بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

‘Piştî hişyarkirina Amerîka topbaran rawestiya’

Rudaw.net:Sê roj e topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve rawestiya ye û Qeymeqamê Qezaya Çoman Ebdulwahîd Gwanî jî dibêje bandora hişyarkirina Amerîka hebûye bo rawestandina topbaranê.
Di vê derbarê de Qeymeqamê Qezaya Çoman Ebdulwahîd Gwanî ji Rûdawê re got: ‘’Piştî hişyarkirina Amerîka, Îranê topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê rawestand, sê roj dibe li sînorê me topbaran pir kêm e û nayê bihîstin.’’

Sê roj dibe Komara Îslamî ya Îranê topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê rawestandiye, herwiha şerê meydanî yê di navbera gerîllayên PJAK û Artêşa Pasdarên Îranê de jî rawestiya ye.

Qeymeqamê Qezaya Pişder Hesen Ebdulla jî bo Rûdawê wiha axifî: ‘’Sê roj e li sînorê qezaya Pişder topbaran nemaye, lê koçber her li cihên xwe ne û venegeriyane gundên xwe, ji ber tirs heye dûbare topbaran dest pê bike.’’

Ji ber topbarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, ji sînorê qezaya Pişder 315 malbat koçber bûne, ji sînorê qezaya Çoman û nehya Sîdekan jî 700 malbat koçber bûne û li cihên aram bicîh bûne. Herwiha gund, rez, bistan û malên xwe bicîh hiştine.

Îro 15 rêxistinên civaka sivîl ji parêzgahên İraqê çûn ba koçberên qezaya Çoman û cihên bombebarankirî yên wê deverê û topbarana Îranê şermezar kirin. Wan rêxistinan raportek li ser rewşa koçber û zerar û ziyanên wan amade kirine û biryar e bidin rêxistinên navdewletî û hikûmeta İraqê da topbarana Îranê rawestînin.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/8324.html

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.