بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çavdêriyên Li Ser Universiteya Tirk | İsmail BEŞİKÇİ

Ezê di vê nivîsa xwe de hewl bidim ku hinek ramanên xwe, yên derbarê zankoya 1960an vir ve, binîm ziman.

1.Serdema 27ê Gulana 1960an
Roja 27ê Gulana 1960an li Tirkiyeyê darbeya leşkerê pêk hat. Artêşê dest danî ser rêveberiyê. Hukûmeta rewa hilweşand, parlementoyê belavkir. Serokomar, Serokê meclîsê, Serokwezîr, Wezîran, û Burokratên payebilind girt, avêt girtîgeheke taybet a li girava bi navê Yassiadayê ya li Behra Marmarayê. Ji bo darizandina desthilatdariya partiya Demokrat, dadgehek taybet bi navê Dîwana ‘Edaleta Berz sazkir. Selim Başol(1905-1990)ê ku serokê daîreya yekemîna temyîza sezayê bû, ji bo serokatiya vê dadgeha taybet hate tayîn kirin.
Komîteya Yekîtiya neteweyî, ji 37 general û efseran pêk dihat, sibeha darbeyê, hinek mamosteyên peymangeha/fakulteya hiqûqê ya zanîngeha Stenbolê anîn Enqereyê. Ji wan xwest ku Makeqanûneke nû çêkin. Cemal Gürselê Lîderê Cûntayê, Serokê Komîteya Yekîtiya Neteweyiyî, Serokdewlet daxuyand ku makeqanûneke çawa dixwazin. Di bin serokatiya Ord. Prof. Dr. Siddik Sami Onarî de Komîsyona Makeqanûnê hat damezrandin. Siddik Samî Onar(1898-1972) profesorê Huqûqa Îdarî bû. Di heman demê de Rektorê Universiteya Stenbolê bû. Endamên din yên Komisyona Makeqanûnê ev in: Ord. Prof. Dr. Hıfzı Veldet Velidedeoğlu(1904-1992)(Huqüqa Medeni), Prof. Dr. Hüseyin Nail Kubalı (1903-1981)(Huqüqa Makeqanûn), Prof. Dr. Tarık Zafer Tunaya(1916-1991)(Huqüqa Makeqanün), Prof. Dr. Ragıp Sanca( Huqûqa Rêveberî), Prof. Dr. Naci Şensoy(Huqûqa Seza), Doc. Dr. İsmet Giritli (1924-2007)(Huqûqa Îdareyê).
Paşê, ji fakulteya Zanînên Siyasî ya Zankoya Enqereyê Prof. Bahri Savcı(1914-1998)(Huqûqa Makeqanûnê), Doc. Dr. Muammer Aksoy(1917-1990)(Huqûqa Makeqanûnê), ji Fakulteya Huqûqê Prof. Dr. Îlhan Arsel(1921-2010)(Huqûqa Makeqanûnê) jî beşdarê Komîsyona Makeqanûnê bûn.
Pêşnûmaya ku li enstîtuya Zanistên Îdarî, di bin serokatiya Prof. Dr. Tahsin Bekir Balta(1902-1970)yê ji fakulteya Zanînên Siyasî de hatibû amadekirin jî ji Komisyona Makeqanûnê re hat pêşkêşkirin.
Cûnta dixwaze, serokomarê berê Celal Batarê ku li hember wî darbe kiriye, bi dardeke. Ji bo ku 65 salî nayên îdamkirin, vî qanûnê divê bê rakirin. Ji bo vî jî komîsyoneke 8 kesî, ji profesoran, dadgerên leşkerî, serokê daîreya yekemîn a sezayê pêkhatî, tê sazkirin. Çar endamên komisyonê ji fakulteya huqûqê ya Universîta Stenbolê, profesorên huqûqa sezayê ne. Prof. Dr. Tahir Taner(Serok), Prof. Dr. Naci Şensoy(Wê serdemê Dekanê fakulteya huqûqê ye), Prof. Dr. Nurullah Kunter, Prof. Dr. Sahir Erman in. Vê komîsyonê dîtina xwe weka ku 65 salî jî tên îdamkirin da zanîn. Ev dîtin bû sedem ku demên borî jî girte nava xwe.
