بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Gelo, Malikî Gihişt Armanca Xwe... ?

Ev demekî dur u dirêje, ku ez gengeş u nakokîyên di nabeyna Serokê Herema Kurdistan Berêz Mesud Barzanî u Serok wezirê İraq Nuri Maliki dişopînim. Gengeşe gelek dijwar u tundin. Her alî, aliyên din bi diktatorî u binpêkirina zagona giştî tavanbar dikin. Là guregura van nikasa da layanê Ereb u layangirên PDK u YNK jî besdarîya gengeşeyên u rexneyên Berez Seroke herêma Kurdistan u Serokvezîrê İraq bun u agir bêhtir geskirin. Li ser îddâyên Maliki, Goran u Yekgirtu İslami Kurdistan jî besdariye aloziyan bun. Van herdu partîyan dîyar kir neşefafiya deshilatên Başurê Kurdistan, kozên mezin dide deste Nuri Maliki. Nuri Maliki lawazî u qelsîya Başurê Kurdistan bas dizane.

Zanyar u lêkolinerên siyasetwan, li ser van alozîya gelek şirove u lêkolîn dikin. Min jî li gor derfetên xwe li nêzik va, rudaw buyerên di nabeyna herdu serokan derbas dibin, şopand. Ez gihîştem encamekî, ger aliyên Kurd bihişê xwe neyn u nebêjin em çi dikin ; daviya ev alozi u rudawê, ewê Gelê Kurd gelek zerermend bive u gelek deskewt bikevin bin xeterîyê.

Hinek lêkolîner dibêjin, dema nakokî ket nabeyna hinek serkirde Erebên mezhep Şia u Mezhep Sunii, hinek kes xwestin Kurd jî têxin nav ev nakokiya u derz têxin anîya-bereya Kurda u bingehên deskewtîyên gelê Kurdistan qels bikin. Li gori dîtin u baweriya min ev fikir gelek raste. Ez hêjî bawer nakim u ji xwe dipirsim gelo serokê herema Kurdistan berez Mesud Berzanî bi kîjan bîr u bawerî u bi kî şewêrî biryara serhiladana dijî Nuri Maliki da.

Ger serhiladan, ji bo Kerkuk u Musil biba mini fahm bikirina. Lê serhildan ji bona peymana Hewlêrê ye. Ev peyman ji bo rêkxitina Baxda ye u çend post u îmtîyaz dide YNK u PDK.

Raste, Nuri Maliki erkên xwe bi cîh nayne, destura gişti binpe dike u ber bi dîktatoriyetê diçe. Ma gelo kî Nuri Maliki hani ser text ? Kî nakokîyên Erebên Mezhep Sunii u mezhep Şii çareser kir u re li Nuri Maliki vekir Ji bona serokwezîrtîya İraq ?

Carna ez ji pirsyar dikim, demê serkirdên Kurdistan xeletîya dikin cima rexne li xwe nagrin u dawa lêbuhrîn ji gelê xwe naxwazin ! Cima serkerdên Kurda xwe liser hertistî digrên heta xwe li ser zagon u qanuna jî digrin.

Hemu kes, li çar perçeyên Kurdistan li benda Newroza 2012 bun. Çend meh berîya Newrozê, qelemşorên PDK u alîgirên PDK li çar heremên Kurdistan, dest bi propaxandaya mizgînîya Kurdistan' a serbixwe kirin u gotin Serok li 21 Adarê roja Newrozê, Kurdistan' a serbixwe radigihîne . Em hemu kêfxweş bun u li benda Newroza 2012 sekinîn !

Le çi bu ? Serokê Herema Kurdistan li peyama Newrozê da şer li dijî Nuri Maliki ragihand u got '' Edi em zor u sîtema Maliki qebul nakin !'' Ragihandina Kurdistan' a serbixwe dîsa ma Newrozekî din !

