بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Nav, buyer, jimar û di jîyanê da çend bîranîn - 1

Di rojên dawîda hinek hevalan derheqa Desîmê, şoreşgerîyê û “Sosyalîsten Kurdistan” nîvîsên tuj nîvîsandin, dil birînkirin, pozberîyên nava Koma Kurdan tizkirin. Li ku derê jîyan berdewame, li wê derê pozberî jî berdewamin. Kurdistan hezar salan virda buyê derguşa (landika) ol, tarîqat û bawerîyên curebicur. Min gelek cara got xwezî Koma me bi kû; em regaya netewetîya Alamanan, Tirkan va neçune û me pir dengî û pir rengîya xwe paraztîye. Ew ji me kembunek nine, zengînîya meye. Ew komên kû îro xwe weku neteweyên modern didin dîyarkirin li ser xwîn rijandinê û kedmêtinê avabune, Xwezî Kurdin bî kû wan brakuştin xwere nekirine heq û zagon. Xwezî Kurdan bî ku zmanên wekû Kirmancî, Kurmancî, Soranî, Hewramî û dehan zmanên din heta îro anîne, rind an xirap paraztine. Ew hemu zengînî û serbilindîya mene, pewîste ew zman diwaroja meda jî betin paraztin û xwirtkirin ew hemu bi heva zmanên Kurdanin. Bi nîvîsandina wan ew xwirt bin û serkevin, rewşenbirên Kurd pewîste li ser hemu van zmanan xwedî înîsîyatîf bin û bikaribin binîvîsînin. Di vê katêda sedan rewşenbirên Kurd yên wusa hene, piranîya wan di nava şorişeda hatine patin, naha kar û berpirsîyarek dîrokî dikeve ser milên wan. Min dilem binîvîsînîn xem nake çi Soranî, çi Hewramî, çi Kurmancî, çi Kirmancî be, tenya bi zmanê xwe bînîvîsînin û gola Kurdî tijî bikin. Çi Farsî, Tirkî û Erebî tete nîvîsandin wan zmanan xwirt dike, ne Kurdî. Min bi xwe dijî tu zmanekî ninim hemû jî dayîna Xwedane, mîrov di çi zmanîda difikirî û dinîvîse yekhemcar ewe. Li vir pewîste hezaran keç û xortên Kurd ku; bê Kurdî hatine û bona Kurdistanê canfedayî jîyana xwe ji destdane, bên bîranin, mîrov dikare tenya bejna xwe li ber wan bitewîne.

I

Heta sala 1938 li navçeya Dêsimê (Dersimê) le gel navên weku Hesen, Husen, Elî, Şahheyder, Şahusên, Îmamhusên, Îmamhesen navên weku Kekî û Xidir jî gelek cara zarokan dihat danîn. Navê Xidir min tenya nava Dêsimîyan û Kurdên Rorhilat da dît. Rojhilatî Kurdistan navçe hene navên gelekan Xidire. Navê Kekî jî, li Serhadê weku Kekê, Botan û Cizirê weku Keko, li Başurî Kurdistan weku Kak tête karanîn. Kak maneya xwe pîçek gorandîya di Îngilîzîyê da weku Mr, Alamanîyê da weku Herr, di Fransîyê da weku Monsieur tete karanîn. Kekî li Dêsimê ne tenê bona îxtiramê weku brayê gewre û têhgîşti, weku bav, weku mêr jî tete karanîn.

Naha ezê meseleyê dirêj nekim û bême ser meseleya Kekîyê Dêsimî: Kekîyê Dêsimî li gel qîza apê (dotmama) xwe dizewice. Dotmama Kekî Saryaye. Teqiribên salekê li pey zwaca wan Sarya duhalî (hamîle) dibe. Kefxweşîyêk dikeve nava mala wan. Kalik û pîrik şahdibin, Kekî şahdibe, kefa wî sazdibe. Kekî dibêje navê Xweda eger lacekî (lawekî) min bibê ezê navê wî Elî daynim. Berku di nava Desimîyan da serdestîya jinan heye, fikra jina xwe jî dipirse. Navê Eli xoşa Sarya jî diçe. Roj derbaz dibin, meh diçin, zikê Sarya her roj pîçekî din mezin dibe, dura Sarya duxazkan dikvê û kwirekî tîne dinyayê. Navê wî Elî datînin. Mal û cîran bi buyîna Elî gelek kefxweş dibin. Kekî edî buye pa (pî) ango bav. Elî kwirekî gelek cane, mezin buna wî her roj ferqdike. Dema ew tê heyş mehî, nexweşîyek weku çor dikevî nava zarokên gund, zarok diquxwin, agirê wan derdikeve û diqendiqin. Dia nava gunda gelek zarok berê xwe didin Xweda û goçdikin, çawa Dêsimê tete gotin kiras digorin. Ew nexweşî tê pêsîra Elî da jî digire, Elî diquxwe, agirê wî derdikeve û çend cara dixendiqe. Bi nexweşîyê Elî sê heftan dijî û kirasê xwe digore, ango dimire û diçe nava axê. Nexweşî xendiqoke. Kekî û Sarya li ser vê buyerê helak dikevin, çil rojan şîn digirin hemu nas, xism, cîran û dostên wan tên azadîya (serîxweşîya) wan, dixwezin êş û dêşa wan kem bikin.

