بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Hêvî Group di pêsangeh pirtûkan ya Navnetewî de

Hêvî Group bi navê Hevi Group - Kurdewari & KurdFM û bi HAWAR NET (hawarnet.com) ve îsal bi ciyê xwe yê taybet beşdarî pêşangeha pirtûkan ya navnetewî ya Frankfurtê dibe. Hêvî Grop wekî hemî karên xwe yên Kurdewarî beşdarbûna pêşangeha pirtûkan ya navnetewî jî wekî karekî hêja yê Kurdewarî danî pêş xwe û biryar da ku beşdar bibe.

Pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê hersal bi beşdarbûna piraniya welatên cîhanê û bi hezaran weşanxaneyên cîhanî ve li bajarê Elmanya Frankfurtê tête lidar xistin. Kurd jî hersal bi weşanxaneyek an jî dû weşanxaneyan ve beşdar dibin. Di van herdû salên dawî de bi navê Kurdistanê ji başûrê Kurdistan jî komek beşdar dibe û pirtûkên Kurdî yên bi tîpên Erebî pêşkeş dikin. Wekî dîtir jî Weşanên Mezopotamya jî hersal beşdarî vê pêşangehê dibe. Lê her çend piraniya welatên cîhanê û bi hezaran weşanxaneyên cîhanî beşdar dibin jî, hejmara Kurdan û cîgirtina Kurdan di vê pêşangehê de gelekî qel û bêhêz maye. Her sal ji ber vê yekê beşdarbûna Kurdan jî li gorî gelên dîtir yên cîhanê gelekî kêm maye.

Ji ber vê sedemê jî Hêvî Group û Hawar Net jî biryar dan ku hersal bi ciyê xwe yê taybet beşdarî pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê dibin.

Ji ber ku bi navê Kurdistanê cî di pêşangehê de nîne û Kurd jî ji bo ciyekî xwe yê taybet diyar bikin hetanî neha nebûne xwedî helwest, Hevi Group û Hawar Net jî bi serê xwe man. Mezopotamya îsal di nava weşanxaneyên Elmanî de cî digre, Başûrê Kurdistan hetanî roja îro jî serî lê nedane da ku beşdarî pêşangehê bibin. Beşdarbûn û tevlîbûna kataloga pêşangeha îsal jî qediya, êdî ku serî lê bidin jî nikarin têkevin kataloga îsal de. Ji ber wê yekê mixabin ciyekî taybet girêdayî Kurdan nîne. Ji ber vê yekê jî ciyê ku Hêvî Group û Hawar Net ji bo xwe diyar kirî, li cem Televizyona El Cezîre ye û li himber ciyê beşa Tirkiyê ye. Ji bo ku mêvan û kesên ku bixwazin hevkarî çêbikin hesanî ciyê Hêvî Group û Hawar Net bibînin me evder bo xwe diyar kir.

Hêvî Group û Hawar Net di pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de îsal dê hemî weşanxaneyên Kurdan bidin nasîn û bi taybet jî dê pesin û reklama hevkarên xwe bike. Hevkarên Hevî Group yên bingehîn ku Hevi Group bi wanre kar dike, HKMG (Hawar Kurdistan Media Group) û Govara heftane ya Rûdaw e. Wekî dîtir jî bi dehan malper û kesên dost û destekvanên Hevi Group jî dê di pêşangehê de bêne danasîn.

Mebesta Hêvî Group û Hawar Net ya serekî ewe ku nûnertiya hemî weşanxaneyên Kurdî di pêşangehê de bikin. Ji bo vê yekê dê peywendî li gel hemî weşanxaneyên Kurdî bêne çêkirin da ku karibin pirtûkên xwe yên serekî pêşkeş bikin û nivîskarên ku pirtûkên nû jî derxistî bên pirtûkên xwe bidin nasîn.

bernameya taybet ha Hêvî Group û Hawar Net ya ji bo pêşangehê di rojên pêş me de dê di malpera me ya fermî Hevi Group, Malpera hawarnet.com û hemî malperên me yên nûçevanî û çandî de bête weşandin.

Nivîskar, weşanxane û wekî din amêrên çapemeniyê dikarin bi mere peywendî deynin û ji bo ku beşdarî bernameya Hêvî Group bibin serî lê bidin.

Pêşangeha pirtûkan ya navnetewî 4 rojan berdewam dike, dû rojên destpêkê tenê weşanxane, nivîskar û kesên dezgehdar û karmend dikarin beşdar bibin, herdû rojên dawî jî herkesek dikarê beşdar bibe.

Dema pêşangehê : 12.10.2011 hetanî 16.10.2011

Ciyê Hevi Group û Hawer Net :
HOL Û BÎNA : 5.1
BEŞ : A
Hejmara Cî : 947

5.1 / A 947

Nexşa pêşangehê

Ji bo vê beşdarbûnê meserefekî me ya zêde çêbû ji bo vê yekê mercekî me ya bo beşdarbûna bernamê nîne lê kes, sazî, weşanxane an jî rêxistinên ku bixwazin arî me bikin hebin tikaye ji mere binivîsin an jî alîkariyên xwe bi rêka paypalê rêkine vê emailê : [email protected]

Em hêvî dikin ku Kurdên derfetê xwe heyî beşdarî pêşangehê bibin û vî karê navnetewî yê cîhanî ji nêzde bibînin di heman demê de vî karî ji bo karên Kurdewarî jî binirxînin.

Hêvî Group - Kurdewari & KurdFM
HKMG (Hawar Kurdistan Media Group)
hawarnet.com

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.