بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Gelo Konferensa Kurdistanî qediya, an jî ji armancê dûr dikeve?/IBRAHİM GUÇLU

)

Qasî ez dizanim ji 35 salî zêdetir e ku pêwendiyên hêzên Kurdistanê li tevayî beşên Kurdistanê bi germî tên niqaşe kirin. Di destpêkê de her çiqas beşek rêxistinên Bakurê Kurdistanê (PKKê xerîc) ne li dijî pêwendiyên kurdistanî bûn jî, lê li dijî eniya kurdistanî bûn. Loma jî dema ku Tevgera Rizgarî eniya kurdistanî diparast, wek xeyal dihat şirovekirin û li dij dihat derketin. Lê piştî salên 1980-yî dema ku pêwendiyên rêxistinên Bakurê Kurdistanê yên beşên din, yên beşên başurî û rojhilatî, başra-rojavayî pêşketin, eniya kurdistanî bû nerînek hevbeş ya rêxistinên Bakurê Kurdistanê.

Dema di eniya kurdistanî de wek bawerî û nerîn lihevkirinek pêk hat, ji bona ku eniya kurdistanî ava bibe hewil hat dayîn. Biryar hat girtin ku konferansek kurdistanî bê lidarxistin. Ji bona vê di sala 1980-yî de “komîteyek” jî hat ava kirin. Lê ev komîteya ji aliyê rêxistinên Kurdistanê ve rewa nehat dîtin û nehat pejirandin.

Ji dervayî vê hezar mixabin, pêwendiyên negatîf yên rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî jî pêwendiyên YNKê û PDK Iraqê, pêwendiyên PDK a îraqê û PDK a Îranê, pêwendiyên PKKê û hemû rêxistinên Bakurê Kurdistanê yên negatîf, şerê navxwe yê birakujiye; li cem vê sedeman pêwendiyên rêxistinên Kurdistanê bi dewletên kolonyalîst re, bûn sedem ku konferansa kurdistanî lidarnekeve.

Pişt re jî, bona konferansa kurdistanî gelek caran hewil hat dayîn, lê di van xebatan de jî serkeftin pên nehat.

Bi taybetî piştî Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, ji bona konferansek kurdistanî xebat û daxwaz zêdetir bûn. Bi taybetî jî di vê pirsê de PKKê ket nav hewildanek germ. Ji Hikumeta Kurdistanê daxwaz kir ku konferasnsek kurdistanî ya hevbeş pêk bînin.

Min ew daxwaza PKKê her demê li dijî berjewendiya milî ya giştî ya kurd û bi taybetî jî li dijî berjewendî û statuya Dewleta Federe ya Kurdistanê şirove kir.

Di encamê de ev konferansa pêk nehat.

Lê beriya hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê (12-ê Hezîrana 2011-an) PKKê ji bona ku meşruiyeta xwe tasdîq bike, li hemberî hikumeta Tirkiyeyê bes hebûna xwe îspat bike, li Bakurê Kurdistanê mixelefeta li hemberî xwe heyî ji holê rake, bi awayê Baasê siyasetek hilbijartinê meşannd, çend kesên “mixalîf” kir berendamê parlamentoya tirk.

Piştî ev siyaseta stratejîk ya xeter, bi desthilatdariya Kurdistanê û bi taybetî jî bi serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî re danûstandin kirin, biryara Konferansa Kurdistanê girtin.

Baş bû ku biryar hat girtin ku dîwana serokatiya Kurdistanê vê konferansê amade bike.

Min li dijî vê biryarê di NET-KURDê û di gelek rojnameyên din de nerînên xwe anîn ser zimên. Min got ku “ev biryara li dijî berhjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Ev konferansa Kurdistanê dê bibe sedem ku pêwendiyên Dewleta Federe ya Kurdistanê û dewletên cîran xirab bibe; Dewleta Federe ya Kurdistanê di agirê PKKê de bişewite. PKKê jî dixwaze ku rewabûna xwe tesîs bike û terorîzmê ji ser xwe rake, Dewleta Federe ya Kurdistanê bike şerîkê xwe.”

Li hemberî min, gelek nivîsên dijwar hatin nivîsandin, heqaret û tehdît li min hatin kirin.

Di ser nivîsên min re gelek wext derbas nabû, Serokê PKKê Ocalanî ev nerînên min rast derxist, armanca wPKKê ya ne dirust û xeter derxist holê.

Ji bona vê ez naxwazim zêde tiştekî bibêjim. Ez dixwazim nerînên Ocalanî yên di destpêka Tirmehê de bi riya parêzerên xwe hatine pêşkêşkirin ji we radest bikim.

Öcalanî dibêje:

“— Divêt di konferansa neteweyî de û di bunyeya wê de parlamentoyek bêt ava kirin. Ahmet Turk û Şerafettin Elçi dikarin vê xebatê bi rê ve bibin. Ez silaman li herduyan jî dikim. Wekî ko min berê jî gotî, konferans dikare xebatê li ser prensîba şerî û aştiyê û li ser prensîb û pêşniyarên dî bike. Yek ji xususiyetên herî giring ko konferansa neteweyî divêt pêk bîne avakirina parlamentoyê ye. Jixwe KNK heye lê belê ev parlamentoya ko divêt nû bêt ava kirin dikare wekî reorganîzekirina KNK-ê be. Heta dikare modela rêxistina filistîniyan PLO-yê ji xwe re bike nimûne û parlamentoyeka wisa ava bike. Dê bibe wekî mecliseka daîmî. Tişta didoyê ya herî giring ko divêt konferansa neteweyî bike ew e ko organeka birêvebir ya wê parlamentoyê hebe. Heta mirov dikare ji wê re bibêje kabîneya sîwan jî. Bi vî awayî organeka birêvebir ya parlamentoyê jî çêdibe.

“Abdullah Ocalanê ”xizmetkarê” malxala xwe tirkan bi vê jî têr nabe û dixwaze hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî bêxe bin kontrola xwe de û dibêje:

— Tişta sêyê û herî giring ko divêt konferansa neteweyî bike ew e ko hêzên çekdar koordîne bike. Hêzên çekdar yên Barzanî yan jî hêzên çekdar yên Federasyona Kurdî ya Iraqê û hêzên dî yên çekdar divêt bên koordîne kirin. Divêt nûnerê KCK-ê jî di konferansa neteweyî de beşdar bibe û divêt KCK bi nûnerên xwe xwe temsîl bike.” (Nefel, ji nivîsa Arif Zerevan)

Ew nerînên Ocalanî hem armanca konferansa PKKê difikire gelek aşker diyar dike. Divê rêxistinên Kurdistanê bi tevayî û bi taybetî ji desthilatdaraiya Dewleta Federe ya Kurdistanê ev armanca PKKê bide ber çav. Ji konferansa kurdistanî dûr bisekinin.

Hem jî, ji aliyê din de baweriya min ew ku Ocalanî konferansa kurdistanî qedandiye. Lewra mamosteyên wî yên tirk Konferansa Kurdistanî ya gorî armanca berjewendiya miletê kurd ava bibe, li dijî berjewendiya xwe dîtin. Pêşiya vê bi destê Ocalanî girtin.

Loma jî divê ew kesên di derbarê konferansa kurdistanî de êrişî min kirin, heqeret li min kirin, xwe rexne bikin û ji min uzir bixwazin.

Amed, 05. 08. 2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.