بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Min şop ajot..

Dilawerê ZENGÎ

Li welatê rojê,…
Li delava derya sipî,
Li welatekî kuştî,
Li çiyayê gurandî,
Li deşt û nehêlên darvekirî,
Li ser hilma xwîna kizirî,
Min şopa xewna xwe ajot…

Li rojhilat,
Heyva çarde me..
Rêvingên riya birîndar,..
Ez û pênivîs û qetek nan.
Di dilê şevê de,
Di cegera asîman de,
Di rêkên herifandî de,
Bi gavên xweyî razayî,
Li ber dîwarekî bê guh,
Min pênivîsa xwe şiyar kir.
Kerwanek ji stêran,
Neynika xewnên min şikandin.
Çûkên ramanên min firandin.
Di çavê şeva kor de,
Bi xewnên pêçayî,
Dilbijandina pênivîsê,
Talankirim..
Wêrankirim..
Lê, min şop ajot…

Ez û pênivîsa xwe,
Bi refên kul û derdan,
Bi xiştexişta pênivîsê û
kirtekirta nanê tisî,
Bi gavên birîndar,
Bi zimanekî bê giyan,
Ji salên bê demsal,
Darbesta demên beravêtî,
Li milên miriyan bar kirin..û
Min şop ajot…

Şev û roj li me bûn hêlan..
Di quncikên kit kita çerxê,
Movikên demê digurînin..
Li deşta Mêrdînê,
Li ber dêmên gula berberoj,
Pencên rojê yên qemirî,
Li ber sîka bê ken,
Agirê sar û westiyayî,
Çemên dîl û giriftar,
Li deşta leylan û awêze,
Bi pêlava xewnên pênivîsa xwe,
Min şop ajot…

Homanên xêrnexwaz,
Di qoqê kewênêr de,
Hêlînek belavkirin.
Di gerîneka çavan de,
Şopa xwînê gerandin.
Li ber seqema hewesa min,
fenera dilê xwe vêxistin.
Li ber pencera demên min,
Bêndera demên xwe gêrandin.
Li ser baskên xewnên min,
Hêviyên xwe veçirandin.
Li ber deşta ramanên min,
Dehl û zeviyên xwe şînkirin.
Li ber germbûna devê birînên min,
Termên hêsrên xwe ziwa kirin.
Li ber saza ahînên xwîna min,
Peyala meyê gerandin.
Û li ber çingîna peyalan,
Min şop ajot…

Di gerînoka mişextiyê,
Di şevînên qetiyayî,
Di awêza awareyî,
Li çiyayê gerdenazad,
Ji girêbend û lalên zinger bûyî,
Kewênêr bi azatî azad bûn… .
Bi qebqebeke nû,..
Bi dilekî aza,..
Bilûra xwe saz kirin,..
Û bixwe re,..
Mizgîniya maçîkirina heyvê anîn..

Şam/1/5/2011

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.