بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Azadiya îfadeyê, Sansur-Otosansur

Îsmaîl Beşîkçî / AKADER’a ku sempozyuma bi navê” Îsmaîl Beşîkçî û Li Tirkiyeyê Azadiya Derbiranê” lidarxist, hevalên beşdar, lêkolînerên ku ji derveyê welat hatin û bi axaftina xwe destek dane sempozyomê û rêveberên saziyan bi hezkirin silav dikim.

Azadiya derbiranê bi saziyên sansur û otosansurê re ji nêz ve têkildar e. Li Tirkiyeyê sansur û otosansur bi piranî ji ber pirsa Kurd tê rojevê. Di vê çarçovê de ez pêdivî bi şîroveya du têgihan hîs dikim. “Mafê neteweyan ê diyar kirina dahatuya xwe ”, “Mafê neteweyan ê diyarkirina çarenûsa xwe” Ev her du têgeh ne heman tiştin.

Mirov, Netewe dahatuya xwe bi xwe ava dikin.Li ser dahatuya xwe plan û projeyan çêdikin, bi raman û çalakiyên xwe wan dixin jiyanê.

Lê, çarenûsî ji aliyê Xwedê ve tê xêz kirin. Ka em li salên 1920an binêrin. Yên çarenûsa kes û neteweyan xêz dikin kî ne? Her du dewletên emperyalên girîngên serdemê û du dewletên bikokê rojhilatanavîn in.

Du dewletên emperyalên wê serdemê Brîtanya Mezin û Fransa ne. Her du dewletên bikok ên Rojhilata Navîn jî, Împaratoriya Osmanî û dewama Împaratoriyê Komara Tirkiyeyê, Împaratoriya Sefewî û dewama Împaratoriyê Şahînşaha Îranê ne.

Di vê serdemê de, çarenûsa Kurd û Kurdîstanê ji aliyê van her çar hêzan ve hatiye xêz kirin. Van her çar hêzan bi hevkarîkî mezin ji bo Kurd û Kurdîstanê ji ser zemîn tevî dîroka wan rakin xebitîne. Ev her çar hêz bihevkarî weka kapûs ketine ser dilê Kurd û Kurdîstanê.

“Em bi çarenûsa xwe razî ne”

Dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê di vê serdemê de pêk hat. Ev dabeşkirin û parvekirina sêyemîn bû. Dabeşkirina yekemîn di sedsala 17.(1639) de, di navbera Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Sefewî de pêk hat, di 1639an de li navçeya Qesra Şîrîn bi fermî peyman hat îmze kirin.

Dabeşkirina duyemîn, dabeşkirina Kurd û Kurdîstana alî Îranê ya. Di encama şerên di navbera Ûris û Îranê yên salên 1812-1813, 1826-1828an de, dabeşkirin parvekirina Kurd û Kurdîstana alî Îranê pêk hat. Bakurê herêmê di nava sînorê Împaratoriya Ûris de hate bi cih kirin.

Dema ev mijar têne rojevê, hinek Kurd gotinên wiha dibêjjin:” Em serxwebûnê naxwazin, serxwebûn ji bo Kurdan re nebaş e...”. Van gotinan bes PKK nabêje. Kurdên din, siyasetên din jî, rastirînê wê piraniya Kurdan tiştên wek hev dibêjin. Ev jî tê wateya, “ em bi çarenûsa xwe razî ne”. Ji gotina em sînor naxwazin em al naxwazin... pêve tu watekî din tune.

Rastîeve ku di 1920an de, ev polîtîka di serdema Koma Miletan de ku di jiyanê de hate bicîkirin, di Rojhilata Navîn de polîtîkayeke herî berfireh, herî mayînde û emperyalîsta kûr e.

Dabeşkirin, perçekrin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê cara sêyemîn di 1920an de bi me wî nîşan dide: Dema ku neteweyek di serdemek diyar a mêjûyê de bi dabeşkirin, perçekirin û parvekirinê re rûbirû bimîne, êdî ev pêvajo xwe bi xwe hildibirîne, zêde dike û xwe diafirîne. Her ku diçe êl, malbat perçe dibin, heta bira dibin hêzên dijminê birayan. Bi vî awayî dabeşbûn, perçebûn û parvebûn her ku diçe hem ber fireh, hem jî kûr dibe.

