بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

AZADIYA DERBIRÎNÊ Û DYA | Ismail BEŞÎKCÎ

Roja 20ê Nîsana 2014an, bo siwarbûna balafira 07. 25an, bi Îbrahîm Gurbuzê serokê WÎByê re, em çûn balafirgeha Ataturkî ya Stenbolê. Bilêt, ji aliyê Kurdish-American Societyê ve ku berê me vexwendibû, hatibûn sendin. Bo girtina kartên siwarbûnê em ketin dorê.

Li Washingtonê, li Zankoya Amarika Mistefa Barzanî Graduate Peace Fellowshipê, li Newyorkê, li Newyork The River Side Churchê dê konferans pêk bihatana.

Pêwirdarekî paseportên kesên di dorê de kom kirin. Wî paseportên me jî girtin. Rêzek dirêj bû. Em li cihek nava rêzê bûn. Pêwirdar piştî demek min û Îbrahîm ji rêzê derxist û bir ber kompîturek.

Min pêşî, derxistina me ya ji rêzî wek cihêwaziyek erênî fam kir. “ Ev kes, bi taybetî yek jê, kes ên kal in, bila ser piya di rêzê de newestin…” Min paşê famkir ku rewş cuda ye.

Kesê peywirdar behsa ewlekariyê dikir. Behsa peyamek ku ji saziya ewlekariya sînorên DYAyê hatiye dikir. Di wê peyamê de tê xwestin ku em li balafirê neyên siwarkirin. Peyamê nîşanê me jî da. Di peyamê de navê me herduyan hebû. Dihat gotin ku“Ev herdu li balafirê neyên siwarkirin…” Sedemê nedinivîsî.

Peywirdarê ewlekariyê jî got ku ew nizane sedem çi ye. Got “Ez dê niha li berpirsiyarên ewlekariyê yên eleqedar bigerim û sedemê bipirsim,”

Piştî pazdeh xulekan, ji me re got “Kesên eleqedar jî li ser sedemê tiştekî nabêjin, di vê mijarê de naaxivin.” Li ser kompîturê me jî peyam dît, lê belê gotin ku nikarin peyama nivîskî hatiye bidin me.

Gelo sedem çi ye? Sedemê nesiwarkirina me li balafirê dibe çi be? Ez di wê qen’etê de me ku divê li ser vê mijarê nirxandinek kurt bê kirin.

Di salên 1990an de, ji ber nivîs û pirtûkan lêpirsîn, piştî lêpirsînan jî doz dihatin vekirin. Doz li gora Qanûna Tekoşîna bi Terorê re hejmara 3713an, bi minasebeta benda 8. li Dadgehên Ewlekariya Dewletê dihatin vekirin. Ji ber heman nivîs an pirtûkê, li gorî benda 159. a QKTyê, bi angaşta heqaret a li dewlet, hikûmet, artêş, parlamentoyê û hwd. doz li dadgehên sezaya giran dihatin vekirin. Ji ber heman nivîs an pirtûkê, li gorî qanûna hejmar 5816an ku Ataturk û berhemên wî diparêze, li cem dadgehên sezaya asliyeyê jî doz dihatin vekirin. Ev qanûna ku wek Qanûna Tewanên Dijî Ataturk dihat zanîn bi awakî kartêker dihat bikaranîn.

Dema ku nivîs an pirtûk dihat weşandin, di derbarê rojname, kovar an pirtûkê de di demeke kurt de, biryara desteserkirinê jî dihat dayîn. Ev pêvajo di salên 1990an de, ji hêla aborî ve weşanên Yurd Kitêb di rewşeke nexweş de dihîşt. Bi pêvajoya binçavkirin, girtin û zîndanê re; desteserkirin, qedexeyên belavkirin û firotinê Weşanxana Yurd Kîtabê tengezar dikir.

Li ser van mijaran car caran, me bi hevalan re sihbet dikir, em li rêyek ku pêşiya weşanxaneyê veke digeriyan. Hevalek ku Ewropayê, meşandina peywendiyên bi vî awayî li Ewropayê baş dizanibû, pêşniyazek kir. Got: “Dosyayek li ser pirtûk, doz, biryarên desteserkirinê amade bikin. Di vê dosyayê de, di derbarê lêpirsînan, dozan, biryarên desteserkirinan, qedexeyên weşan, belavkirin û firotinan de agahiyên berfireh bidin. Vê dosyayê li balyozxaneyên Enqereyê belav kin… Ew dikarin van pirtûkan bikirin...”

Mehên bihar-havîna 1993an… Dosya hat amadekirin. Dosya hat zêdekirin. Li balyozxaneyên ku li Enqereyê ne hat belavkirin. Lê belê bi tevî ku meh di ser belavkirinê re derbas bûbûn jî ji balyozxaneyan tu deng derneket.

