بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Rîsala Aborîyê (Beşa I.)

Ji Rîsale-î Nûr

LEM’A NOZDEHAN
(Çirûska Nozdehan)

Rîsala Aborîyê

(Li ser Aborîye, qanaatê, îsraf û beredayîye ye.)

Bi navê Ellahê Rahman û Rehîm
Bixûn, vexûn, lê belê îsraf nekin.
( Suretê Eraf 31)

Ev Ayetî Kerîme, ji aborîye re fermandarîyeke misoger û ji îsrafê re dûrmayîneke eşkere bi awayekî girîng derseke bi hikmet didê. Ev mesele heft nuqteye.

NUQTEYA YEKEMÎN

Xaliqê Rahîm li hember dayîna nîmetê ku daye mirovan şikir/spasdarîye dixwaze. Îsraf dijî spasdarîye ye, li hember nîmetan henekpêkirineke bi xisare. Abordarî li hember nîmetan danûstandineke rêzdarîye. Belê abordarî hem spasdarîyeke manewî, hem rêzgirtine li hember rahmeta îlahî ya ku di nîmeta da ye, hem bi awayekî misoger sedema bereketê ye, hem ji bo bedenan parêzeke sedema tendûristîye, hem sedema rûmeteye ku mirovan ji parsektîyeke manewî rizgardikê, hem sedema hiskirina tahma di nav nîmeta de û sedema di xuyakirinêde ev nîmetên ku bêtahm tene dîtîn tahmijandina. Îsraf ji sedema ku dijî ew taybetmendîyen aborîyetê ye encamen îsrafê ê girîng hene.

NUQTEYA DUYEMÎN

Fâtir-i Hakîm, bedena mirov bi awayê qesreke spehî û mîna bajarekî dipergalêde afirandiye. Hêza tamijbûnê di dev de dêrîvanek, sinir û rehên di dev de mîna têlên telefon û telgrafê, hêza tamijbûnê û aşikê (mîde) ku di navênda bedenê de pevçûnên balkeş pêktênin, tiştên tên dev bi van damara xeber didê. Ji beden re ji aşik re pêdivî nebê dibêjê ‘qedexeye’ tavêjê derve. Carna her çiqas ji bedenê re ti karê vê nebê jî ku bi xisar û tûj bê hemen diavêjê derve, tifdikê rûka.

Madem hisen tahmê di dev de dergevaneke, aşik di nuqta debarkirina laşde efendî û xwedîyeke. Ew xelata ku bidin xwedîye wê qesrê an wî bajarî ku sed derece buhayê wê hebê, ji dêrîvan re bi navê baxşîşê pirr pênç derece mafdibê, zêde çênabê. Ji bo ku dêrîvan bitirnebê, serxweve neçê, ji bo vatinîya xwe jibîrnekê, ji bo şoreşvanên bi baxşişa zêde nexê nava qesrê.

Li ser vê razê ana emê du parîya farzbikin. Parîyek mîna penîr û hêkê ji madeyên biadan xelateke çil pere, parîye dî ji beklawaya herî baş a bi deh quruşa bê, ev herdû parî berî ku bikevin dev bi navê xwerîne wekhevin, ti cûdahî dinavbera wa de nîne. Piştî ku ji qirikê derbasbûn, adanîkirina bedenê de dîsa wekhevin. Çêdibê ku carna penîre bi çil pereyî çêtir adantirbê. Tenê di nokta hêza tahmkirinê de cûdabûnek nîv deqîqayek heye. Ji bo nîv daqqê ji çil pereyî herê deh quruşa bê çiqas bêwateye û îsrafeke bi xisare berbê bê pîvan.
Ana xelata ku hatiye ji xwedîye qesrê re çil perebê, ger neh car zêde baxşişe bidin dêrîvan yê dêriven serxweveçê. Ye bibêjê ‘xwedî ezim’. Kî zede baxşiş û tahmê bidê yê wa bixin hundir, ye bi serhildanê kê, agir derbixê. Yê ji mecburî bibejê ‘hawar, berbê bijijk verê, germa min birawestenê, agirêmin bitefênê’.
Abordarî û qanaat, tevgera alîkarîya hikmeta Xwedê’ye. Heza tahmê derîvan hiştiye û li gor vêna bexşîş didê. Îsraf ji ber ku dijî wê hikmetê ye zû şemaqê dixwê, aşik tevlûhevdikê, birçîbûna rastî windadikê. Bi birçîbûneke derewîn ji cûr be cûr xwarinan dertê, dibê sêdema bêhazmê û yekî nexweş dikê.

Rîsala Aborîye | Weşanên Zanîngeh | 2010 | zaningeh.net

Dilazad ART | [email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.