بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nav, buyer, jimar û di jîyanê da çend bîranîn – 4

V
Dı dîroka Kurdistanda sala 1966, salekî taybete. Li Kurdistanî Başur di nava tevgera Kurdistanda dubendîyek mezin çêdibe. Di nava Tevgera Kurdistan da du per serîdidin; 1-Perrê Cîwanan, 2-Perrê Kewnd. Seroketîya Perrê Cîwanan Îbrahîm Ahmed û Celal Talabanî dikişin. Îbrahim Ahmed mîrovekî rewşembir û têgiştîye berî endambuna Partî Demokratî Kurdistan di revabirîya Komeley Jiyanewey Kurd da cîhgirtîye. Di sala 1939 da li gel Alaaddîn Sacadî Kovarî Gelawêj daye derê, dura ew di revebirîya Kovarî Dengî Rast, Rizgarî û Xebat da cîh digre. Bi xwe zagonnase û zankoyê jura xwendiye, çend salan ruspîtî jî kirîye. Hevalê wî Celal Talabanî di wê katêda hîna zarokeke. Ew di sala 1950 da weku cîwanekî welatparêz yê Kurd, dibe endamekî aktiv yê Yekitîya Xwendekaranî Kurdistan, dura jî ronakbirê mezin Îbrahim Ahmed ra dibe heval û zava.

Serdarîya Perrê Kewnd, Mistefa Barzanî dike. Barzanîyê nemir bi xwe ne kewnepereste, wî Komarî Kurd ya Mehabad jîyabu, nezîka duazdeh salan Yekitîya Sovyetê jîyabu, Dara Osmanîya, ya Îngilîza , ya Qiralên İraqê dîtîbu, eger bi kwirtî bete gotin nava agirê şorişêda ew hatibu patin.

Di sala 1958 da di Rojhilata Navarest di mabeyna Dewletên Erebda nezîkbun û pozberîyên mezin serîdidan. Kralên Urdîn û İraqê nezîkî hevdibun, Misir û Surîyê di bin navê Komara Yekitîya Ereban da yêkdibun Li Lubnanê serhevbinhevbunên mezin çêdibun,Serok Dewletê Lubnanê Camille Chamoun ji Tirkîyayê û İraqê alîkarî dixwest. Serok Dewletê Abdulcemal Nasir nedixwest li gel yekitîya wan di nava Dewletên Erebda Yekitîyek nu pêkbe. Ew tund dijî nezîkbuna İraq û Urdunê bu. Dema Lubnanê ji İraq û Tirkîyayê bona destavitinek leşkerî alîkarî dixwest, hezên leşkerî yê İraqê rêdiketin û xafilda diavitin ser dara Kralê İraqê. Faysal, xal û aqildarê wî Abdulîllah, Serokvezîrê İraqê Nurî Saîd Paşa bi çavsorî bê dadihgeh dihatin kuştin. Li bê Kurdan İraq weku dewlet nikare bimeşe. Ji ber vê wî bi reformên nu şundazivirandina Mistefa Barzanî, ji Yekitîya Sovyetê organîze kir. Mistefa Barzanî zivirîya İraqê, Partî Demokratî Kurdistan ji jêrzemînîyê derket, aşîkar xwe organîze kir sernaserî Kurdistanî Başur derket holê. Reformên hevhatinê serîda hatin karanîn dura netewkarên Ereb xwe dan ber wan reforman û nexwestin İraq bigehîje Makezagonek nu. Dara Abdulkerîm Qasim cîhnegirt, alîkîva Kurdên azadîxwez alîyê din va Erebên Nijadparêz û netewkar Abulkerîm Qasim kirin kuncekî, ew nava du agiranda ma. Nikarîya bi kirinên xwe kesekî memnun bike.

