بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Serxwebûna Kurdistanê û Îsraîl | SALİHÊ KEVİRBİRÎ

Rudwa.net - Ev çend salên dawî ne, stratejiyeke nû ya Tirkiyê - xasma ya hikûmetê - heye. Li gorî vê stratejiyê, di îlankirina dewleteke kurdî li Başûr de, Tirkiye ne yekem jî be, di rêza duyem de ye ku qebûl bike. Li Rojhilata Navîn pergaleke nû saz dibe û li gorî vê pergalê Îran û Şiaîzm û Tirkiye û Sûnnî-îzm heye. Li gorî vê dabeşbûnê tifaqa Tirk û Kurdan li holê ye. Jixwe li Bakur çareseriya pirsa kurdî, bêyî dostaniya bi Kurdên Başûr re, nepêkan e. Mînak meseleya Kerkûkê. Eger 5 sal berê bûya, wê Tirkiyê kincên xwe biçiranda, lê di roja serdana serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî bo Kerkûkê de, serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî li Enqerê bû. Ev tê çi wateyê? Wate ew e ku serdema nû ya dinyayê, globalîzm û aborî Kurd û Tirkan nêzîkî hev dike. Kurd êdî di siyaset û aboriya dinyayê de aktor û diyardeyeke nû û gellekî girîng in. Xasma li Rojhilata Navîn bêyî Kurdan çareserî ne mimkûn e. Ev yek ji kû tê? Ev yek ji hêza hemû Kurdên dinyayê tê. Bivê nevê, partiyên siyasî û serokatiyên Kurdan bixwazin an nexwazin; neteweperweriya di nav Kurdan de her ku diçe berz û bilind dibe.

Halîhazir li Rojhilata Navîn netewe û dewlet ketine bin bandor û gefxwarina Îslamîstên radîkal û tundraw. Roj bi roj ev hêza ku hê jî tirsa wê ya li ser mirovahiyê baş nehatiye eşkerekirin, çeperên xwe li dor heremê digerîne. Di nexşeyeke wiha de netewe-hêzeke sekûler û lÎberal heye ku hem dikare bibe tamponeke li pêş vê xetereyê, hem jî dikare bibe armanca êrîşên dijwar ên vê hêzê. Ew jî Kurd in û welatê wan Kurdistan e. Zêdetir bixwîne...

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.