Peywendiyên me yên bi hevalê ku vê pêşniyazê kiribû re didomiyan. Wî hevalî pêşniyazek nû kir. “Dibe ku hikûmeta Swêdê bi van pirtûkan re eleqedar bibe. Bi dosyayê re, ji wezareta ku bi van mijaran re eleqedar e, ji wezareta Çandê re setek pirtûk bişînin. Dibe ku hikûmeta Swêdê ji van pirtûkan mîqtarek zêde bistîne. Swêd pirtûkên wiha distîne li pirtûkxaneyên xwe belav dike. Ji xwendekarên kurd û tirk re bi vî awayî alîkarî dike…”

Ji Swêdê re setek pirtûk hat şandin. Di setê de, dema em mehên bihar-havîna 1993an bigirin ber çavan bi qasî 30 pirtûkî hebûn. Lê belê bi tevî ku bi mehan dem derbas bû, Ji Swêdê jî dengek, nûçeyek nehat.

Sala 1993yan di meha mijdarê de, piştî pejirandina çend biryarên mehkûmiyeta min, ez li Îskilîpê hatim desteserkirin û min birin girtîgeha Îskilîpê. Piştî du hefteyan, ji ber dozên min yên li Dadgeha Ewlekariya Dewletê û dadgehên din hebûn, min veguhastin Gitîgeha Ulucanlar a Enqereyê.

Di dawiya sala 1993yan de, di sersalê de, min ji hevalekî xwe yê Swêdê kartek girtibû. Dema min bersivand behsa vê rewşê kir. Min got me ji Swêdê re, ji wezaretê re setek pirtûk şandiye, lê belê bi tevî ku bi mehan dem derbasbiye jî tu agahî nehatiye, gelo di derbarê vê mijarî de agahiya wî heye an na. Gelo dikare vê rewşê bipirse an na. Min ji heval 20 roj paşê nameyek girt.

Heval di nameya xwe de agahiyên pir balkêş û şaşker dida. Bi kurtî di nameyê de ev hebûn: “Ev pirtûk hatin. Wezareta Swêdê bo nirxandina van pirtûkan komisyonek ji rojnameger û nivîskarên kurd yên ku li Swêdê dijîn saz kir. Ji komisyonê raporek nirxandina pirtûkan xwest. Komisyonê di demeke kurt de, rapora ku dihat xwestinê amade kir û pêşkêşê wezaretê kir. Bi kurtî di raporê de wiha dihat gotin:‘Îsmaîl Beşîkcî bi nivîsên xwe, bi pirtûkên xwe piştgiriya terorê dike, ji terorê re alîkarî û mazûvanî dike’…” Ji ber ku rapor neyînî bû hikûmeta Swêdê van pirtûkan nesend. Eger rapor erênî bûya, dikaribû gelek ji van pirtûkan bikiriya û li kitêbxaneyên xwe belav bikira….”

Salên 1990an wiha bihurîn. Ji ber dozên li ser pirtûkan, ji ber biryarên mehkûmbûnê, Xwediyê Weşana Yurd Kitêbê Unsal Ozturk jî demek di girtîgehê de ma.

Salên 1990an serdemek bû ku tekoşîna gerîla didomand. Dewlet, hikûmetê, nivîs û kitêbên li ser kurd û Kurdistanê jî di nava “teror”ê de dinirxandin. Di Nîsana 1991an de, bendên141-142. kevin ên QKT, ji meriyetê hatibûn rakirin, Qanûna Tekoşîna bi Terorê re hejmar 3713 hatibû pejirandin. Ev qanûn bi benda 8/1ê ji raman diyarkirinên li ser kurd, Kurdistan û kurdî re bêtir sezayên giran anîbû. Diyarde û peywendiyên ku Tirkiye wek “teror “ têdigihîşt DYA, Ewropa jî wek “teror” fam dikirin. Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, DYA, balê dikişînin ser azadiya derbirînê, Tirkiyeyê ji vê hêlê ve îqaz dikin, rexne dikin lê belê, peywendî û pêvajoyên ku Tirkiye wek “teror”ê dinirxîne jî ‘eynî wek Tirkiyeyê fam dikin. DYA ya ku her behsa “teror”ê dike, piştgiriya wê ya bêsînor ji terora dewletê re jî rewşeke ku li ber çavan e.

Dibe ku karmendekî DYAyê yê ewlekariya sînor, li ser Beşîkcî qeydek wiha nivîsîbe: “Kesek ku sezayên wiha giran girtiye tawanbarek giran e. Tawanbarek terorê ye.”

Dibe ku sedmek girîng ê li balafirê nesiwarkirinê ev be. Dema ku me ji rayedarên balyozxaneyê sedema astengkirina siwarbûna balafirê dipirsî, wan jî daxuyaniyên wek vê dikirin: “Qeydên bi vî awayî, bi hêsanî têne kirin, lê belê ji holê rakirina van qeydan demê digire û zehmet e.” Di 2003yan de çûna Haluk Gerger a DYAyê jî hat astengkirin. Di salên 1990an de, Haluk Xoce jî di rojnameyên wekYeni Ulke, Ozgur Gundem, Ulkede Ozgur Gundem, Ozgur Halk, Alternatif de dinivîsî. Di van rojnameyan de min û Haluk Xoce li sitûnên kêleka hev dinivîsî.