Mirina Elî bona Sarya û Kekî weku şikestek mezin dibe. Teqrîben neh mehan pey kiras gorana Elî, Sarya carek din duhalî dikeve, ango hamîle dimîne. Duhalîbuna Saryayê Kekî carek din kefxweş dibe, Sarya jî kefxweş dibe. Dibêje Xweda yêk girt yêkî din bide me. Dema zikê Saryayê te ber devê wê, di nava Koma malê da carek din li ser navan tête xeberdan, Pîreka malê pêşnîyar dike û dibêje eger keç be navê min li ser danin, eger law bê nav Hesen li ser danin, Hesen navê bapîrê me hemuyan bu. Roj diçin mehe derbazdibin roja duxwezkanîya Saryayê carek din tê, Sarya kwirekî din tînî dinyayê, kwirek bê qisure, navê wî Hesen datînin. Hesen heta salekê baş mezin dibe, çend rojan berî sersalbuyîna xwe li ser lingan dikeve û destpêkî geranê dike. Rojekî roja Hesen jî nexweş dikeve, hundirê wî diçe, çi dixwer weku av derdixe, Hesen mehekêda jar dibe, dura agirê wî derdikeve û li gel hundir xwîn jî diçe. Hesen meheûnîv li paş nexweşîyêk giran berê xwê dide Heq. Ew jî dimire. Vê carê şîn mezin dibe, berku Hesen destpêkî axaftinêjî kiribuye. Disa nas û dost, xism û cîran tên azadîya Saryayê û Kekî, çil roj jî şîna Hesen tê girtin.

Li ser kiras gorana Hesen du sal derbaz dibin, Sarya carek din duhalî dikeve, heta roja dawîyê duhalîbuna xwe vêdişêre cil û bergên fireh xwe dike. Tenya Kekî dizane ku Sarya dîsa duhalîyê. Mehekê berî duxwezkanîya Saryêyê Koma malê dibîhîze ku ew carek din duhalîyê û mekek din şund zarokêkî din bîne dinyayê. Dema dawîya duhalîbunê tê Sarya dikeve duxwezkanîyê. Kekî dibêje daxwezîya min ew ku, Xweda çi keç be, çi law be domanekî (mindalekî) bê qisur bide min. Dîsa ser navan tête xeberdan, tê gotin kû; eger keç be emê navê Saryayê li ser danin, eger law be eme navê Husên ser danin. Sarya disa kwirekî tînî dinyayê. Law bê qisure. Normal destpêkî jîyana xwe dike. Husen hina sê hefteyî bu, dîya wî ew dimêjand, berku Sarîya zef mandi bibu di mêjana Husên da xewda diçe Husên di bin berê dayîka xwe da dixendiqî, jîyan ji destdide, dema Sarya hîşyar dibe, bedana Husên edî sarbibuye. Dîsa şînek mezin dikeve mala Kekî û Saryayê. Deşa Saryayê gelek dibe ew heta çil rojî xew nake, dîn dibe. Şeş mehan li paş kiras gorana Husên heş û aqil carek din tên serê Saryayê. Heta sê salan Sarya duhalî namîne.

Li pey sê salan Sarya cara çara duhalî dimîne, kefa wan carek din tê cîh, ew edî kwil û qisawetên kewnd bîrdikin. Kekî Sarya ra dibêje eger zarok keç be tu navekî dayne, eger law be ez dixwezim navê Osman li wî daynim. Navê Osman wê mintiqî qe tunebuye. Dêsimîyan vî navî heznakin û her car laneya mezin li navê Osman tînin. Dema biryara Kekî Kalik û Pîrik dibehîzîn, mit û mat dimînin. Rexneyî wî dikin û wî ra dibêjin tu nikarî tiştekî wusa bînî serê me. Kekî biryara xwe danîbuye, Osman digotîye tiştekî din nedigotîye. Dema cîran, xism û dost ew biryara Kekî dibehîzin, dîn dibin û dibêjin tu çawa navekî wekû Osman kwirê xwe danî, navê Osman navekî herame. Kesekî nikarîyaye biryara Kekî şunva rakişe. Xebera navê Osman heta gwihyê Pîrê mezin diçe, Pîrê mezin weku Ruspîyêkî bahnî Kekî dike, Kekî mecbur dimîne radibe diçe lay Pîr. Pîr Kekî ra dibêje: Kekî ez dixwezim ji deve te bibehîzim, de û bavê te hatin lay min, cîran û xismên te hatin lay min, gotin ku jina Kekî duhalîyê, eger lawekî wan bibe Kekî biryar girtîye ew navê Osman li lawê xwe daîne. Kekî got: ew xeber raste. Pîr sor bu got bav û kalên me navê Osman kesekî danenîyanê na tu dijmine can xwe yî, dijminê mala xwe yî, an dijminê koma meyî? Kekî li dizivirîne û dibêje: Piro min xwe avitîyê bextê te, dilê xwe ji mera teng meke, sedama biryara min heye, heta naha se lawên min bun, me navê wan Elî, Hesen û Husên danîbun her sê jî mirin, yek ji wan nema. Vê cara eger yêk bimire ez dizxwezim ew ji me nebe, heta naha ji me sê lib mirin, bila yêk jî wan bimire.

II

Li Dîyarbekirê(Amedê) mefeyek kevîya rê li ber lambeya trafîkê yar sor sekinîbu, berku zemanê wî zeda tunebu û sebra wî jî nema bu, ew bi lambeya sor va derbaz bu, polîse trafîkê ji li hember sekînî bu, dema ew dit, bi hers ser wî da hat gotê: tu çi dikî, ma te netît lambe sor bu? Polîs deftera xwe ji berika xwe derxist û xwest ku wî ra cezayêkî mezin binîvîsî. Mefeyê Dîyarbekirê ji polîsra zivirand û got: “Welehî bavo lambe ewqas jî sor nebu..”.

Dumayîk heye

Bîşar Norşîn

28.12.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.