بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rastiya programa atomî ya Îranê û baweriya nehênî ya serkirdeyên Rojavayî | David Romano

Rûdaw.net - Texmîn û pêşbîniya êrêşa Îsrailê dijî saziyên atomê yên Îranê di mawê çend hefteyên borî de berbi zêdebûnê çûn. Îsrailê weke Amerîka û Ewrûpa bi vê corê bersîva texmînan da ku ew çaverêyî rapora dahatî ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî dike derbarê Îranê. Rûsiye û Çîn jî goşarên xwe ser ajansê zêde kirine da ku bi ti awayekî vê raporê belav neke. Lê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê tevî van goşaran encamên lêkolînên xwe eşkerekirin û dibêje wisa dixuyê ku Îran di qunaxên pêşketî yên avakirina çekê atomê de be.
Li gor nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Associated Press "hevpêça 13 rûpel a rapora ajansê enerjiya atomê ku roja pêncşemî 3.11.2011'an hatiye belavkirin, behsa wê yekê dike ku tevî wê yekê ku di hin çalakiyên atomî yên Îranê bingehên sivîl û leşkirî hene, lê hin ên din tenha têkiliya wan bi çekê atomê heye." Rapor dibêje ku hin amaje hene ku Îranê ceribandina maddeyên teqîna bihêz encam daye tevê pêşxistina maddeyeke teqînê ku bo teqîna atomê tê bikaranîn. Rapor behsa wê yekê jî dike ku modelsaziya komputerî bo aliyê hundirê kulavê atomê hatiye dîtin, ev jî nîşan dide ku Îran di qunaxa amadekariya ceribandina çekê atomê û pêşxistina avakirina îmkana hilgirtina barê atomî bû ligel roketa Şehab3 ya navîn avêj ku dikare li Îsrailê bixe.
Zanyariyên nava vê raporê ne taqlîda wan zanyariyên îstîxbaratî yên gumakiriye ku berî şerê Îraqê hatibûn pêşkêş kirin. Divê li bîra me be ku Ajansa Enerjiya Atomê di wê serdemê de Îraq bêpar dît ji çalakiyên têkildar bi çekê atomî, tevî wê qerebalexa ku Amerîkiyan di wê demê de çêkirin derbarê îmkanên Îraqê yên atomî. Heta karmendên kontirolê yên girêdayî Neteweyên Yekgirtî di wê demê retkirin ku Îraqê tawanbar bikin bi hewla bidestxistina çekê komkuj û derbarê hewlên Îraqê yên di vê derbarê de wan ji gotina "em ne piştrastin" tiştekî zêdetir bilêv nekirin. Mîna ku karbidestekî Ajansa Enerjiya Atomê got ev vedîtinên ajansê "tawanbartirîn rapore ku Ajansa Enerjiya Atomê heta niha amade kiribe." Loma piştî derketina vê raporê kêm kesan dibînî ku êdî baweriyê bi gotinên Îranê bike derbarê wê yekê ku Ajansa Enerjiya Atomê alêgira Amerîkaye û bi nûnertiya wî welatên bihêz derewan dike.
Helbet divê em Rûsyayê ji vê lîsteyê derxînin. Bêguman Rûsiya û Çînê têkiliyên aborî yên baş ligel Îranê hene. Mosko rasterast ev rapor retkir, lê Pekkînê hêşta nerîna xwe bilêv nekiriye. Tevê ku Serkomarê Rûsiya, Dîmetrî Madvediv ti caran nîgeraniya xwe himber gefên Îranê bo "ji holê rakirina Îsrailê" nîşan nedaye, lê hoşdariya wê yekê daye cîhanê ku gefên Îsrailê bo êrîşkirina ser saziyên atomê yên Îranê "axaftinên gelekê xeterin" û mumkîne "karesat" jê çêbibe. Di rastî de nepiştevanîkirina Rûsiyayê ser sizayên bêtir dijê Îranê encama wê ewe ku cîhan bêtir nêzîkî van core karesatan bibe. Vîtoya ku Rûsya di Civata Asayişê de heye rê li her hewleke xurt a neleşkirî digire ku bixwaze programa atomî ya Îranê rawestîne.
Îsrailî dizanin ku îhtîmala serketina êrîşa leşkirî dijî Îranê wê sînordar be û tenê mumkîne bibe sedema paşxistina programa atomî ya wî welatî, lê ligel derketina rapora dawiyê ya Ajansa Enerjiya Atomê ku gumanên Îsrailê piştrast dike û herwiha helwesta Rûsiyayê ya astengkirina bikaranîna rêyên alternatîv, mumkîne Îsrail gihabe wê bawerê ku tek hilbijartina wê ewe ku êrîşeke astwengkirinê pêkbîne dijî wî tiştê ku weke gef dibînin ser hebûna xwe. Îsrail mumkîne gihabe wê encamê jî ku bersîva zerermenda Îranê bi rêya roket û êrîşên bêtir ji aliyê Hizbulla û Hemasê baceke hêjayî dayînê be.


Jibo berdewamîya vê gotarê pêl vê Linkê bikin: http://www.rudaw.net/kurmanci/opinion/10352.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.