بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

“Kongreya Kibrisê” | Ismail Beşikci

Roja 4ê Adara 2012an, li Enqerê, Kongreya Kibrisê hat li darxistin. Kongre, ji layê “Şêwra Entenasyonala Kibrisê”, “Platforma Ciwanên Kibrisê” û “Civata Ramana Aktivîst” ve hat lidarxistin. Ji Tirkiyeyê jî beşdarên wek “Însiyatîfa ji Ramanê re Azadî ya Enqerê” û “AKA-DER” hebûn.
Mijara sereke, “Kolonîkirina Kibrisê, rewşa navnetewî û perspektîfa enternasyonalîstî”bû. Pêwendî bi Kurdîstanê re dihat danîn. Hevalên şoreşgerên Kibrisî, Kibrisê wek kolonîkî derve û Kurdîstanê jî wek kolonîkî hundurîn dinirxandin. Ez dê hewl bidim li ser vê kongreyê hin dîtinên xwe diyar bikim.
Di dawiya sala 2011an de, Sungur Savran, ji min re got ku şoreşgerên Kibrisî dixwazin li Enqereyê kongrekî lidarxin, ew Kibrisê wek koloniya Tirkiyeyê dinirxînin, dixwazin Kurdîstan û Kibrisê bi hev re bigrin dest û rûbirû bikin; gelo ez dê beşdar bibim an na, ji min pirsîbû. Piştî hinek sohbeta min Sungur min got ez dê beşdar bim.
Piştê wê rojê meraqa min a derbarê dîtina şoreşgerên Kibrisî derheqê Kurd û Kurdîstanê de zêdetir bû. Bi rastî hêvîkî min ji wan tunebû. Ji ber ku heta niha ez rastî Kibrisîkî ku derbarê Kurd û Kurdîstanê de têgihîştî be nehatibûm, ev kongreya ku li Enqereyê di 4ê Adara 2012an de hat lidarxistin min bi baldarî şopand. Di kongreyê de, min axaftinek bi navê erdnîgariya Kurd û Kibris kir.
Di danişîna bi navê“Cot kolonîkariya Tirkiyeyê: Erdnîgarîya Kurd û Kibris”de, Sırrı Süreyya Önder, Fikret Başkaya, Mahmut Konuk, İbrahim Akyol, Şaban İba axivîn, di vê danişînê de, ez jî li ser cudahiyên mezin têgihîştina hikûmetê ya derbarê Kurd û Kurdîstanê û Kibrisê de axivîm. Di vê danişînê de. Güven Varoğlu, “Li Kibrisê tekoşîna sendîkayî” vegot.

Di vê Kongreyê de, danişîneke bi navê “Dewlet, Kibris û Kurdan” hebû. Di vê danişînê de, Aziz Şah, Levent Dölek, Şiar Rişvanoğlu, Demir Çelik, axaftinên balkêş kirin. Axaftina Serkan Seymenî ya bi navê “Afrodîta behraspî, Kibrisa keştiya balafiran ku binavnabe “ bû .
Di danaşîna bi navê“Politikaya ekonomiya Kibris-Ekonomiya talanê” de Temel Demirer, Sait Çetinoğlu, Giorgos Katsanos, Celal Özakın, Ceren Göynüklü axifîn. Axaftina Ceren Göynüklüyê bi navê “Bandora pirsa Kurd li Bakurê Kibris û ked”bû. Di danişîna bi navê ”Rewşa navnetewî: Derdora şoreşgerên Deryaspî û Kibris” de Nikos Çiris, Sungur Savran û Suphi Toprak axifîn. Suphi Toprak, teblîxek bi navê “ Erdnîgariya Kurd û tezên Kibrisê” pêşkêş kir. Di navbera dîtinên van hevalan û yên din wek Rauf Denktaş, Derviş Eroğlu, û Mehmet Ali Talatê Kibrisî, di derbarê Kurd û Kurdîstanê de, cudahiyên pir mezin, dûr û kûr dihatin dîtin. Di çapemeniya Tirk de kesên ku li ser mijara Kibris radiwestin û van hevalan ji hêla hest û ramanê de ji hev cuda ne. Rauf Denktaş, Derviş Eroğlu, Mehmet Ali Talat û şêwirmendên wan yên ji çapemeniya Tirk bi zanîn pirsa Kurd û Kurdîstanê naynin rojevê. An bê ku navê Kurdan bêjin, dibêjin “em li hember terorê ne”, “tekoşîna Tirkiyeyê bi terorê re meşrû ye”. Rewşa hevalên ku Kongreya Kibrisê li darxistin pir cuda bû. Pirsa Kurd û Kurdîstanê di heşê van hevalan de gelek cih girtibû. Ez dixwazim li ser van mijaran hin nirxandinan bikim.