Nîzama Navneteweyî û Kurd

Îro di dinyayê de 207 dewlet hene. Bi tevî Sûdana Başûr wê bibe 208. Ji van dewletan 193 dewlet endamê Koma Miletan ne. Serjimariya piraniya van dewletan di biniya milyonekî re ye. Li gor qen’eta min dewletên serjimariya wan di biniya milyonekî de ne, ji 40î zêdetir in. Di Yekîtiya Ewropayê de ku 27 endamê wê hene, serjimara dewletên Luxsemburg, Kibris, Malta di biniya milyonekî de ne.

Wek mînak li Kibrisê serjimara Rom û Tirkan tevê hev milyonekî nakin. Serjimara Luxsemburg û Maltayê li dora nîv milyonî ye. Serjimara dewletên wek Estonya,Letonya, Lîtvanya, Slovenya jî di nava 2-3 milyonan de diguhere. Di Yekîtîya Ewropayê de bes serjimara Almanya, Fransa, Îtalya, Îngîltere, û Îspanya ji serjimara Kurdên ku li Rojhilata Navîn in bêtir e. Belkî Polonya xwedî serjimarek bi qasî serjimara Kurdan e.

Di Konseya Ewropayê de, xwedî 47 endam e, Serjimara dewletên wek Andora, San Marîno, Monaco, Lîechtenstein li dora 30-40 hezarî ye. Van dewletan endamê Koma Miletan ne jî.

Serjimara dewletên wek Bahreyn, Katar, Cibutî ku endam ên Yekîtiya ‘Ereban û Konferansa Îslamî ne, di biniya milronekî re ye. Li dinyayê dewletên ku serjimara wan li dor deh, pazdeh hezari ye jî hene.

Tevî vana hemî, di navenda Rojhilata Navîn de, Kurd bi serjimara xwe ya di seriya 40 milyonî re, di civaka navneteweyî de nexwedîbûna wana tu statuyek, rewşeke hêjayê balkêşanê ye.

Di navenda Rojhilata Navîn de, ji ber ferzkirina vê bêstatubûnê ji Kurd û Kurdîstanê re, di serî de Brîtanya Mezin û Fransa li seranserê Ewropayê divê bi tûndî rexne bê kirin. Di van her du dewletên emperyal de, kî desthilatdar dibe bila bibe, tu dixwazî muhafezekar bin, çepgir bin, lîberal bin her dem li dijî Kurdan bûne. Her dem hêz dane dewletên ku Kurdan pelçiqandine, bi wan re hevkarî kirine. Di vê mirov li ser helwesta Yekîtiya Sowyetan a li dijî Kurdan jî raweste. Di vê serdemê de di navbera helwesta li dijî Kurdan a Paris-London û helwesta li dijî Kurdan a Moskovayê de cudahiyek cidî nîne.

Desteka Terora Dewletê

Îro jî Ewropa,meseleya Kurd ji aliyê heq, huqûq azadiyê ve na, di çarçova têgiha “terorê” de dinirxîne. Saziyên wek Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa hê mesela Kurd û Kurdîstanê di çarçova têgiha “terorê” de dinirxînin. “Teror wê bê pelçiqandin”, “Wê koka terorê bê kolan” hwd. Ev parastina statukoya di 1920an de li dijî Kurdan hatiye avakirin e, yanî parastina statukoya ku Kurd û Kurdîstanê bêstatu hîştiye ye. Ji vê hêlê de, divê saziyên wek Yekîtiya ewropa û Konseya Ewropa bi awayek tûndî bên rexnekirin. Di dema ku di Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê de dewletên ku serjimariya wan nagihîje nîv milyonî an dewletên ku serjimariya wan li dor 30-40 hezarîne hene; tekoşîna Kurdên ku serjimariya wan ji 40 milyonî zêdetir in bi têgiha “terorê” nirxandin, divê bibe mijara rexnekirinek cidî. Akademiya Rojava, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa jî di nav de saziyên darazê, Çapemeniya Rojava, Rêxistina ‘Efya navneteweyî jî di nav de hemî saziyên sivîl ên civakî divê bên rexnekirin. Ev sazî bi gotina “Em li hember terorê ne” destekek bê sînor didin terora dewletê. Ên dibêjin “Em li hember terorê ne” çav girtina wan a ji mijara terora dewletê re rewşeke balkêş e.

