بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hilbijartinên Başurê Kurdistan u PÊŞEROJA KURDISTAN-2

Tabloya Encamên hilbijartinên Bashurê Kurdistan, rê nade tu partî kû bi serê xwe hikûmetek nu avabike an, li Bashurê Kurdistan partîyên beshdarîyê hilbijartinan bune nikarên, piranîya kursîyên parlamento bidestbixin. Gelên Kurdistan, destur nede tû partî kû bi serê xwe hikûmet ava bike. Gelê me rêya koalîsyon-hikûmetek hawbesh da ber partîyên serkeftîyên hilbijartinan u got pêwîste bihevra kar bikin.

Gerçê encamên hilbijartinan ji alîyê komisyona hilbijartinan nehatîye ragihand jî, li gor agahî-zanyarîyên gihîshtine destê me, mirov kare bêje; Rêza 1. PDK, Rêza 2.GORRAN, Rêza 3.YNK, Rêza 4 YEKGIRTU u Rêza 5. KOMEL,bi vî sheklê rêz bike. Li gor vê rêzbendê niha li ser avakirin u damezrandina hikûmeta hawbes pir senaryo tê holê-meydanê. Li gor encaman, berêz Mesud Barzanî serokê herêma Kurdistan, ji bo hikûmeta-kabîneya 5. vere avakirin destur bide partîya yekemîn kû ev jî PDK `ye. Sekreterê PDK berêz Miranî li ser hikûmeta hawbes got « em dixwazin, bi YNK u YEKGIRTU ra hikûmetek hawbesh-koalîsyon damezrînên. Rêveberê GORRAN jî di daxwanîya da eshkere kir kû ev jî dixwazên beshdarîya kabîne ya 5. bibin.

Hikûmeta hawbesh-koalîsyon li bashurê Kurdistan çawa were avakirin, ji alîyê kî u kî beshdarên kabîneye nu bibe, asteng u pirsgirêk, çîye çawa vere çareserkirin….hwd hwd, mirov kare birsyara usa dirêj bike.

Ez dixwazim bi kurtayî li ser van senaryoya bisekinim, li ser vî babetê bîr u dîtênê xwe ji we xwendevanên hêjar ra pêshkesh bikim. Gere ez karibim, alîkarbim, dilxwesh dibim.

Senaryoyên li ser hikûmeta nu a Bashurê Kurdistan ;

1- PDK-YNK-YEKGIRTU.
2- PDK-GORRAN-YNK-YEKGIRTU u KOMEL.
3- PDK-KOMEL-YEKGIRTU u Kotayên ; Tirkmen, Asurî-Kildanî u Ermenî.
4- GORRAN-YNK-YEKGIRTU-KOMEL.

Van xalê kû min li jorê bi rêze kirîye, niha Li Bashurê Kurdistan, tên gengeshe-nîkash kirin. Lê, li gor rewsh u mercên Bashurê Kurdistan, hikumeta nu ya were avakirin, ger PDK u YNK beshdar nebin, pir zahmete mafê vî yê jîyanê hebe. Divê di hikûmeta nu da, PDK-YNK beshdarbin an ji herdu partîya yek li hikumeta nu da cih bigre.

1- PDK-YNK-YEKGIRTU

Dema encamên hilbijartinan hêdî hêdî derket holê, berêz sekretê PDK Fazil Mîranî, di daxwîyanîkî da got : « Em dixwazin li gel YNK u YEKGIRTU ra kabîne ya 5`a avabikin. YNK shirîkê me ê stratejîke u hevalên YEKGIRTU jî dixwazên di kabîne ya nuh da cî bigrin, beyenatê van jî di vê derbarê da heye » A di dilê PDK da derbas dibe, ev senaryo ye. Yanî hikûmeta nu di bin rêveberîye PDK u ji alîye, PDK-YNK u YEKGIRTU bêt damezrandin.

Belkî, YNK jî li gel ev pêshnîyar be. GORRAN di nav koalisyonu da nebe, bi avantaja desthilat YNK ji rewsha xwe berbi bashbune bibe u hilbijartinên herêma-bajaran, ji bovextek nedîyar bavêje. Tirsa YNK ewe kû bajarê Suleimanîye bi temamî ji dest biçe u bike bin bandora GORRAN. Lê qelsîyaka din a YNK, nikare li gel PDK wek berê, bibe shîrîkê xurt ji ber li hilbijartinan da shikest. Ger pisrgirêk hene rewsha Mam Celal-tendûristî ya vî, re nade li gel Kak Mesud runê u pirsgirê ka çareser bike.

Ji hilbijartinên berê heta nuha saritîya nabeyna YEKGIRTU u PDK sedî-sed natîye çareserkirin. Ji ber hilbijartinên berê kû alîgirên PDK baragahê YEKGIRTU li Bahdînan shewitand bu. YEKGIRTU daxuyanîyek da u got ; Emê le gel hevpevmanê xwe bishivrên u pêkva biryara beshdarîya hikumeta nu niqash bikin.

Yên di nav wanda herî rehet PDK`ye kû di hilbijartinan da yekemîn derket. Lê astengên van jî hene. 21 salên li desthilat u rubirûyê rexneyên dîktatorî yê dibin. Pirgirêkên din jî : projeya destura Kurdistan, dirêjkirina serokatîya Berêz Barzani, Peymanîyên Petrol u bûtçe u pirsgirêkên li gel Baxda u nêzîk buna li gel Tirkîye. Ji ber van egera îhtimala kû PDK rexneyên GORRAN ên tund, nerme bike, pêshnîyara koalîyonu ji van ra jî bibe.

2- Di nav van senaryoyan da a herî logîk u zîrekane ev senaryo ye. Ji ber Bashurê Kurdistan hên dibin heterîyê da ye. Pirsgirêkên, Kerkuk-Musul( % 40 axa Kurdistan hê azad nebîye çareserî ya van devera giridaye bi benda 140) Pêshmerge, Petrol, Bûtça-Para Kurdistan…hwd.

Ger, PDK-GORRAN-YNK-YEKGIRTU u KOMEL, ger karibin, li ser esasên bingehî koalîsyona netewî li ser bernamekî hawbesh hikumeta nu damezrînên, ji bo vê serdemê gelek bashe. Vê demê pêkva li gel yek karin, li dijî Baxda u pirsgirêkên navnetevî u li dijî zext u xwesepandina Tirkîye u Îran derkevîn. Pirgirêkên xwe yên navxo karibên çareser kin.

Ji bo PDK bashe ji ber :

Ewê bidome

Rojhat Badikî

27.09.13

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.