Di doza xerakirina makeqanûnê de, şahidê mexdûran Ord. Prof. Dr. Ali Fuat Başgil(1893-1967), avakirina “Encumenê Tahqîqat” nexerakirina makeqanûnê ye, vedigot. Serokê Dîwana Dada Bilind Salim Başol gotina wî birî û got “hûn ne pîspor in”. Lê, Prof. Bahri Savcı û Prof. Nail Kubalı yên ku digotin “xerakirina makeqanûnê heye” bi saetan guhdarî kir. Tevî ku Ali Fuat Başgil jî profesorê Huqûqa Makeqanûnê bû.
Serokomar, Serokê MNMT (Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê), Serokwezîr, wezîr û hwd. digotin hergav mafên me tên binpêkirin ev jî li dij qanûna ye. Serokê dadgehê Salim Başol bi gotina “ Îradeya /vîna ku we girtiye vir, wiha dixwaze” daxwaza wan red dikir.
Divê mirov van rûdawan çawa binirxîne? Leşker, bi darbeyê hikûmeta rewa hildiweşînin. Profesoran tînin Enqereyê, ji wan çêkirina Makeqanûneke nû dixwazin. Makeqanûneke çawa dixwazin bi wan didin zanîn. Profesor ji fermanên cûntayê qet mandî(nerihet)nabin. Ev helwest,li hember ramana zanistî, li hember têgihîştina zanistî, li hember metoda zanistî helwesteke gelek vekiriye. Ji ber ku zanist, di derdora zanistî de bes tê hilbirîn. Derdora zanistî, bi avakirina rexneya azad, ramana azad pêk tê. Bêsazîbûna rexneya azad, ramana azad “derdora zanistî” pêk nayê. Dema hûn bi fermana desthilatdaran re rûbirû man û li gor wan tevbigerin jixwe hûn xwe bisînor dikin, ev tê wateya ku hûn ji bo bicihanîna fermanên desthilatdaran hewl didin. Ev jî ne hewldaneke zanistiye, belkî memûrtiye. Xizmeta îqtîdarê ye. Pozîsyona profesoran û pozîsyona memûrên daîreya tapû, daîreya nufûsê wek hev in. Di mijarekê de xwedîbûna zanînê, nayê wateya xwedî helwesta li gor metoda zanistî û xwedî ramana zanistî, ev he du tişt ne heman tişt in.
Divê mirov li ser gotina Serokê Dîwana Dada Bilind Salim Başol a ku dibêje:”Îradeya/vîna bilind/berz a ku we girtiye vir, wiha dixwaze.” Jî raweste. Ev nîşan dide ku darbeyê huqûq kuştiye, li gor îradeya darbeyê hewldana “huqûqek nû” avakirnê heye.
Cûntayê bi navê Dîwana Dada Berz dadgehek taybet, ji bo darizandina Serokomar, Serokwezîr, Serokê MNMTê, endamên lijneya wezîran û birokratên pileberz ku bi darbeyê hilweşandiye, sazkiriye. “Îradeya Berz”, dixwaze kesên bi darbeyê hilweşandiye, bi daxwaza îdamkirinê bêne darizandin. Ji ber qanûnên wê serdemê Celal Bayarê ku temenê wî 65 salî zêdetîr e, bi daxwaza îdamê nayê darizandin. Di vê mijarê de cûnta, ji “heyeta pispor” ku profesorên fakulteya huqûqa Zankoya Stenbolê jî di nav de, dixwaze sînorê ‘emr ji holê rakin. “Heyeta Pispor” li gor vê daxwazê raporek amade dike, sînorê temen ji holê rakiriye. Ev bi her awayî tam memûrtiyek e. Tu têkilahiyeke vê bi zanistiyê re nîne.