Ji dervayê vî jî, Kurd 200 sal in tekoşîna azadiya xwe dikin. Di vê tekoşînê de Kurdan milyonek mirovên xwe wenda kirine. Tevî bedelên giran negihîştina encamek erênî, ji helwesta civata navneteweyî a li dijî Kurdan, ji desteka terora dewletê pêk tê. Rewş ew e ku dewletên navê wan li jor bihurîn, bêbedel danan gihîştine statuyek wiha. Wek mînak Kurdan tenê di Enfala sala 1988an de nêzê 200 hezar kes wenda kirin. Li Dersimê salên 1937-1938an windayiyên Kurdan ji 50 hezarî zêdetir in.

Îro, Qendîla ku PKK lê bi cî bûye, rojek ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, roja din ji aliyê balafirên şer ên Îranê ve tê bumbebarankirin. Roja sêyemîn Qendîlê herdu dewlet bi hev re bombebaran dikin. Gund tên şewitandin û wêrankirin, însan tên kuştin, bi keriyan heywan telef dibin. Sirûşta Kurdîstanê tê wêran kirin. Hukumeta Navendiya Iraqê ji vê reşê re bêdeng dimîne. Suriye vê rewşê destek dike. DYE, YE, Federasyona Rûsya, qêrîna Kurdan nabihîzin. Statukoyek wiha li dijî Kurdan çawa hatiye avakirin, heta îro bi çi awayî hatiye parastin, divê bibe mijara lêkolîneke pir cidî.

Di çandiniyê de hinek tiştên bizirar hene. Wek kurmê sîn, qimil, kulî, hêrîşa mişkan, hişkayî(tunebûna baranê)... Ev tev demsalî ne û hinek salan dixuyên. Sala dixuyên ji Kurdan re karesat in. Lê, karesatên ji vana mezintir jî li ser Kurdan hene, binyatî û domdar in. Ew jî karesata Tirk, ‘Ereb û Farisan ne. Berpirsiyarên vê karesatê di pileya yekemîn de jî, herdu dewletên emperyalên serdema 1920an Brîtanya Mezin û Fransa ne. Bi gelemperî Ewropa û cîhana Rojava ne.

Li hember mafê dewletbûna dewletên li jor navên wan bihurî helbet nayê rawestin, bes, li ser helwesta ku li dijî Kurd û kurdîstanê tê pêşxistin, desteka terora dewletê tê lêkolînkirin.

Îro saziyên Rojava, Ewropa,DYE, YE hwd. Desteka bêsînor didin terora dewletê.

Em 9ê Mijdara 2005an bînin bîra xwe. Ew roj, hêzên JÎTEMê, bombeyê avêtibûn Kitêbxana Ûmûdê a Seferî Yilmaz.Gelê Şemzînanê kesên bombe avêt girtin. Serfermandarê Hêzên Bejayî ê wê demê, ji bo kesên bombe avêtox gotibû “Zarokên baş”. Divê bûyerê de dewlet li ser sûc hatibû girtin. Lê, ne YE, ne jî KE vê bûyerê nirxand. Jiber terora dewletê Tirkiyeyê Protesto nekirin. Çavên xwe ji vê bûyerê re girtin. Lê, li hember gerillayên ku bi hêzên ewlekarî re di tekoşînê de ne, heman sazî û dewletên endamê van saziyan ji bo gerîlla tewanbar bikin bi hev re dikevin pêşbirkê. Va ev tev, destek in ji bo terora dewletê hatine dayîn.

Di vê bûyerê de kuştina hiqûq jî mijareke cudaye. Ev, mijarek e divê cuda bê nirxandin.

