بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

GIRÊ

Dîrok û ziman çiqas bi hevra giredayîye, her peyvekêda çi veşartîye, peyv ji ku tê û kuda biçe, min ew pirs her tim ji xwe pirsîn. Dema mîrovik destpêkî durinekê dike serîda serê dezîya xwe girê dide. Min got serîda, hun dikarin bêjin destpêkêda anjî di pêşîyêda. Carcara bona destpêka durinê tenya gireyek têra mîrov dike, dema mîrov dixweze durina wî mikem be; di serîde çend gireyan di paşhevda daveje. Dema durîn xilas dibe, ango tête qedandin; disa bi girêyekê dawîya dûrîne tête anîn. Durîn bi girêyekê tête destpêkirin û bi girêyekê tête qedandin. Hinek helên Kurdistanê durîn bi girêyekê destpêk nake, durin bi destpêkêda, bi dezîyê cîhyekîda çep û rast, ser û bin, jêr û jor, bi xeç û xeçrêz çuyînê tête destpêkirin û bi vî şiklî jî paşî tête anîn, berku durîn verneşe û ji hevneçe. Ji dotên nemêrkirî ra dihat gotin ku; durîna xwe bi gireyekê destpêmekin, dura bextê we tête giradan û hun nikarîn mêrbikin. Li van deran girê nişeta bextgirêdanîyê bu. Wusa dihat gotin, li ser rastî û nerastîya vê gotinê hun bi xwe mehleze bikin. Ez bi xwe jî nikarim bersiva vê gotinê bidim.

Ez hinek cara li ser girêyan mijulbum, li seranserî dinyayê heta naha ji çar hezaran zedetirîn girêyên curebicur hatine dozîtin; girêyên cotkaran, girêyên masîvanan, girêyên şaxîyan, girêyên çeperan, gireyên mîrovkujan, gireyên remildaran, girêyên nîvîs û nehînîyê, girêyên hemcirandinê hwd. Girê bi xwe çawa curebicur û hezaraye, weku peyv jî curebicir tête karanîn; dema yêk sêrîda bi îxtiram û rêz hat û karê xwe dakirin û dura jî ji mîrovetîyê dur kêt, wî mîrovî ra tête gotin ki; wî care girêya xwe paşxist, em çi bikin?! Dema zikê mîrovêkî dêşîya, carcara têtê gotin ku; deşa min wekû girêyekêye, çan girêyek bikeve zikê min.

Dema mîrov destê xwe li ser çermê xwe digerînê û di bedena xwe da cîhyekî gillî didozê, dibêje ewdermida gireyek heye, di anatomîya mîrovanda girêyên lîmfan hene van girêyan ra gillîyên lîmfan jî tête gotin. Li vir peyvên gillî û girê çiqas nezîkî hevin û çiqas bi hevra girêdayîne? Mîrov dikarî bêjî gillî girêya qwitkirîye. Dema gillî pîçek serhevra diçe, ango dizivire û mezin dibe, tête gotin ku gilor buye, glovera mejî gilore.

Bi girê; du tişt jî dikarin bi hevra bêtin girêdan, dema mîrov du bendan, du werisan, du qolanan an jî çawa Dersimî dibêjin; du xawan bi hevra girêdide, peyva girê tête karanîn. Dema Xortek hina nezewicîyê; hinek hela tête gotin ku emê serê wî girêbidin, wî xwedî malekê bikin. Li vir serî girêdana xortekî dotekêra zewicandine. Die metelokêda tetê gotin ku; kerê xwe rin girêbide bila gwir nexwe, anjî hespê xwe rindgirêbide bila hespa te gwir nexwe.

Dîroka remildarî û sîhîrbazîyêda bend girêdan jî hebu, berku remildarên pispor bi bend girêdanê pozberî û pevçun dikrina neqeba mîrovan; berê oldarên xaçparêz durajî oldarên misliman bend girêdan qedaxekirin. Pirtukên ku li ser bendgirêdanê, sîhîrbazîyê û zanyarîya nehînî hatibun nîvisandin bi rizabuna xwedanê pirtukan hatin şewitandin (Încîl Karê Resulan Bêş 19, Gotin 19), berku bi bend girêdanê, sîhîrbazîyê û zanyarîya nehînî kesek zerarekê nede kesek din. Di dîrokê da gelê Înka ku li Emerîka Başur jîyaye; bi girêyan nîvîsek taybet afirandine, girê weku tîp û jimar hostatî karanîne. Di zmanê behrevanîyêda girê buna şopat û durîyê jî tê karanîn, seatekêda li ser Behrê yêk girê çuyîn 1852 km/h, ango gor hesabê Îngilîzan 1 Mîla Behrêyê.