Ez di wê qen’etê de me ku divê li ser mijara her du têgihîştinên “Teror”ê yên cuda jî bê rawestin. Hin ji wan kesên ku di salên 1990an de, ji hikûmeta Swêdê re rapora “Beşîkcî bi nivîsên xwe, bi kitêbên xwe piştgirî dide terorê, ji terorê re alîkarî-mazûvanî dike…” amade kiribûn, di 2000an de, li cem PKKyê wek kesên bi îtîbar û rêzdar bûn.

Tirkiye ya ku di salên 1990an, 2000an de, her behsa “teror”ê dikir û li hemberbûna xwe ya “teror”ê dikirpand; ji DYA, Ewropayê jî dixwest ku wisa tevbigerin. Di pêvajoya bûyerên Sûriyeyê de, Adara 2011an de, ji rêxistinên wek el Qaide, el Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq-Şamê (DAÎŞ) re dest bi alîkariyê kir ku dewletên kartêker ên dinyayê wan rêxistinan wek “terorîst” qebûl dikirin. Tirkiye, bi vê alîkariya xwe ya madî û manewî ji van rêxistinên Îslamî re, dixwaze pêşiya kurdan a sazkirina xweseriyê li Sûriyeyê bigire, vê pêvajoyê asteng bike. Ev jî nîşan dide ku peywendiyên bi “teror”ê re di dem û cihên cuda de, wateyên cuda digirin.

000

DYA bo pêkanîna ewlekariya welatê xwe, li ser sînorên xwe, li hember rêxistinên wek el Qaideyê dikare tedbîran bigire. Lê, bo ku azadiya derbirînê zerar nebîne, divê di nava hewldanê de be, baldar be. Di bûyera me de jî rêbaza bingehîn a azadiya derbirînê nehatiye parastin û zerarek mezin dîtiye. Di salên 1990an de, sezayên ku ji me re hatin dayîn bi nivîs û pirtûkên me re ‘eleqedar bûn. Bêyî ku vê li ber çavan bigirin, gotina “ew kesê ku sezayên giran girtiye, tawanbarek mezin e”, pêvajoyê bi têgiha “teror”ê ve girêdan ne helwesteke dirust e.

Dema li salên 1980yan, 1990an, 2000an bê nêrîn, tê dîtin ku pirtûk û nivîsên li ser kêşeya kurd Kurdistanê, bi pêvajoya “teror”ê re têne girêdan. Bê guman ev, têgihîştineke pir çewt e, helwesteke pir çewt e. Hewesteke ku azadiya derbirînê binpê dike, birîndar dike. Îro, kêşeya kurd û Kurdistanê ne tenê kêşeyek Tirkiyeyê, Iraqê, Sûriyeyê an Îranê ye, bi gelemperî kêşeyek Rojhilata Nêzîk, Rojhilata navîn e. Ji ber çavkaniyên xwezayî yên dewlemend ên Kurdistanê kêşeyek Ewropayê, DYAyê, dinyayê ye. Dabeşbûn, parçebûna kurd û Kurdistanê bi serê xwe kêşeyek girîng e. Diyarkirina vê pêvajoyê bi têgihên zanistê, siyasetê, dîplomasiyê girîng e.

Bi awayek dînamîk bicihanîna prensîpa azadiya derbirînê, bêasteng bicihanîna wê ji ber vê pêwîst e. Azadiya derbirînê ne tenê bo tirkan, bo kurdan, bo Tirkiyeyê, bo Kurdistanê; bo Îngilîzan, bo Fransizan jî pêwîst e. Têgihîştina azadiya derbirînê bo DYAyê, bo Amerîkiyan jî pêwîst e.

Hikûmeta DYAyê, her sal, li ser rewşên mafê merivan ên welatê cur be cur, li ser çawa bicihanîna prensîpa azadiya derbirînê, raporan diweşîne. Freedom House, raporên wiha diweşîne. Bo ku ev pêvajo bi awakî bêasteng bê cih, divê di serî de DYA, prensîpa azadiya derbirînê li ber çavan bigire. Divê di serî de DYA prensîpa azadiya derbirînê biparêze. Ji ber vê jî divê, ji cudahiya di navbera“teror” û daxuyaniya ramanê re hesasiyet nîşandan, girîng be. Hem pejirandina kriterên“teror” ê ya dewletên ku kurd û Kurdistanê dagirkirin e, hem jî parastina azadiya derbirînê nepêkan e. Divê him rexnekirina têgihîştina “teror” û azadiya derbirînê ya dewletên ku kurd û Kurdistanê dagirkirine, li Kurdistanê rêveberiyek mêtingehkar a nav dewletî avakirine him dewamkirina rexnekirina wan girîng be.

Destûra DYAyê , bingeha xwe ji azadiya derbirînê digire. Bi guherîna destûrê ya ku di sala 1791an de pêk hatibû, pêşiya çêkirina qanûnek li hember azadiya derbirînê û çapemeniyê hatibû girtin. Divê di sepandinê de jî bibaldarbûna li ser vê prensîpê û ji wê tawîz nedan, girîng be.

Werger: Ahmed KANÎ

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.