Ji ber dozên “sûcê ramanî” li DMME Tirkiye mehkûm dibû. Çi qas diçû mehkûmiyetên wê zêde dibûn. Ji ber van mehkûmiyetan pêwistbû tezmînat bihata dayîn. Di vê mijarê de, di sala 1995an de, serokwezîra serdemê Tansu Çiller wiha gotibû:” Van tezmînatan emê bidên, tiştên ku emê bikin jî emê bikin...”

Ev, dihat wateya serî bi DMMEyê re kişandin. Lê, di vê mijarê de, tu mueyîdeyek DMMEyê pêk nehatiye. Li Tirkiyeyê nivîs, pirtûk, dahuyaniya ramanê her dem wek sûc hatiye nirxandin. Bi taybetê daxuyaniyên ramanên derbarê Kurdan de her dem wek sûc hatine nirxandin. Ji nîvê salên 1990an vir ve hinek guherînên yasayî û makeyasayî pêk hatine. Lê, her car, raman û derbirîn wek sûc hatine parastin. Ev helwest jî ji destekdana terora dewletê pê ve tiştek nîne. Wek mînak fiqra 5. A benda 90. A makeqanûnê jî, bi gelemperî di lehiya biryarên DMMEyê de nayê nirxandin.

Îro Ewropa, nasnameya Kurd nasnake. Îro li Almanyayê ji milyonekî zêdetir Kurd dijîn. Lê, ev wek Tirk tên qebûl kirin. Kurdên ku ji Tirkiyeyê çûbin Fransa û Brîtanyayê wek Tirk, ji Iraqê çûbin ‘Ereb, ji Îranê çûbin Faris tên qebûl kirin. Nenaskirina nasnameya Kurd bi awayekî din destek kirina terora dewletê ye. Ev Kurdên ku tên gotin jî divê bikin bîra we ku Kurdên li surgûnê dijîn in.

“Em li hember dabeşkarî, cihêwaziyê ne”

Beşeke girîng a Kurdan dibêjin “em li hember dabeşkarî, cihêwaziyê ne, em şoreşger in, em enternasyonalîst in...” Derbiranek wek vî,”em umethez in” jî komên îslamî bikartînin. Di vê gotinê de bîra dîrokî tune, bîra civakî tene ye. Çunkî yê hatiye dabeşkirin, perçekirin û parvekirin tu bi xwe yî. Gotina” Em li hember dabeşkirinê ne” tê wateya bîrnebirina goreya bile’net ku di sala 1920an de kişandine serê Kurdan. Rewşeweku dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê li ser Kurdan tesîrek weka mirovekî ku qaqotê wî bê perçekirin mejîyê wî bê belakirin afirandiye.

Hinek lêkolînerên Kurd jî tiştên wek”Kurdîstan û Kurd di navbera Îran, Iraq, Suriye û Tirkiyeyê de hatiye parvekirin.” Di vê vegotinê de jî bîra dîrokî û civakî nîne. Çunkî ev gotin proje û ramanên hêzên emperyal ên derbarê Kurd û Kurdîstanê de vedişêrin. Ji aliyê din ve di salên 1920an de Iraq û Sûriye hebû? Iraq mêtingeha Brîtanya, Sûriye a Fransayê bû. Rasterast dîyar e ku yên derbarê Kurd û Kurdîstanê de biryar girtine dewletên emperyal in. Brîtanya serxwebûna Iraqê di salên 1930an de naskir. Fransa jî serxwebûna Sûriyeyê piştê şerê cîhanê duyemîn dayê.

Kesên ku ji bîra dîrok û civakî bêparin jî îfadekî wiha bikartînin:” Kurd li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê bi awakî belawela dijîn.”Dixwazin întîbayek wisa bidin herwekî Kurd ji 2000 sal B.Z. vir ve ye bi vî awayê dijîn. Tu car çêla mijara çima û çawa Kurd û Kurdîstan hatin dabeşkirin nakin.

Yahya Kemal Beyatliyê ku di salên 1919-1920an de jiyaye di nivîseke xwe de, dabeşbûn, perçebûn çiqas rewşên giran diafirine vedigot.”Mêtegeh bûna viya wîya ne girîng e, bes bêdabeşbûn em bimînin, yekpare em bimînin...” digot.