Dema hirî(herî) asan nayê şehkirin tête gotin ku gillî buye, ango girê buye. Nizanim hîna şolik tê bîra hinekan! Bi ar û avê tê patin , eger malêda run hebe, run ji dikevê nav, li ser agir hedî hedî tête tevdan û tê patin, dema mîrov baş tevnede ar (ard) di nava şolikêda gillî dibe, tête gotin ku baş nehatîyê tevdan ji ber vê şolik gillî gillîye. Porê dotan jî dikarê gillî bê û asan şehnebe, mîrov dikarê bêje por gillî buye an jî por girê buye. Hinek helê Kurdistanê ji porra pirç tête gotin, di rasteyetîyêda bawerim tenya muyên ku li ser serî dirêj û stur dibin porrin, muyên dirêj û stur yên ser qefsîngê, yên binê çengan, yên ser piştê û nava şeqan pirçin. Ji ber ve pewîste li vir ferqa por û pirçê ron be, bila Kurdên derdorâ Bitlîsê û Urmîyê biborin û qisurê mêze mekin. Rasteyetî ewe ku; gîrê bona gillîbuna por anjî pirçê jî tê karanîn.

Di dîrokêda, Girêya Gordîyone gelek cîhyekî taybet digire: Gordîyon li ser Asya Piçuk bajarek bu, Împaratorîa Fîrîgîyayêra peytaxtî kir, gel Kurd û Farisan (Med û Persan) peyvendîyê wan hebun, keleka Çemê Sangariosê (Naha vera Çemê Sakaryayê tête gotin) hatibu avakirin, gelê Fîrîgîyayê gelekî pêşkevtî bu, zanyarê wê bona ceribandina mîrovan, gireyêk danîbun, girê gelek çewt û sext anîbu danîn, dihat gotin ku; aqlê ke tera vebûna vê girê bike, ewê erdê Asyayê, heta dinyayê bigire bin destsilahderîya xwe. Gelek kesên nav deng hatin xwestin vê girê vebikin, daxawa ew serneketin, di ceribandinêda her tim binketin, rojêkê rojan Skandar Begê Piçuk yê Mekadonî li gel leşkerê xwe hate vir, wî gote ezê vê girê vekim, zanyarên Fîrîgî wer zanînku; ew xwe dide ceribandin, mêjuyê xwe dide xebitandin û dixwezê vê girê veke, mixabin wî ew girê bi zora şurê xwe qedand û parçekir, zanyarên Fîrîgî, tirsên xwe ra wî ra tu tiştek negotin, wî ji Mekadonyayê heta Asya Piçuk xwîn rijandibu, kaşografî navê vê bu vekirina Girêya Gordîyonê. Dîrokvanên Ewropayî wî ra dibêjin Skandar Begê Mezin, balam gêlê Asya Piçuk, Medya, Persîa û Hindistanê mezînya wî qebul nekirin, dema ew gel leşkerên xwe li Kurdistanêra derbaz bu, şikestek mezin xwer, li Zagrosan li ser wan da gildirîkrina berdan (keviran) xofek mezin kire zikê wan.

Dema qala Skandar Begê Piçuk dibe, peyvên gor, gordîn û gordîyon têtin bîra mîrov. Di Kurdîya kewnda qereqolanra, hun bêjin bazên leşkerîra gordîn dihat gotin. Peyva gor bi sê şiklan dihat xebitandin: yêk; dema mîrov diçu ser şîna mirîyan cîvatêda bi dengekî xemgîn pîçek dengbilind digot gor... du; yên ku dimird di gorê da dihat vêşartin, bona vê gorê hinek navçeyên Kurdistanê; tirb an mezel jî tête gotin, sê; weku mînak, gor Mislimana rojî sî roje, gor Zerdeştîya pewîste mîrov hemu jîyana xwe da xwedani dest û pê xwe be, xwedanî zmanê xwe be û xwedanî pişta xwe be. Anjî; gor çavên min pewîste ez xwedî berçavik bim. Li vir mîrov dikare xwe bipirsê, peyvên; gordîn, gor û Girêya Gordînê bi şiklî bi hevra girêdayîne. Kurdan dî dîroka xwe da bazên (qereqolên) Roman (Tirkan) weku gor, weku cîhye ku mîrov mirina xwe dibîne, dîtine. Ji ber vê jî baverim bazên leşkerî yên wan ra gordîn gotine. Gordîn cîhyê gor dîtînêye, cîhyê mirin dîtinêye. Feqet pevîste mîrov xwe bipirsê gaevekî din şunda biçe, navê Peytexta Împaratoria Fîrîgîyayê bo çi “Gordîon” bu? Di mabeyna peyvên Gordion û Gordînê da tu peyvendîyêk heye? An Med û Persa ew nav dabun peytexta wan?! Hun jî li ser pîçek mehleze bikin; gor, gordîn û Gordîon. Bi vê nîvîse min xwest li ser girêyê, taybetî jî li ser girêya Kurdistan bisekinim , mixabin Girêyê ez heta “Girêya Gordîyonê” birim, di rojên hatî da ezê li ser girêya Kurdistan bisekinim, girêya Kurdistan çawa û kê avitîye, bo çi venabe, çawa vebe û ki vebike?

Naha bimînin nava xweşîyê da...

Bîşar Norşîn

9 Adar 2013

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.