SiyasetmedarênTirk, rêveberên dewlet û hikûmetê, bo Kibrisê bi hindikî konfederasê dixwazin. Di ‘eslê xwe de tiştê tê xwestin qebulkirina Komara Tirk a Bakurê Kibrisê wek dewleteke serbixwe ye.Tirkiye, ji NYê, ji Konseya Ewropayê, ji YEyê, ji Teşkîlata Hevkarî Ewlehiya Ewropa, ji Konferansa Îslamê, ji Yekîtiya ‘ErebanA, ji Komarên Tirkî yên Asya navîn, ji saziyên Awrasya… bi tevahî ev tê xwestin. Çi civînên saziyên navnetewî bin, çi pêwendiyên du alî bin, di pêwendiyên xwe de, her dem vî dixwazin. Lê bi hindikî be jî konfederasyoneke ku Rum û Tirk wek hev desthilatdar bin tê xwestin. Desthilatdariya wek hev jî ancax, bi naskirina Komara Tirk a Bakurê Kibris ji layê, dewletên wek DYE, Federasyona Rûsya, Almanya, Birîtanya, Frense, Îtalya Îran, Pakîstan, Mîsîr, Si’ûdî ‘Erebîstan û saziyên navnetewî ve dê pêk bê.
Rayedarên dewlet û hikûmetê ji Filistîniyan re jî dewleteke serbixwe dixwazin. Dewleteke serbxwe ya‘Ereb Filistînî ku dawî li desthilatdariya Îsraîl anîbe.Siyasetmedar û rayedarên Tirkan ev jî di hevdîtinên dualî û saziyên navnetewî de herdem tînin rojevê.
Lê, rêveberên Tirkan tiştên ku ji Tirkên Kibrisê û Filistîniyan re dixwazin, bi rik dixwazin ji devê guhê wan jî ji Kurdan re naxwazin. Wek mînak li hember perwerdeha bi Kurdî bi awakî zorkarî derdikevin. Li hember xwestina Kurdan a xwe birêvebirinê bi terora dewletê derdikevin. Dema ku behsa Kurdan dibe her dem mijara “terorê” tînin rojevê. Mijara Kurd û Kurdîstanê di çarçova heq û hiqûq, têgihîştina azadiyê de nanirxînin, tim di çarçova ewlehiyê de dinirxînin. Lê, wek mînak, li Îsraîlê bo Filistîniyan perwerdeha bi ‘Erebî ji sala1948an vir ve, yanî ji avabûna dewleta Îsraîl vir ve heye. Divê Kurd wek kes, grûbên siyasî, partiyên siyasî, li her cih û her demê ev cot standardiya rêveberiya Tirkan bînin zimên. Wek mînak divê Partiya Aşîtî û Demokrasiyê li meclîsa Tirkan(TBMM) jî vê bîne zimên. Ev cot standardî di çanda Tirkan de jî cihekî girîng digre. Divê girîng be lêkolîna vê mijarê, nakokiya rêveberan divê her dem bê zimên.
Tirk tenê li hember statuya siyasî ya Kurdên Bakurê Kurdîstanê na, li hember Rojhilat û Rojavayê Kurdîstanê jî radiwestin. Li hember Statuya Hikûmeta Başûrê Kurdîstanê jî gelek hewdanên neyînî kirin lê bi ser neketin.