Şiûra(Bîra) Civakê, Bîra Dîrokê(Mêjûyê)

Di salên 1962-1963an de min li Bedlîsê leşkerî kir. Di havîna 1963an de, ez li qadên Wan, Gever, Şemzînanê bûm. Li van deran, çi bajar çi çolter, min gelek bermayên dêran dîtin. Li derdorên dêran, min dît ku di avayiyên wêran bûyî de li defîne(gencîne) dihat gerîn...

Gotina, civaka va dêran li kû ne, pirsîna çima li va deran li defînan tê gerîn,rewşek bi bîra civakê, bi bîra dîrokê ve têkildar e.

Lê, 1962-1963... ez ne xwedî bîreke wiha bûm. Ez nexwedî bîrekî ku bipirsim” Civata ev dêran li kû ye” , “çima li vir li defîneyan tê gerîn, kê mucewherên xwe li vir veşartiye...” Ez li Bedlîs, Mûtkî, Hîzan, Tetwan û hwd. rastî gelek mirovên ku li defîneyan digeriyan hatim.

Salên 1962-1963an min zanyariyên siyasî xwendibû. Dersên wek Dîroka Siyasî, Hiqûqa Makeqanûn, Hiqûqa dewletan, Rêveberiya Dewletê a Biqiyas, Hiqûqa Sezayê, Dîroka ramanên Siyasî, Dîroka Ramanên Îqtîsadî, Partiyên Siyasî, Rayagiştî, Civaknasiya Maf û Azadiyên Mirovan, Îqtîsad, Maliye ûhwd. hemû dersan min xwendibû. Lê, ez ne xwedî bîra pirsa li jor derbasbû bûm.

Di salên 1970-1980-1990an de ez bûm xwedî bîra mijara jenosîda Ermenî-Asûrî, sûryaniyan, mijara talankirina malên Ermenî, Asûrî-Sûryanî û Roman.

Tu xwazî Kurdîstana xweser bê rojevê neyrojevê, ev raman di jiyanê de cî bigre negre dabeşkirin, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdîstanê divê bibe mijara lêkolîneke cidî. Divê ev mijar bi têgehên zanist, siyasî û dîplomasiyê bê lêkolînkirin. Di van mijaran de, divê bîreke kûr pêşkeve.

Mijara bingehîn ev e: Îro Serokwezîr, Recep Tayip Erdoğan, ji bo Komara Tirk a Bakurê Kibris, ji bo Filistîniyan çi dixwaze? Çima ji bo Kurdan wan naxwaze, çima li hember daxwazên Kurdan yên azadi û wekheviyê derdikeve? Divê ev mijar jî bi awayekî cidî bê lêkolînkirin.

BEŞA DUYEM

Azadiya Îfadeyê, Sansur û Otosansur

Ji bo Mamoste Yücel spas...

Azadiya îfadeyê ji nêz ve bi saziyên sansur û otosansurê ve têkildar e. Ev li hev bandor dikin. Kêmkirina azadiya îfadeyê, sazbûna sansur û otosansurê bi pirsa Kurd re ji nêz ve têkildar e. Ez dê li ser vê mijarê rawestim.

Sansur kontrola li ser nivîs, nûçe, pirtûk, karîkatur ûhwd. a berî weşanê ye. Ger rayedarê têkildar di berheman de tişkî nelirê bibîne destûra weşana wan nade.

Ji ber sepandina sansurê wendayiyên gel mezin in. Çunkî, nabe xwedî agahî di derbarê rûdavên li welatê xwe an li ciyek dinyayê qewimîne. Lê, windahiya bingehîn ji bo yên ku dibin mijarên nûçe, nivîs an pirtûkan e. Çunkî, ger hikumetek, di qadeke de operasyon bike, gundan bişewitîne, mirovan birevîne, ji ber sansorê mirovên din yên welat ji operasyonan agahdar nabin û bertekên xwe yên demokratîk nîşannadin. Bi vî awayî kesên ku bi operasyonan re rûbirû mane bi tenê dimînin.

