بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

‘Vê heftiyê encamên lêkolîna bûyerên Behdînan tê eşkerekirin’

Hewlêr: Di nava vê heftiyê de encamên lêkolîna bûyerên ku despêka mehê li herêma Behdînan rûdayîn tê eşkerekirin. Biryare ji ber xemsariya şewitandina cihên taybet û baregehên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê hinek berpirsên wê parêzgehê bên girtin. Wekîlê Wezîrareta Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Hinek kesên wisan hene ku wê ceza ji wan re bê derxistin û dibe ku du salan jî bên girtin.”

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, ji ber bûyerên despêka vê mehê li Zaxo û Dihokê ku demek dirêje ji aliyê lijneyek lêkolînê ya girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê ve tê şopandin, wê çend berpirsên hikûmî yên li wî bajarî bên guhertin. Navên ku ji bo rakirin û kesên bikevin cihê wan gihane Civata Wezîran, lê ew nav ji Rûdawê re nehatin eşkerekirin.

Endamê Polîtborû û Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm piştrast kir ku wê li parêzgeha Dihokê guhertinek zêde bê kirin û di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Lijneya Lêkolînê raporek pêşkêşî birêz Serokê Herêma Kurdistanê kiriye û wê di van rojane de encamên wê lêkolînê bê eşkerekirin.” Cafer Îbrahîm bilêv kir ku li ser bingehê encamên birêz Serokê Herêma Kurdistanê ligel hikûmetê biryar li ser guhertina postên li Dihokê dide.

Berdewamîya nivîsê li ser malpera Rûdawê bixwênin: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/10780.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.