بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Şark Uleması

Şark Uleması

Destpêk

Pirtûk ji hêla nivîskar û lêkoliner Mehmet Çağlayan ve hatîye nivîsandin. Di sala 1996an de di nav rêza weşanxanêya Çağlayan de li Stenbolê hatîye weşandin.

A- Nasnameya Pirtûka Şark Uleması

Nav : Şark Uleması
Nivîskar : Mehmet Çağlayan
Ziman : Tirkî, Kurdî (Mînakên ji berheman)
Weşanxane : Çağlayan
Cihê Weşanê : Stenbol
Sala Weşanê : 1996
Rûpel : 320
Berg : Bireng û Qartone
Kaxiz : Kaxiza Zer ya Kayî
Pîvan : 23 cm x 16 cm
Naverok : Jiyana Nivîskar, Pêşgotin, Jiyana Zanayên Navdar yên Kurd, Jiyana Zanayên Navdar yen Jinên Kurd, Paşgotin, Ferheng
Mijar : Pirtûk li ser jiyana zanayên kurd yên navdar rawestîya ye. Bi taybetî kesên wek alim, şêx, mela, zana, rêvebir û rewşenbîr bi awayekî kurte jiyan hatine naskirin.

B- Jiyana Mehmet Çağlayan

Di sala 1923an de li Mûşê hatiye dinya yê. Zaroktîya xwe di medresa bavê xwe Mela Mustafa de derbaskiriye. Li ba bavên xwe dersên Qurana Kerîm, lûxat, sarf û nahv xwendîye. Duvre çûye medresa Nurşînê. Li vir li ba şêx Taqîyeddîn û şêx Maşuq ders sitandîye. Çar sal leşkerî kiriye. Li gelek welatên misliman gerîyaye û ji kesên zana ders wergirtine. Di sala 1949an heta sala 1954an li medresa bavê xwe ders daye. Bi xwe miftîtî kiriye. Sala 1979an de teqavît bûye. Ana li Stenbolê niştecîh bûye. Di kovar û rojnameyan de nivîs û lêkolîne xwe diweşênê.

Berhemên Mehmet Çağlayan ê ku hatine weşandin:
- İslam’da Mezhepler
- İslam’da Eğitim
- İslamî Harekette Ulema
- Ehli Sünnet ve Akaîdî

Berhemên Mehmet Çağlayan ê ku nehatine weşandin;
- Şafi Tabakatı
- İslam ve Çağdaş Hukuk
- İslam Hukukunda Sünnetin Yeri

C- Danasîna Pirtûka Şark Uleması Ji Hêla Şeklî Ve

Pirtûk li ser kaxeza zer hatîye nivîsandin. Puntoyê pirtûken çavên mirovan naêşînin. Sernivîs û sernav bi awayekî reştirîn hatine nivîsandin. Dinavbera her mijarekêke navberek heye. Bergên vê birengin. Bergê pêş bi weneyekî mederese hatiyê xemilandin. Bergê dawî bi nivîseke armanca nivîsandina pirtûkê hatîye xemilandin. Di dawîyede ferhengeke piçûk daye. Ev ferheng ji bo xwendevanan têgihiştina pirtûkê hesantir dike.

D- Danasîna Pirtûka Şark Uleması Ji Hêla Naverokê Ve

Naverok gelekî dewlemende. Bi sedan zanayên Kurd daye naskirin. Ji Sehabîyên Kurd heta Selahaddînê Eyûbî el-Kurdî, ji Xanî heta Pîremerd, ji Mela Goranî heta Bedîûzzaman Saîdê Kurdî, ji Mah Şeref Xan heta Kara Fatma ...

Di demeke ku Kurd li Tirkî dihatin înkarkirin pirtûk bi vî rengî mîna ku hebûna Kurdan li rûyên kesên înkarker dixê. Di pirtûkê de 533 Kurdên mêr, 33 Kurdên jin dane naskirin. Bi tevahî 566 kesên Kurd ên zana, rewşenbîr, mela, şêx, rêvebir dana naskirin.

E- Naverok

Pirtûk mîna hemû klasîkên misliman bi spasdarîya Xwedê despêdikê. Duvre nivîskar armanca nivîsandina pirtûkê vedibejê; ‘Min ev pirtûk ji bo mirovên pêşerojê wek dokumantere nivîsandiye. Sedemeke dî jî, kuştin û tevkujîyen ku li gelê Kurdên misliman hatine kirin mîna ku ne bes bûn ji hêleke dîn ve bi awayeki psîkolojîk erîş û îftira li gelê Kurd dikin. .... Li hember înkarkirin gelê Kurd ji bo îspatkirina hebûna Kurdan min ev berhem nivîsî.’[1]

Erîş û derûyên ku li Kurdan hatine kirin bi awayekî eşkere û bi delîl dane nişankirin. Mesele; ‘Ez sond dixûm ku, Kurd gelacî û belayê tenin serê mirovan û dev ji vena bernadin. .... Wallahî ev, yanî Kurd ne mislimanin. .... Devera ku vana pêlêkir hûn pêlênekin. (Ruhu’l Beyan, Cilt:5, sh: 497, Baskı: 1106 Recep)[2]

Nivîskar bi taybetî ji serdema Îslamîyete dest bi lêkolîna xwe dike. Tenê li gorî çavkanîyan kes xistina mijara pirtûka xwe. Kesên efsanevî û jiyanên xeyalî di pirtûkê de cîh nedaye wa. Wek Kawayê Hesinker, Rüstemê Zal...