Bi rakirina sansurê nûçe, pirtûk, nivîs an karîkatur tên weşandin. Vê carê yên nelirê tên dîtin, dibe biryara tomarkirina wan bê dayîn. Dibe lêpirsîn, doz bêne vekirin. Biryara tomarkirinê jî curekî sansurê ye. Di encama biryara tomarkirinê de rayagiştî nagihîje wê nivîsê, pirtûkê.

Dewletên nedemokrat, sansurê radikin lê, li hember daxuyaniya ramanê, mueyîdeyên îdarî û sezayî yên giran derdixin.Nivîser, lêkolîner û rojnamevan ji bo bi mueyîdeyên îdarî û sezayî re rûbirû nemînin ji hinek rasteqînan re çavên xwe digrin, tu car dest navên wan an, rûdawan dişewişînin, naveroka wan vala dikin an, rûdawan dadiherizînin. Zêfandinên(kêmkirin) ku dewletê dikir ew bi xwe li xwe dikin. Di mejiyên xwe de ew qereqol(nîgt)an sazdikin. Wek mînak, nûçe û nivîsên têkildar ên terora dewletê ji xwîneran re pêşkêşnakin.

Otosansur jî ji bo gel wendayiyek e. Lê, wendayiya bingehîn lêkolîner, nivîser an rojnamegerê ku otosansur dike dijî. Çunkî, ew dibe wek mirovê bi du kesayetî, bi du standardtî.

Wek tê zanîn, sansur an otosansur di serî de ji ber pirsa Kurd hatiye anîn. Bi azadiya îfadeyê re ji nêzîk ve têkildar e. Li hember sansur û otosansurê çiqas tekoşîn pêşkeve ew qas azadiya îfadeyê bi pêşdikeve. Azadiya îfadeyê çiqas bi pêşke ve ew qas sansur û otosansur kêm dibe. Bi zêdebûna ‘eleqeya ji pirsa Kurd re, pêşketina ramana rexnegîrî, weka kêmkirina sansur û otosansurê azadiya îfadeyê jî zêde dike. ‘Eleqeya ji pirsa Kurd re jî, di hinek rewşan de rîzk hilgirtin pêwist dike.

Akademiya Rojava û Akademiya Zanistên Yekîtiya Sowyetan, Akademiya Zanistên Rûsya, Çawa Nêzîkî Pirsa Kurd û Kurdîstanê dibe?

Şêweyên akademîsyenên Rojavayî yên destavêtina pirsa Kurd û Kurdîstanê hene. Wek mînak, dibên “Kurdîstana Îranê” dest pê dikin. Li wir çi dibe vedibêjin. Piştê wî dibên “Kurdîstana Iraqê” dest pê dikin. Dîsa vedigerin serî, li wir çi dibe vedibêjin. Piştê wî, dibên “Kurdîstana Tirkiyeyê” dîsa vedigerin serî, li vir tiştên diqewimin vedibêjin. Paşiyê jî dibên “Kurdîsta Sûriyeyê” li Sûriyeyê tiştên diqewimin vedibêjin. Akademiya Zanistên Yekîtiya Sowyetan jî kêm-zêde metodeke wiha dişopîne.

Akademîsyenên dibên Kurdîstana Îranê, Kurdîstana Iraqê, Kurdîstana Tirkiyeyê, Kurdîstana Sûriyeyê yanî Kurdîstana her kesê heye lê, çima Kurdîstana Kurdan tune ye lêpirsîn nekirina wan rewşeke hêjayê balkêşiyê ye.

Ev, ji mijara Kurd û Kurdîstanê re nêzîkahiyekî rast nîne. Pirsa bingehîn, ji bo çi Kurd û Kurdîstan hatiye dabeşkirin, perçekirin û parvekirin e. Helwesta ku dê zanîna me ya di derbarê Kurd û Kurdîstanê de dewlemend bike ev e. Ev, pirseke ku wê zeafên Kurdan jî derxe holê. Lewre, Netewya ku bi operasyona wek dabeşkirin, perçekirin û parvekirinê re rûbirû maye, ew ku zeafiyan jiyaye. Hêzên dij, ji zeafên vê neteweyê sûd girtine ku polîtîkayek wiha li hember wî disepînin.