Piştî raperîna Kurd a 1925an, Serokwezîr Îsmet İnönü, li Diyarbekir û derdora wê digere, bi serfermandaran re sohbet dike, ji wan, kirinên wan dipirse. Ew jî behsa îdaman dikin. “ Ji van zircahîlên ku bi tirkî jî nizanin, ji bo Mileta Tirk, Wetenê Tirk û Dewleta Tirk tu feyde nîne, dibêjin. Kesên ku ji wan şubhe dikin, hinên wan gulebaran dikin, vedibêjin” Serokwezîr jî ji wan re dibêje:” Ger hûn van karên xwe bi rêya sazkirina dadgehek bikin, dê baştir be.” Bi vê gotina xwe dixwaze perdeyeke qanûnî bikarbîne.
Di serdema 27ê Gulanê de, Li Rojhilat mijarên wek Şêxîtî, Axatî, Axayên 55an, Tirkbûna Kurdan mijarên ku pir dihatin axaftin bûn. Dem bi dem şîroveyên ku di lijneya wezîran de dihatin kirin, îdîa dihat kirin ku Kurd bi ‘eslê xwe Tirk in, ew zimanê ku jê re Kurdî tê gotin jî zimanek kevnê Tirkî ye. Lîderê Cûntayê, Serokê Komîteya Yekîtiya Neteweyî û Serokê Dewletê Cemal Gürsel xwedî vê ramanê bû. Di civînên lijney a wezîran de, ji bo piştraskirina vê ramanê wezîr bi hevre diketin pêşbaziyê. Di lijneya wezîran de profesor jî hebûn. Pirtûka Mehmet Şerîf Firat a bi navê ‘Bajarên Rojhilat û Dîroka Warto’ li universitan, li ser maseyên profesoran bû. Di vê pirtûkê de, dihat vegotin, parastin ku ‘eslê Kurdan Tirk e, zimanek wek Kurdî nîne. Ev pirtûk piştî darbeyê bi pêşgotina Cemal Gürsel, ji layê wezareta perwerdeyê ve, ji nû ve hatiye çapkirin, belaş li mamosteyan, xwendekaran, xebatkarên zankoyan hatiye belavkirin.
Piştî hebûna Kurd û etnîsîteyên din hat înkarkirin, hertkes Tirk hat hesbandin, makeqanûm, ji bo tirkan yanî ji yên ku bi etnîsîteya xwe Tirk in re dihat çêkirin. Bendên bi neteweperestiya Tirk re, bi neteweperestiya Atatürk re têkildar bûn bingeha makeqanûnê diyardikirin. Dihat îdîakirin ku Kurd bi ‘eslê xwe Tirk in, Kurdî jî Tirkî ye. Li ser van mijaran nivîs, axaftin, konferans, panel hebûn. Axayên 55an, sirgûna axayan mijara axaftinê bû. Li ser asîmîlasyona Kurdan a bi lez di rojnameyan de nivîs dihatin weşandin, pêşniyar dihatin rêz kirin. Li bajarên Kurdan wekî Tetwan, Hîzan, Mutki, Exlat, Ercîş, Silîva, Hezro, Sasonê avahiyên leylî ji bo dibistanên seretayî dihatin çêkirin.
Va li vir jî aliyekî girîng î têkildar bi metoda ramana zanistî re heye. Serokê îqtîdara desthilatdar, Serokê Komîteya yekîtîya Neteweyî û Serokê Dewletê Org. Cemal Gürsel, dibêje ku Kurd Tirk in, ew bi vê mijarê baş dizane. Gelo di rewşeke wiha de çima profesor ji pêşniyarên karbidestan nakevin şubhê? Profesor ji rastî û nerastiya vê ramanê şubhe nekirin li alîkî dihêlin, bi dil û can ji bo asîmîlekirina Kurdan, ji bo sepandina van ramanan di hewldaneke mezin de ne. Rewşewe ku, ji ramanên ku desthilatdar tînin ziman şubhekirin aliyekî girîngê metoda zanistî ye. Di vî mijarê de lêkolînkirin, dema ku nerastiya vê ramanê derket holê, encamê bi rayagiştî re parvekirin, dîsa aliyekî girîngê ramana zanistî û metoda zanistî ye.