Netewkar û nijapereztên Ereb di bin seroketîya Genaral Abdulselam Arif dijî dara Abdulkerîm Qasim, 8 Sibat 1963 darbeyek leşkerî rêxistin. Abdulkerîm Qasim di maqama xwe da hate kuştin. Alîkarê wî yê kewnd General Abdulselam Arif bu serokdewletê İraqê yê nu, bingehya dara Baasîyan hedî hedî di vî katî da hate dayîn. Qaşografî General Abdulselam Arîf heval û aqildarê Abdulkerîm Qasim yê kewnd bu. Ew heta qezeya helîkopterê ya 15 Nîsan 1966 li ser darê ma. Dijdarên xwe û Bizutneweya Kurdistan girte bin kontrolek mezin, soza ku Kurdanra hatibu dayîn nedihat cîh, berê leşkerê İraqê bi xwînxwerî dizivirîya Kurdistana Başur. Partî Demokratî Kurdistan di vê rewşêda carek din diket jêrzemînîyê, mebeyna leşkerên İraqê û pêşmergeyên Kurdistanda şerên dijwar diqewîmîyan. Partî Demokratî Kurdistan di nava xwe da diket nava astengên mezin. Di kongirêda problemên navxwoyî halnedibun. Îbrahîm Ahmed aşîkar li gel Celal Talabanî û komek rewşenbirên Kurdistan dijî sîyaseta Mistefa Barzanî û Revabirîya PDK dijdarî dikir. Dema ku PDK dixwest li gel Dewleta İraqê peyvendîyê xwe qwit neke, ew dijî van peyvendîyan disekînîyan, dema li gel Dewleta İraqê peyvendî qwit dibun, tu eleqet nedima ew li gel Dewleta İraqê pey peyvendîyên nu digerîyan, alîyê din va li gel Şaxê Îranê eleqet digirtin û gor xwe peyvendîyên nu dihunandin. Dema ew li gel Şaxê Îranê dibun hevkar û Dewleta İraqê ra gor xwe peyvendîyên nu digerîyan, Rêvabirîya PDK tund diçu ser wan, gelek cîhyan şer diqewîmîya, Îbrahîm Ahmed, Celal Talabanî û Komek derdora wan mecbur diman derbazî Rojhilatî Kurdistan dibun, ango diçun “Îranê” û xwe diavitin bextê Şaxê Îranê. Li gel xwe îstasyona radyoyê ya PDK û gelek pere jî xwera dibirin, PDK ji taqetê diket û nîvxesî dibu.

Mistefa Barzanî û Rêvabirîya PDK di wî katî da ew buyer mequm dikirin û ew rêvaçuna wan bi cahşetîyê navdar dikirin. Di wî warî da Şoreşgerê Nemir Dr. Şivan di nava şorişêdabu, wî li ser Dîroka Tevgera Netewî ya Kurdistan û Şorişa Kurdistana Başur pirtukek dinîvîsand û di vê pirtukêda qala dubêşbuna PDK, Îbrahîm Ahmed, Celal Talabanî û hevalên wan dikir. Wî jî di pirtuka xwe de ew weku cahş navdar dikirin. Ew pirtuk di sala 1976 da bi zmanê Tirkî keti destên min. Pirtûk bi xwe taqatuqê (daktîloyê) hatibu rêzkirin, dîyarbu ku çapek normalde nehatibu çapkirin, di bin şertên dijwarda hatibu pirkirin û gîhiştibu destên me. Min pirtuk demek kwirt da xwend, xwedî gelek agadarîyên nu bum. Li Bakurî Kurdistan vê pirtukê li ser hinek Rexirawên Kurdistan tesîrekî mezin kir, ber da wan û bê zanîn ew dijî Îbrahîm Ahmed û hevalên wî tuj kirin. Li Başurî Kurdistan Buyera 1966 ku, alîyê Îbrahîm Ahmed û Celal Talabanî va hatibu rêxistin û wekû cahşetî hatibu mehqumkirin, hedî hedî ji rojevê derketibu. Cahşetîya şeştûşeşan li paş 1970 li Bakurî Kurdistan carek din aktuel dibu û diket zmanê gelê Kurdistanî Bakur.

Bê guman gelek rêxiraw û partîyên sîyasî yên Kurdistan bi peyvendîyê xwe yên gel dewletên dagirker sed cara buyera 66 a din bin sîha xwe da hiştin feqet dîsa jî “cahşetîya 66 a” weku numune di dîroka Kurdistan û di zmanê Kurdanda cîhyê xwe girt. Û qe tu car pesîra Mam Celal û Îbrahîm Ahmed berneda. Îbrahîm Ahmed, rewşenbirê mezin, afirandinên mezin pey xwe hiştin û di sala 2000 da goça dawîyê kir. Mam Celal îro jî sîyetmedarekî aktîve û xizmeta gelê xwe dayê, wî bi kirinên xwe dîrokek dur û dirêj nîvîsîyê. Ji pêşmergetîyê heta serokdewletbunê gelek git û badîrê derbazkirine. Wî ne li tenê Kurdistan li ser meydana sîyasetmedarên dinyayê da cîhyekî taybet girtîyê. Rojekî roja ew li gel çend hevalên xwe diçe restorantekê didanişe û nan dixwe. Li pey sohpet û nanxwerina xweş radibin û dixwezin hesabê xwe bidin, li ber kasayê disekinin, garson hun bêjin kasadar hesabê wan dihemcire, hesab ne yêk quriş zede ne yêk kem tam 66 derdikeve û garson dibêjê: hesabê we 66 girt, Mam Celal xwe ranagire û dengekî nîvprotest dibêje: “ax disa şeştûşeş”.

Bîşar Norşîn
30.01.2012

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.