بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Li Ser Jîyanê Axiftinên Taybet (Beşa I.)

***Heta Smaîl negirî ava zemzem derneket.

*** Ê go Brahîm naşewitenê Xwedaye,
Ti tewanê agir tûneye.

*** Ger biraye Yusuf ew ne avetibane bîrê
Yusuf nedibû wezîrê Misrê.
Birastî xeletîyek e mezin kirine birayên Yusuf,
Lê Xwedê ev ji wezirtîya Yusuf re xiste sedem.

*** Mirov mîna daran a. Dar ji bizrikekî/tovekî şîndibe. Bi av, roj, ax û hewaye mezin dibê. Heta digihe gihaştînîye fekî û kulilka didê. Ku pîr dibê hino hino çiqlê/şaxê xwe xhar dikê. Mirov jî wek darê ye. Peşî ji piçûkbûna xwe mezindibê û digihêjê. Dûvre hino hino pîr dibe û ji hêzê dikevê.

*** Heyfe ku; her dem zilamekî neqenc hezar zilame qenc xeradikê. Tu car hezar zilame qenc zilamekî nebaş baş nekirîye.

*** Rihe mirovan lewitîbê bedena (laşe) wa jî dilewitê.

*** Jin mîna welatan e.
Destxistina wa na pirr bi zahmet e.
Ku bi destket, kefxweşîya wan hêjaya bi destxistina wa na.

*** Di welat e min de ez kirme mêvan,
Û mêvane min bûne xwedî mal.

*** Geh tilopek bûm di deryaye de
Geh deryayek bûm di tilopekê de.

*** Zaroktîya min bi pirsgirekên mezina derbasbû. Min ti car zaroktîya xwe ne jiyand.

*** Jiyan li ser wate hatiye avakirin. Hemu tişte ku heye ne bihebuna xwe, lê bi wateya xwe tê naskirin. Ger wate ji jiyana mirovan werê rakirin mirov û jiyana mirovan mîna darekî hişk û ziwa dimênê.
Bêje jî biwate biqîmet û birûmet dibê. Ger wate ji nav bêje werê derxistin bêje ji gotineke hişk û ziwa pêve naçê wirde.
Ger ji gotinên Mewlana, Yunus Emre, Xanî, Cizîrî û Teyran wate werê rakirin ew beje dibin çi?

*** Azman û derya waren azadiya bê dawîne.

*** Jiyana şervana ji ya miroven dî cûdaye. Şervan tu car nakevê kefa dinye, xweşîya dinye. Şervan dibe hîşe xwe ne berdê ser zewacê.

*** Mirov çiqas bidê wulqasî tê dest. Cihê tişte diçê tê dagirtin.

*** Dîn heta xisare nedin mirovan çêdibê ku gotinên van bi hikmetbin.

*** Mirov di jiyana xwe de gelek tişta dide hev. Demek duvre yek bi yek wan tavejê.

*** Mejîye me bûye tinge agahîya û zanîne. Bikaranîna zanîn û agahîyen me tûne ye. Tahbeke/xebateke zêdeye em didine xwe. Lê belê em bi vê tahbê/xebatê kefxweşdibin ku em dikin.

*** Mirov ji gihaştina xwe pêve, dest bi karê dinye dike. Hemû kar û xebatê mirovan ji bo jiyaneke hesan û rehet e. Evqas zahmetî û şkenca kar û xebatê dinye mirovan tu car nagihijênê dilrehetîye. Jiyan mirova li ber bayê xwe difirenê. Hem jiyana mirov ji serî heta binî li gor merca tê gûhartin.

Dilazad ART, Ramanên Azad, Weşanên Zanîngeh, Nisêbîn 2010
www.zaningeh.net

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.