Zanist teswîr û daxuyaniyên bi diyardeyên çavdêrî re têkildar dike. Di rêya teswîr û daxuyaniyên ku bi diyardeyên çavdêrî re têkildar in de dixwaze bigihîje gelemperîkirinan. Paşê bi vegera diyardeyan, hewldide ku van gelemperîkirinan piştrast bike an jî biçewtîne.
Li Rojhilat, Şêxîtî-Axatî, bi 55 axayan, sirgûna axayan, bi dîtina “’Eslê Kurdan Tirk e” ku ji aliyê Serokê Komîteya Yekîtiya Neteweyî ve bi îsrar dihat parastin, tevî bi awayekî vekirî diyardeya Kurd li holê ye jî, gelo çima profesor zanistî nafikirin, îtîbar bi dîtina Serokê Dewletê dikin? Gelo dema zanist tê gotin ev profesor çi fam dikin? Ji gotinên wek “ Zanîngeh saziyên ku heqîqet lê tên lêkolînkirin” çi fam dikin gelo? Têgihên wek “azadiya derbiranê, rexneya azad, îdeolojiya resmî” ji bo van profesoran çi derdibire? Gelo tiştên ku profesor dikin, lêgerîna heqîqetan e, an veşartin, şîlokirin û rêliserêdagerandina heqîqetan e?
Di komîsyona Makeqanûnê de, bi taybetî jî dema ku neteweperestiya Tirk, neteweperestiya Atatürk dihat axaftin, guftûgoyên girîng, axaftinên girîng dibûn.Ji bo îsbatkirina ku her kesên li Tirkiyeyê dijîn Tirk in, general û profesor bi hev ra diketin pêşbaziyê. Di dema van guftûgo, axaftinan de, Komiteya Yekîtiya Neteweyî dixwaze dawî li endamtiya Prof. Dr. Tarık Zafer Tunaya û Doc. Dr.İsmet Giritli a di Komisyona Makeqanûnê de bîne, wan ji Komisyonê bavêje. Di navbera Serokê Komisyona Makeqanûnê Ord. Prof. Dr. Sıddık Sami Onar û van her du endaman de nakokî dertê, ji ber vê rewşê dawî li endamtiya wana komisyonê tê dayîn.

2.Rejîma 12ê Adarê

Di rejîma 12ê Adarê de, Dekanê Fakulteya Zanînên Siyasî ya Universiteya Enqerê Prof. Dr. Mumtaz Soysal, ji ber Pirtûka xwe ya bi navê “Destpêka Makeqanûna Civakî/Sosyal Anayasa’ya Giriş”(weşanên SBF, Enqere 1970) hat darizandin. Di Hezîrana 1971an de hat girtin, di pêvajoya vê dozê de çend car kete girtîgehê û derket. Prof. Soysalê ku girtî dihat darizandin, darizandina wî li dadgeha leşkeriya Fermandariya Awarteya Enqerê dihat kirin.
Di dema darizandinê de, heyeta dadgehê “ lijnekî pisporan” ji pênc profesoran avakir. Ji van profesoran raporek derbarê pirtûkê de xwest. Ev pênc kes mamosteyên fakulteya huqûq û îktîsadê yên Universiteya Stenbolê bûn. Prof. Dr. Selçuk Özçelik(huqûqa Makeqanûnê), Prof. Dr. Önder Ayhan (huqûqa sezayê), Prof. Dr. Amiran Kurtkan(1926-2005,Sosyoloji), Prof. Dr. Sabahattin Zaim (1926-2007, Polîtîka Civakî), Prof. Dr. Nevzat Yalçıntaş(İqtisad)
Van Profesoran pirtûka Destpêka Makeqanûnê bi niyeta ka tewan tê de heye an na xwend. Ji Dadgeha Leşkeriya Awarte re raporeke ku pirtûkê tewnbar dike pêşkêş kirin.