Gelo serokê herema Kurdistan dema şer li dijî Nuri Maliki ragihand li gel kî dan u stendin kir u şêviri, Gelo seroke herema Kurdistan peş ku şer li li diji Nuri Maliki rabigihine pewiste ne dikir ku li gel Parlamena Kurdistan, Li gel Hikumata Herêma Kurdistan u li gel sazî dezge u partiyên din gotubêj bikira. Le mixabin va diyare ku serokê herema Kurdistan wek pir caran, em car jî bi serê xwe e bê kesi din bişevre, bi takakesi biryare şer da !

Dema em çav didin argumanê serokê Herêma Kurdistan li dijî Nuri Maliki bikar tîne heman arguman Nuri Maliki jî li dijî serokê herêma Kurdistan bi kar tîne. Rast an derew ; Nuri Maliki bê ku nav bîne ziman, dêvi ku li Kurdistan çend kes hene sud-berjewendî ji rewşa Kurdistan digrin, gelê Kurd ji varidatê Kurdistan bibeş-bêpar dikin. Saman u varidatê Kurdistan ( Petrol, Gumrik, Butçeye ku ji Baxdat tê...) dekeve berîka çend kesan. Kuşten u teror dikin....hwd hwd.

Îddîayên Nuri Maliki ên vê davîyê li ser avakirina Hukumeta baxdat u helweste Serokê Herema Kurdistan bu. Nuri Maliki, dibêje : dema me dest bi hevdîtina kir ji bo hikumeteki havbeş ( koalisyon ) Me xwest ku Gorran jî beşdarîya hikumeta havbeş bibe. Lê Berêz Mesud Barzani bi tundi red kir u got ger Gorran beşdarîya hikumetê bibe em beşdar nabin. Çend serkirdên Gorran jî gotinên Maliki piştrast dikin u dibêjin serokê Herêma Kurdistan me bêpar kir ji hikumeta havbeş.

Heta niha serokê Herêma Kurdistan berêz Mesud Berzani ev iddîayan refuz nekir. Çend kesan van iddiaya red kir lê mixabin, kesên nezikê ev buyeran iddiaya Maliki dipejirinên.

Derencam : Ger ez tebinîyên xwe li ser şerê ragihandinên serokê Herêma Kurdistan u serokvezîrê İraq bi cend xalan bînim ziman :

1- Serkirdê u endamên PDK ve YNK di axaftin u gotinan da dişandidin ku çika giringî didin yek rêzîya mala Kurd, lê bi gavên pratik he durên.

2- Ev buyer tiştek piştrastkir, kû hevpeymana stratejîk a di nav PDK u YNK hatîye îmzekirin-morkirin ( naveroka hevpeymanê, ji bilî Mam Celal u Kek Mesud u çend kesên din, kes nizane naveroka hevpeymana stratejîk çîye li ser çi esasî peyman çêbîye) li gor berjewendîyên her du parti dide pêş çav, ne kû berjevendîyên gelê Kurdistan biparêze.

3- Buyerên ku di nav Berêz Barzani u Maliki Ruda, hinek rastî derket holê kû serokê Herêma Kurdistan wek takekes tevgdigere, rêz u îhtirama sazi u dezgehên Kurdistani dişkêne.

4- Serokê Herema Kurdistan, li Baxda u li Hewlêr li gel aliyên siyasi wek serokê PDK tevdigere nek wek serokê Herêma Kurdistan.

5- Dan u stendin-teklatiyên PDK u YNK li gel dewletên dagirker hê li asta têklatiyên çîyaye. Dema li çiyan bun, bi çi asti li gel devletên dagirker ketibun têklatî, bi çend guhertinên biçuk dî sa wan teklatîyên çîya berdewam dikin.

6- Dan u stendinên YNK li gel İran u Şia' yên İraq, ên PDK jî li gel Tirqîye u Erebên Sunii xurte.

7- Berjewendî u teklatîyên wan ên taybetî li ser berjewendiyên ax u niştimane.

8- Xala a girîng ewe hên serkirdên Kurdistan bi asanî karin bikevên kemin u dafekên dagirkeran....

Mirov kare minaken li van xalan zêde bike lê li gor bawerîya min yên herî girîng ev 8 xalên u van xalan rêgirên ji bona peşketina civaka Kurdistan u astengin ji bo Kurdistanek serbixwo.

Rojhat Badikî

19. 05. 2012 Genève

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.