Azadiya Akademîk, Azadiya Derbiranê

Di vê sempozyumê da, azadiya derbiranê, azadiya akademîk bûn têgehên ku pir hatin axaftin. Divê mirov van têgehan ronî bike. Azadiya derbiranê tunebe azadiya akademîk jî tuneye. Ger di sîstema siyasiya dewletek de saziya bîrdoziya fermî hebe, zêfandinên ramanê hebin, ev, di çapemeniyê, zankoyê û darazînê de saziyeke bi bandor e. Ji bo ku di zankoyê de ne bi bandor be sedemek nîne. Di dewletên nedemokratîk de bîrdoziya fermî, saziya herî girîng a rejîm û sîstema siyasî ye. Lê, ev saziyeke ku her dem xwe li nedîtîna wê tê danîn.

Di 1971an de, rejîma 12ê Adarê, Dekanê Peymangeha Zanistên Siyasî Prof. Dr. Mumtaz Soysal ji ber pirtûka xwe a bi navê”Destpêka Makeqanûnê” darizandibû. Darizandin ji aliyê dadgeha leşkeriya fermandariya awarte a Enqerê ve dihat kirinê. Dadgeha Leşkeriya Awarte, ji nava profesorên Zankoya Stenbolê pênc pispor bijartibû. Prof.Dr. Selçuk özçelik(Hıqûqa Makeqanûnê), Prof. Dr. Önder Ayhan (Hiqûqa Sezayê) Prof. Dr. Amiran Kurtkan(Sosyoloji), Prof. Dr. Sabahattin Zaim (Politikaya Sosyal), Prof. Dr. Nevzat Yalçıntaş di Îqtîsadê de pispor bûn.

Pisporan, raporek wek “Di pirtûkê de ûnsûrên sûc hene” dan. Ev, Nîşana ku li Tirkiyeyê zanist tuneye, ramana zanistî tuneye, sinca(ehlaq) zanistî qet tuneye. Pênc profesor bi mebesta di nava pirtûka profesorekî din de sûc heye an tuneye dixwînin. Profesor, pirtûkek wek bixwazin dikarin rexnebikin. Dikarin rastiyên xwe bînin ziman. Lê, bi mebesta di nava pirtûkek de sûc heye tuneye xwendin, di ramanê de lêgerîna sûc, rewşeke li dijî metoda zanistiyê ye. Lewre zanist di derdoreke xwedî azadiyeke bêsînor de tê hilberîn. Zanist di hawirdora zanist de tê hilberîn. Hawirdora zanist, hawirdora rexneya azad, bes, bi azadiya ramanek bêsînor re pêk tê.

Parastinek an îtîrazek bi awayê ku“Ez kesekî çepgirim. Ev profesoran jî muhafezekar in, bêteref nînin. Pisporên bêteref dixwazim” jî li dij metoda zanistî ye.Parastin an îtîraza li gor têgihîştina zanistî dibe wiha be: Xwendina pirtûkek bi mebesta ku sûc têde heye an na, lêgerîna sûc di nava ramanê de ji aliyê profesoran ve li dij metoda zanistiye. Zanist, di hawirdora zanist de, di hawirdora rexneya azad de tê hilberîn. Hawirdora zanistî, hawirdora rexneya azad di azadiya ramana bêsînor de pêk tê. Ji ber vê awayê ez li dij pisporan jî me li dij saziya pisportiyê jî me. Raporek bi awayê “ Di vê pirtûkê de rastî ûnsûrên sûc nehatiye...”jî bi wate nîne.

Bi mebesta darazîna Mumtaz Soysal di 1970yan de maye, bertek nîşan nedan jî çewt e. Ev rewş di roja me de, belkî bi awakî girantir dewam dike. Profesor bûn, Azadiya Akademîk, akademîsyenan li hemberî mueyîdeyên bîrdoziya fermî nikare biparêze. Tiştê girîng û pêwist parastina azadiya derbiranê ye.

(Axaftina ku di Sempozyuma İsmail Beşikçi a Navneteweyî de Hatiye Kirin)

Wergera ji Tirkî ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.