroka meda tiştekî gelek balkêş destpêkir; beguman dagiker dixwezin Xecê tawanbar bikin, gor panava wan ya kewnd be; ew dixwezin Wê rojekêda bixendiqînin, feqet glovera me glovera kewnd nîne, gelek tişt mirin, kiras gorîn, şert û mercên gilovera me û hêzbuna Kurdan bona sicinkirin û kuştina Xecê îcazê nadin, ji ber wê dagirkerên Tirk, di dêstên Xecê da bibin ax û zar. Bawerim naha ew wê berdin, ew dest ji pesîra wan bernede, wan ra hesabekî mezin derxînî, hesabê sala 1070 virda.

Wê carekê mêjda gotubu: “Firsendek destên min kevî ezê hinekan nîşandim; berxwedan û serdarî çîye?!” Ew kat naha hat ber lingên Xecê, ji ber vê jî Xecê zede nefikirî agirê azadîyê hilgirt destên xwe û hat, naha ew agir peytexta dagirkerên Tirk dişewitê, bawerim demek kwirt da seranserî Kurdistan bişewite, ji ber vê dibêjim Xecê Tu xêr hatî, Te rupelek nû vekir, ax li serê dagirker û nokerên wan......
Bîşar Norşîn
09.05.2013

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.