Divê mirov heyeta pisporan û helwesta wan çawa binirxîne? Li gor qen’eta min di vê pêvajoyê de rêman/nosyonek piçûk a zanistê jî nîne. Dibe ku di nava van profesoran de kesên dersa “ Metodên Lêkolînê di Zanistên Civakî de” dabin hebin, dibe ku dersên wek diyarde çi ye, Zanist çi ye, felsefeya zanistê dabûbin jî. Lê, di vê helwestê de bi qasê zere jî têgihîştina zanistî nîne. Profesor pirtûkek an nivîsek wek dixwazin dikarin rexne bikin. Tiştên rast dizanin dikarin bînin ziman. Lê, Profesorek bi mebesta ka tewan tê heye an na nivîsek an pirtûkek xwendina wî, helwesteke ku ji binî ve li dij têgiha metoda zanisti ye. Di ramanê de li tawanê gerîn, helwesteke ku gelek li hember metoda zanistî ye. Sazkirina raporek bi awayê “ Di pirtûkê de rastî hêmanên tewanê nehatiye.” Jî profesoran ji berpirsiyariyê rizgarnake. Divê mirov yekser li hember “tewanên ramanê”, xwestina raporên bi vî awayî derkeve. Li vir ev jî girîng e, gotina “Ev profesor muhafezekar in, bêteref nînin. Ez heyetke nû ya bêteref dixwazim.” çewte. Parastina azadiya ramanê, rexneya azad, pêwist dike ku rasterast mirov li hember helwestên ku di ramanê de li tewanê digerin derkeve.
Parastina azadiya akademîk, nayê wateya parastina azadiya derbiranê, azadiya zanistê. Ger azadiya îfadeyê/derbiranê tunebe azadiya akademîk pêk nayê.

3. Rejîma 12ê Îlonê

Bi derbaskirina 1960an, 1970yan diyar dibe ku çawa YOK/SHB pêk hatiye, sazbuye. SHB çawa pêk hat? Ger Universitek heqîqî hebûya dê SHB(Saziya Hîndekariya Bilind) pêk bihata? Ger Universiteyek ku azadiya ramanê, rexneya azad diparast, ji bo van nirxan têdikoşa hebûya, dê SHB pêk bihata?
Em dizanin ku dîroka Saziya Hîndekariya Bilind 6ê Mijdara 1981 e. Rûdaweke girîng heye ku vî serdemê, bi gelemperî Universiteya Tirk vedibêje. Bi kurtahî di vegotina vê de sûd heye.
a. Roja 2ê Berfanbara 1982an, Lijneya Fakulteya Huqûqa Universiteya Stenbolê, pileya Doktoraya huqûqê ya rûmetî da Lîderê Cûntayê Orgeneral Kenan Evren
b. Senatoya Zankoya Stenbolê jî, tevî destnîşankirina pêşniyara fakulteya huqûqê a ku nîşana Doktora huqûqê ya rûmetî dabû, nîşana profesoriya zankoyê dayê
c. Lijneya Navzankoyî jî, biryara ku van pileyan li ser navê hemû zanko û Akademiya Tiba Leşkeriya Gulxanê hatiye dayîn, da.
Serokê SHBê Prof. Dr. Îhsan Doğramacı û Rektorê Zankoya Stenbolê, Prof. Dr. Cemi Demiroğlu, di civîneke Senatoya Zankoya Stenbolê de Cubeyê Profesoriya Universiteyê li Lîderê Cûntayê Orgeneral Kenan Evren dikin. Divê mirov vana tevan çawa binirxîne?
Di 12ê Îlona 1980ê de, darbeya leşkerî hatiye kirin. Parlemento hatiye belav kirin, hatiye girtin. Partiyên siyasî hatine girtin. Serokwezîr, lîderên partiyên siyasî hatine binçav kirin. Bi deh hezaran kes di girtîgehan de ne. Di derbarê bi sed hezaran kesan de lêpirsîn hene. Îdam/dardekirin hene. Qanûnên zêfîner di derbarê azadiya ramanê, azadiya çapemeniyê de hene. Li ser van qanûnan qanûnên girantir derdikevin. Ji bo derxistina qanûnên girantir hewldanên mezin hene. Ev qanûn bi biryar û bi tesîr tên sepandin. Ev e, di mercên wiha de, Lijneya huqûqa Fakulteya Zankoya Stenbolê, nîşana doktoraya huqûqê dide Lîderê Cûntayê Orgeneral Kenan Evren. Senatoya Zankoya Stenbolê nîşana “Profesorê Universiteyê” lê zêde dike. Lijneya Navzankoyî jî van nişanan wek li ser navê hemû zankoyan hatibin dayîn biryar digre.