Güven Varoğlu, di axavtina xwe ya bi navê“Li Kibrisê Tekoşîna Sendîkayî” de anî zimên ku li Kibrisê nişteciyên Kibrisî 130 hezar in.Temel Demirer, di nivîsa xwe ya bi navê“Têbiniyên li ser polîtika ekonomiya Kibris”de li ser serjimara Bakurê Kibris agahiyên berfireh dide.Li gor encamên serjimara 2006an, serjimara nişteciyên Kibrisî li dor 121 hezarî ye. Hemwelatiyên KTBK ku piştî sala 1974an ji Tirkiyeyê çûne 43 hezar in. Bi awakî din hejmara kesên ku bav û diya wan li Kibrisê hatine dinyayê jî, 13 hezar in. Hejmara kesên ku hemwelatiyên KTBK nînin, lê li Kibris dijîn jî 77 hezar in. Di nava vî 77 hezarî de, kesên ku piştî 1974an ji Tirkiyeyê hatin şandin, kesên bi qaçaxî çûne xebatê, 30 hezar xwendekar jî hene. Bê vana 35 hezar leşkerên Tirkan jî li wir hene. Temel Demirer, dibêje bi tevî leşker û xwendekaran mirov dikare serjimareke bi qasî 300 hezarî bîne zimên. Tenê li Bakurê Kurdîstanê, ji 20 milyonî zêdetir Kurd dijîn.
Suphi Toprak, di nivîsa xwe ya bi navê “Tezên Kurdîstan û Kibrisê” de wiha dibêje:“Tirkiyeya ku hêza asîmîlekirina bi rêya sermayedarî lewaze, bi rêya milîtarîzmê dixwaze Kurdan asîmîle bike.” Zihniyeta çepgir a ku li Tirkiyeyê serdest e, raperînên Kurdan wek berxwedana axayan li hember şaristaniyê nirxand û dînamîzma pirsa netewî tênegihîşt. Ev rewşa tênegihîştinê domkir, bi teza ku koloniaya koloniyê nabe, rewşa taybeta a Kurdîstanê red kirine. Kurdên Bakurê Kurdîstana ku ji layê emperyalîstan ve wek çar koloniyên welatên cuda hatiye dabeşkirin bo bujuwaziya Tirk re bi keda erzan û çavkaniyên xwezayî hatine pêşkêş kirin. Wek stratejiyek kolonîkariya Tirkiyeyê xwestiye kartê Kurd li hember herêmê ji bo hegomoniya xwe bi kar bîne.
Kurdîstanê di dest xwe de wek kolonî hiştin ji avabûna dewleta Tirkan vir ve polîtîkayên gelemperî her dem diyarkiriye. Bi navên gundan guhertinê, polîtîkayên asîmîlasyonê sepandin, an Tirkan anîn herêma Kurdan, anjî bi mişaxtina Kurdan berbi herêmên din ve Tirkan xwestiye demografiya Tirkiyeyê bixin destê xwe. Bo ku Bakurê Kibris bikin kolonî, hewdanên ku li Kurdîstanê pêk anînene, bikar neanîne. Wek Kurdîstaniyan gelê Tirk nekirine dijminê Kibrisiyan. Kibris, ji bo polîtîkayên kolonîkarî û hegomoniya Tirkiyeyê bûye nimûne. Ger Kerkûk û Mûsilê rojekî dagirbikin wê Tirk bixwazin tecrûbeya Kibrisê bikarbînin.
Berê jî Tirkiye, Kurdîstan û Hatayê bi rêya guhartina demografyayê asîmîlasyonê bikar anîbû. Jiber piraniya Kurdan ku bi tevayî bi ser neketibe jî li hin cihan bi ser ket.Dewleta Tirkan bi qasê Kurdîstanê nebe jî li Kibrisê bi rêya TMTê hin rewşenbîr hatine kuştin. Di serdema T.Ozal de, sanayîya ku li Bakurê Kibris hebû bi tevayî hate rûxandin. Heta roja îro tu karekî baş nehate kirn.Tenê karê otêlan, ofshor, Bankavanî ûhwd.bi destê burjuwaziya Tirkiyeyê bû qadeke sermayeyê seretayî.Ev civandina sermayeyê seretayê jî bi talankirina mal û mulkê Rûman hat pêk anîn.