Ji bilî vena hin kesayetîyen ku Kurd tenê naskirin lê belê wa xwe wek Kurd nedaye nasîn ew jî di pirtûkê de cîh nagrin. Wek Mewlana Xalid, Mela Xelîlê Sertî, Şêx Fethullah...

Destpêka danasîne bi du sehabîyên peyxember destpêdike. Caban el-Kurdî û Meymun el-Kurdî. Lê mixabin ti agahîyên berfireh ninin. Piştî van her du sehabîyan bi Selahaddîn Eyûbî el-Kurdî danasîna xwe dimeşîne.

Piştî van taybetmendîyan pirtûk li gorî navan bi awayekî alfabetîk didome. Kesê yekem ku daya naskirin Abdal (Mîr) e. Lê şeş kes bi vî navî meşhûrin. Navê her şeş kesan dinivîsêne.

Balkeşîyeke pirtûkê eve ku bi Kurdên ku dinav dîrokê de cîh girtine re bahsa Kurdên ku hê li jiyane ne jî dike. Wek Ali Arslan û İhsan Süreyya Sırma....

Nivîskar di wê pirtûkê de rêbazeke bi vî awayî meşandiye.
- Nav
- Kurte jiyan
- Berhem
- Ji berheman mînak (ji ê kêm kesan)

Li gor ve rêbazê;

‘’Ehmedê Xanî
Xanî di nav salên 1000 û 1063e hicrî de jiyaye. Li Bazidê hatiye dinye. Bi navê Xanî meşhûr e. Ji heman nav êlêye. Di berhemên xwe de li ser terbîye û hêstên netewî rawestîya ye.
Berhemên Xanî;
- Memo Zîn
- Nûbara Piçûkan
- Aqîda Îmanê
- Dîwan
Ji Memo Zîn;
Da xelkî nebejit ku ekrad
Bê marîfetin bê êsl û binyad
Vergera we bi Tirkî jî daye; ‘Denmesin ki, Kürtler maarifsiz, bilgisiz, temelsiz ve yersizdirler.’ ‘’[3]

Beşeke pirtûkê li ser jinên Kurd yên navdar rawestîya ye. Bi vê xebatê em têdigihijin ku Adile Xanim, Azra Xanim, Cuveyrîye, Devlet Xatûn, Esma, Xatûn, Kara Fatma, Mah Şeref Xan, Melike Xanim, Sittîye, Zumrûd Xanim... gelek jinên kahreman û zana hene.

F- Kêmasîyên Pirtûkên

1- Pirtûk li ser rewşenbîrên Kurd hatiye nivîsandin. Dibê navên di pirtûkê de bi awayekî orjînal hatibana nivîsandin. Lê mixabin navên kesan û navên waran li gor mantiqa Tirkî hatine nivîsandin. Wek Siirtli Mela Halil[4] nivîsandiye lê belê dibe Mela Xelîlê Sertî nivîsandibane. Wek El Bitlisi[5] dibe El Bidlisî hatibane nivîsandin. Wek Fekiye Teyran[6] dibe Feqîye Teyran nivîsandibane.

2- Mînakên ji berheman gelekî kêm in. Ev na bandoreke neyînî li ser xwendevan dike.

3- Ferhenga pirtûkê gelekî qels maye. Dibê berfirehtir hatibane nivîsandin.[7]

4- Pirtûk li ser Kurda ye lê zimanê we bi Tirkîye.

G- Hin Kesên Ku Dane Naskirin

Abdulazîz el Hekarî el Kurdî, Abdulqadir el Abdelanî, Abdullah el Sencarî, Ehmedê Xanî, Şêx Ehmedê Xizna, Melayê Batê, Bedirxan Paşa, El Amîdî, El Erbîlî, El Goranî, El Kurdî, El Senendecî, El Şehrezorî, El Mardînî, İbnu Teymîyye, İhsan Süreyya Sırma, Kurd Elî, Mewlana Îdrisî Bidlisî, Ebu Suut Efendî, Mela Mustafa Berzanî, Şex Saîd, Saîd Nûrsî ...

Encam

Ji bo naskirina kesayetîyên Kurd yên navdar ev berhem bêhempaye. Bi saya vê pirtûkê gelek kesayetîyên ku dinav pelen dîrokê yên tozgirtîde hatibûn jibîrkir ji nûjen ve hatin naskirin. Ev şanazîyeki ji bo her Kurdî ku derfeta naskirina mirovên xweyî dîrokî û ê hemdem ketîye destê me. Pirtûk tena serê xwe kanîyeke ji bo lekolînvanên Kurd.

Dilazad A.R.T
[email protected]



[1] Şark Uleması, rp: 26
[2] Şark Uleması, rp: 27
[3] Şark Uleması, rp:86, 87
[4] Şark Uleması, rp: 34
[5] Şark Uleması, rp: 130
[6] Şark Uleması, rp:150
[7] Şark Uleması, rp: 319, 320

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.