بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Akdag: Lêborîna Erdogan bo Dêrsimê têrê nake

Enqere, 25 Mijdar (AKnews) – Serokê komela Dêrsimiyan a Enqereyê Bulent Akadag, got, lêborîna serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber komkujiya Dêrismê, erênî lê kêm e. Akdag, diyar kir, bo ku dewlet bi rastiya dîrokê re rû bi rû be divê arşîvên berê bên vekirin. Serokê komela Dêrsimiyan, her wiha helwestê CHPê li bara Dêrsimê jî rexne kir û got, divê CHP sûcê xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze.
Serokê komela Dêrsimiyan a Enqereyê Bulent Akdag, pirsên AKnewsê yên li ser komkujiya Dêrsimê, helwestên partiya desthilatê AKP û partiya dijbere CHPê li bara Dêrsimê bersivand.

Demek dirêj e hûn bo ku dewlet komkujiya Dêrsimê bi fermî qebûl bike, kar dikin. Daxwaziyên we yên zelal di vî warî de çi ne?

Daxwaziya me ya yekê ew bû ku dewlet lêborînê bixwaze. Her wiha, navê Dêrsimê dîsa bê danîn û arşîvên dewletê bên vekirin, gorên Seyit Riza û hevalên wî bê aşkerekirin, keçên ku di heyama komkujiyê de dane xelkê û wendahiyên din bên ronîkirin.

Serokwezîrê Erdogan, çend roj berê, “bi navê dewletê” lêborîn xwest û daxwaziya we ya yekem pêk anî. Gelo hûn vê yekê çawa dibînin?

Em helwesta birêz serokwezîr erênî dibînin û pir jî girîng dibînin. Lê divê daxwaziyên me yên din jî bên cîbicîkirin. Em li benda wê ne ku dewlet di vî warî de gav bavêje û komkujiya Dêrsimê qebûl bike. Ev mijar, bo hikûmetê pîvaneke duristbûnê ye jî. Heke dewlet bi komkujiya Dêrsimê re rû bi rû bibe, wê demê bi hezaran cinayetên tarî jî dê ron bibin.

Serokwezîr Erdogan, CHPê wek berpirsiyarê komkujiyê nîşan dide, hûn li ser vê yekê çi dibêjin?

Dema komkujiya Dêrsimê diqewime, tenê partiya CHPê heye, ji xwe ji bilî wê tu partiyên din tune bû. Heke partiyek din jî hebûya, dê dîsa komkujî rû bida. Ji ber ku dewletê bi salan plana wê komkujiyê kiribû û gav bi gav pêk anî. Piştî CHPê tu hikûmetekî ev arîşe nexist rojeva xwe, ji ber ku siyaseta dewletê bû.
Hûn helwesta CHPê li bara komkujiya Dêrsimê çawa dibînin?

CHPê li bara vê yekê de kêmasî kir. Diviya CHPyiyan wiha gotiba, “Lêborîna serokwezîr erênî ye, bo rûbirûbûnê heke gavên din bên avêtin em dê piştgirî bikin” lê negotin. Divê CHP jî bi vê rastiyê re rû bi rû bibe û kêmasiya xwe qebûl bike.

Gelo, serokê CHPê yê Dêrsimî Kemal Kiliçdaroglu, li gorî hêviyên me nêzîk dibe?

Kemal Kiliçdaroglu jî di komkujiya Dêrsimê de, xizmên xwe ji dest daye û dema karmendê dewletê bûye, li bara vê yekê de lêkolîn kiriye. Kiliçdaroglu, di nav CHPê de asê maye û nikare wek pêwîst helwesta xwe nîşan bide.

-Komkujiya Dêrsimê

Dewleta Tirkiyê, salên 1937-38ê, êrişî devera Dêrsimê, ku xelkê wir hemû kurdên zaza û piranî jî elevî ne, kir. Artêşa wê demê ya Tirkiyê bi fermandehiya Abdullah Alpdogan, li dijî kurdan çekên kîmyayî bikar anî. Di wê êrişê de, ku keça manevî ya Ataturk, Sabiha Gokçen jî wek balafirvan tê de beşdar bûbû, li gorî amarên fermî 13 hezar û 160 û li gorî amarên herêmî jî zêdetirî 60 hezar kurd hatin kuştin. Beşek mezin ên ku sax man, bo bajarên rojavayê Tirkiyê hatin sirgûnkirin. Seyit Riza û 6 hevalên wî jî, 9ê mijdara 1938ê hatin bidarvekirin.

PORTRE/ BULENT AKDAG

Bulent Akdag, ji Dêrsimê ye û sala 1977ê li Stenbolê ji dayik bûye. Beşa hiqûqê ya zanîngeha Enqereyê xwendiye. Niha parêzertiyê dike û ji 2007ê ve serokê komela Dêrsimiyan a Enqereyê ye.

Hevp: Kemal Avci
Wergêr: sm
AkNews
http://aknews.com/ki/aknews/9/274567/

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.