Temel Demirer, Suphi Toprak û İşar Rişvanoğlu, dibêjin ku li Kibrisê, kontrgerîla baregeh ava kiriye, di ekonomiyê de dewlemendiya mafya, kumar û fuhûşê bi dest xistine.
Têgihîştina hevalên Kibrisî ya derbarê mijara Kurd û Kurdîstanê de girîng e. Kurdîstanê wek Koloniya hundir û Kibrisê jî wek koloniya derveyî nirxandina wan rewşeke balkêş e. Aziz Şahê, ku di kongreyê de axivî wiha got:”Tirkiyeya ku bi dewlet avakirinê Kibrisê, bi bêdewlet hîştina Kurdan jî Kurdîstanê kiriye mêtingeh; dewletek kolonîkar e.”
Di vê navberê de divê bê gotin ku Kurd û Kurdîstan ji statuya mêtingehtî jî kêmtir in. Mêtingeh statuyek siyasi ye.Dema mirov dibêje “Hindistan mêtingeja Britanyaya mezin e.”, “Cezayir mêtingeha Frense ye.” “Mozambik mêtingeha Portekiz e.” Welatên ku sînorên wan diyarkirî tê heşê mirov. Di van welatan de, hin gelên din wek ne Îngilîz, ne Frensiz, ne Portekîzî dijîn ji layê dewletên emperyal û kolonkar ve tê qebûl kirin. Lê, li Kurdîstanê rewş qet ne wiha ye. Kurd û Kurdîstan, di salên1920an de, di serdema Cemiyet-i Akvam ( Cemiyeta Miletan) ji layê dewletên emperyalên wê serdemê, Britanya Mezin û Fransa tevî hevkarên xwe yên Rojhilat Tirk, ‘Ereb û Farisan ve hat dabeş kirn, perçe kirin û parve kirin. Ev kar û xebatên han bê ku navê Kurd û Kurdîstan wer ser ziman hat kirin. Britanya Mezin, Başûrê Kurdîstanê, Frense Rojavayê Kurdîstanê kirin bin desthilatdariya xwe. Ev axa Kurdîstanê, paşê di salên1930an de û piştê şerê duyem ê cîhanî ji layê Britanya Mezin û Fransa ve ji mandayên wan re hat diyarî kirin. Bi peymana Lozan a li ser karên Rojhilata Nêzîk, Bakurê Kurdîstanê ji Komara Tirkiyeyê re, Rojhilatê Kurdîstanê jî ji Şahîtiya Nû ya Îranê re hat hiştin. Dabeşkirin, perçekirin û parvekirn bi “Peymana Lozan a li ser karên Rojhilata Nêzîk” hat garantî kirin. Ji vî pêve, Kurdên ku bo maf û azadî û rizgariya xwe serî hildan bi heydûdî, eşqiyatî û terorîstî… hatin binav kirin. Bi polîtîkayên organîzekirî û jenosîdan ji holê hatin rakirin.
Di salên Şerê Yekemê Cîhanî de û piştê wî de, Rêveberên Yekîtiya Sowyetan jî ku bêtirîn li ser çarenûsa netewî radiwestin, di mijara Kurdan de, polîtîkayek li dij Kurdan dimeşandin.Ev dijîtiya ku li hember Kurdan dihate kirin ji ya Brîtanî û Frensizî ne cudatir bû. Rêveberên Yekîtiya Sowyetan herdem li hember statuyeke siyasî bo Kurdan rawestine, ji 14 xalên ku ji layê Serokê DYE Wilsonî ve hatin pêşkêşkirin 12 xalên ku bi Kurdîstanê re têkildarbûn herdem ji aliyê Sowyetê ve hatin red kirin.
Ez bi niyetim ku paşê jî li ser vê sempozyuma têkildar bi Kongreya Kibrisê re nivîsên xwe bidomînim.

Ev gotara Îsmaîl BEŞÎKÇÎ ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye wergerandin. ([email protected])

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.