بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê biryara serxwebûnê bide ezê binecih bikim

HEWLÊR, 8/1 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka digel kanala BBC de tekez li ser wê yekê kir ko divê hikûmeta Iraqê çareseriyekê ji pirsên siyasî yên Iraqê re bibîne û got heger pirsgirêk berdewam bikin û Parlamentoya Kurdistanê jî biryara serxwebûnê bide ew dê wê biryarê binecih bike.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di heqê pirsgirêka cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî de got:

— Du rêyên vê pirsgirêkê hene. Rêya yekemîn ew e ko deshilata dadwer pirsgirêkê çareser bike û biryarê li ser bide. Rêya duwemîn jî ew e ko serkirdeyên siyasî yên Iraqê bi rêya kongreyekî nîştîmanî û guftûgoyan çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.

Barzanî di heqê dadgehkirina Haşimî ya li Kurdistanê de jî got:

— Heger dezgeha qeza biryarê bide û serkirdeyên siyasî qebûl bikin, emê bi hemû karînên xwe bibin arîkar. Mixabin di navbera fraksiyonên siyasî de bêbawerî heye, vê yekê bandor li dezgeha dadweriyê jî kiriye ko bêbaweriya aliyên siyasî yên Iraqê digel vê dezgehê jî hebin.

Serokê Kurdistanê di heqê mikurhatina çend parêzvanên Tariq Haşimî ya di kanalekî televizyonê de jî axivî û got:

— Belavkirina vê mikurhatinê karekî şaş bû, ez nikarim rastî yan jî şaşitiya wê mikurhatinê piştrast bikim. Madem ev mikurhatin li ber destê hikûmeta Iraqê bû, pêwîst bû berî mercên siyasî yên welat nirxandiba. Belavkirina vê mikurhatinê, pirsgirêkên siyasî yên Iraqê aloztir kir. Tevî ko serokkomar daxwaz ji serokwezîr kir ko vê yekê belav neke, lê mixabin ev kar hat encam dayîn.

Barzanî di heqê hebûna cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî ya li Kurdistanê jî dîtinên xwe anî ziman û got:

— Ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve daxwaz nehatiye krin ko Haşimî bê teslîm kirin, tenê di nameyekê de hatiye ragihandin ko nabe geşta derveyî Iraqê bike

Li ser pirsa gelo ger Dezgeha Dadweriyê daxwaza Haşimî bike, Barzanî got:

— Divê ez vê yekê bêjim ko dezgeha qeza ya herêma Kurdistanê serbixwe ye û ti peywendî bi dezgeha qeza ya Bexdayê ve nîne.

Barzanî bi lêv kir ko ev pirsgirêkeke siyasî ye, Haşimî cîgirê serokkomarî ye, serkirdeyekî siyasî û nûnertiya beşeke gel dike. Pêwîstiya vê yekê jî bi çareseriyekî siyasî heye. Ger hinek kes bixwazin sîstema siyasî ya Iraqê têk bidin, wê demê dê helwesta hikûmeta Kurdistanê hebe.

Mesûd Barzanî di heqê peywendiya telefonî ya cîgirê serokkomarê Emerîkayê Joe Biden de jî destnîşan kir ko Biden daxwaz nekir ko Haşimî teslîm bikin, belkî daxwaz kir ev pirsgirêk bi rêya guftûgoyan bê çareser kirin.

Barzanî di heqê rêkeftinnameya Hewlêrê de jî got:

— Ew rêkeftin li ser bingehê hevbeşiya proseya siyasî bû, lê mixabin ev proje berdewam nekir. Bi dadperwerî post neyên parvekirin, mantiqê vê yekê nîne ko piştî salekê hê jî postên ewlekariyê vale mane, pirsgirêkek ciddî ya artêşê heye, hemû sîstemên artêş û dezgehên ewlekariyê berevajiyê yasayê ne. Pêwîst bû ev di bin çavdêriya Civata Nûneran de ba.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser pirsgirêkên niha yên Iraqê de jî got:

— Du rê li pêşiya me hene. Yan pêwîst e pirsgirêk bi guftûgo û rêkeftina aliyên siyasî bê çareserkirin yan jî hilbijartinek pêşwext bê encam dayîn.

Barzanî ji bo rêkeftinên petrolê yên Kurdistanê yên digel şirketa Exxon Mobil jî tekez li ser wê yekê kir ko rêkeftina hikûmeta Kurdistanê ya digel Exxon Mobil yasayî ye, li ser bingehê rêkeftina digel hikûmeta Iraqê û yasayê hatiye encam dayîn. Barzanî got helwesta hikûmeta Bexdayê ya derbarê rêkeftinên kurdan yên digel Exxon Mobil şaş bû û kurd jî wê yekê wekî dijberiya digel berjewendiyên Kurdistanê bi nav dikin.

Barzanî bi lêv kir ko ti astengiyekê ji bo vê rêkeftinê qebûl nakin. Barzanî destnîşan kir ko di daxwaza cîbicîkirina madeya 140-ê ya ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê de paşde gavê naavêjin û heger pirsgirêk bi vî awayî berdewam bibin, ew dê vegerin Parlamentoya Kurdistanê û nêrîna gelê Kurdistanê çi be, dê binecih bike.

Serokê Kurdistanê ragihand ko ger nêrîna xelkê li ser wê yekê be ko daxwaza serxwebûnê bikin, ew nikare dijberiya nêrîna xelkê bike û got:

— Parlamentoya Kurdistanê em pêbendî wê yekê kirine ko di çarçoveya Iraqê de bimînin heger hikûmeta Bexdayê girêdayî destûr, federalî, demokrasî û piraliyê be.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya hevpeyvîna digel BBC de got:

— Kurd beşdarî hikûmetek ko şîe yan sunne tê de hatibin paşguh xistin nabin, lê heger fraksiyona Malikî pirsgirêka çareser neke, wê demê em dê her egerekê binirxînin.

Cavkanî: Rûdaw.net, Nefel.com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.