Di hemû vê pêvajoyê de, zelal dixuyê ku ji bo ramana zanistî, ji bo helwesteke zanistî bi qasî zere tu hewldan nîne. Haya profesoran, rêveberan ji metoda zanistî nîne. Ji ramana azad, ji saziya rexneya azad bêxeber in...
Di Rojnameya Radikala 6ê Cotmeha 2011an de, nûçeya Serkan Ocak bi sernavê “Wî Cubê Paşvebigrin!” cih girt. Wek sernûçe hat pêşkêşkirin.
Ji Baroya Îzmîrê, sê parêzer ji bo paşvegirtina nîşanên doktoraya huqûqê ya rûmetî, profesoriya Zankoyê ji lîderê Cûntayê Orgeneral Kenan Evren, serî li Senatoya Zankoya Stenbolê didin. Senatoya Zankoya Stenbolê di nava 60 rojan de, bersiv nade. Li ser vî sê parêzer li dadgeha Îdarî ya Stenbolê doz vedikin.
Di rojnameya Radikala 7ê Cotmeha 2011an de jî, analîzeke Abdullah Kılıç hat weşandin. Di vê analîzê de ji bo Kenan Evren van nîşanan bigre ji İhsan Doğramaciyê serokê SHBê re fermankirina wî tê ziman. Di dema fakulteya huqûqê nîşana doktoraya huqûqê daye Kenan Evren ku wiha gotiye “...bi tevî xwedîtiya fezîlet û meziyetên exlaqî, ji kirina xizmeta welat û xizmeta mezin di belavkirina zanistê li welat de Serokomarekî bijartebûyî, ji Rêzdar Kenan Evren re...” jî tê diyarkirin.
Dema ku Kenan Evren ji Serokê SHBê Prof. Dr. İhsan Doğramacı re ferman dike, gotinekî bi vî awayî “... Lê nebî ku ev pêşniyar wek ji min hatiye be, wek karekî fakulteya weya huqûqa zankoya stenbolê be...” jî îhmal nake, tê diyarkirin.
Li gor qen’eta min, ser lêdana sê parêzerên Baroya Îzmîrê bêwateye. Pêşniyarek wiha bi erênî jî encam bibe, nîşanên Kenan Evren jê bên sendin jî, dîsa zankoyên tirk ji binê avzêma ku tê de ne rizgar nabin. Serokerkanê Artêşê Orgeneral Kenan Evren û havalên wî bi zora çek û rutbeyên xwe darbe dikin. Ji aliyê din ve xwestina Lîderê Cuntayê Kenan Evren nîşanên wek doktora huqûqê, wek profesoriya Zankoyê, pêwistî bi xemlandina van nîşana jê re ‘eybe. Ev dide nîşandan ku ewlekariya wî bi karê wî û bi wî nîne. Lê lihember vê fermanê nederketina zankoyê, vê xwestinê bi cih anîn nayê ‘efû kirin. Paşdegirtina van nîşanan zankoyê nake zanko.
Parastina Zankoyê bi parastina azadiya derbiranêye. Parastina azadiya derbiranê ji parastina azadiya akademîk girîngtir e.
Gelo çima Universiteyên Tirk ji metoda zanistî qetiyane, çima bûne wek saziyên di xizmeta desthilatdaran de, çima profesor ne wek zanyaran, wek memûran tevdigerin? Helbet pirsên girîng in. Di nivîsa bê de emê hewl bidin li bersiva van pirsan bigerin.

Wergera ji Tirkî ji aliyê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.