بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Daxuyanîya Hûnermend Şivan Perwer li derheqê gotarên dijî kesayetîya wî di capemenya Kurdî de

Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîşana xebat û xizmeta min e.

Sebra min geleke, behna min firehe. Hêviya min bilinde, baveriya min xurte, armanca min rojên şad û peşerojek ronake. Lê gelo evên ku dest bi vê kampanyayê kirine kî ne û vana ji min çi divên? Çi dixwazin? Dost ya dijminê gelê me ne? Ji ber ku tiştên di vê kampanyayê de hatine gotin û iddia kirin, hemû derewin. Hemû hevdîtin û têkiliyên min eşkerene û li pişt diwar û perdan veşartî nemaye.
Me dît ku vana li hemberê hêz û şexsiyetên welatperwer çıqas suç kirin jî rojekê lebihurtin ne xwestin. Ji ber ku çendî me behnfirehî kir û me nexwest dijmin bi me bikene jî, lê dîsa jî guhertinek di wan de çê nebû. Ji sebra me cesaret girtin û roj bi roj ji ber bêdengiya me hêz girtin û erîşê xwe berfireh kirin. Yanî dixwazin li welatê me yek kesê me mejû azad nemîne.
Ez ji kesên dilrehm, dilovan û bi wîcdan dipirsim: Ma gelo kesên hindik hestên welatperwerî û mirovatî pêre hebe, wisa dike? Di jîyana 36 salên derbederya min de, ya rast, dijmin jî ev tişt bi me nekiriye.
Ji xwe qasî hatiye têgihiştin, zîhniyet û mentalîta wan eve: Li ser bandorê deyne, çavsoriyê bike, bitirsîne, bêbextiyê lê bike, îrade û heş teslim bigire, bike kole û bi kar bîne
Min ji rastiya xwe tu car dev bernedaye. Min rastiya xwe herdem di stranên xwe de aniye ziman. Haji xwe bû me, hezkirin û evîna gel û welatê min di xwîna min de cîh girtîye. Lê li gor uslûba tevger, têkilî û rewşa mirovatiyê mirov silava xwedê digre û dide. Merheba dibêjê û rêzdar dibe. Mêvandarî kevneşopîya resena me Kurda ye. Em jî li gor xwe dibînin ku çi raste çi xirabe. Heke mirov bi xwe û armanca xwe baver be, carna pêwist be dikare li gel dijminê xwe jî danişe, behsa rastiya xwe û gelê xwe bike û biparêze.
Ma xelk nizane ku Şivan Perwer li hemberê zilm û zordarî tu car stoyê xwe xwar nekiriye. Ma hûn jî nizanin ku ti kes nikare bayê hunera azadiyê ji ser welatê min rawestîne û lorîkê min ji dil û mejîyê gelê min derîne? Ma hûn nizanin ku rejîmên faşist û koledar ji ber rastiya hunerê min çikas Kurd girtin, işkence kirin, kuştin, yan bi dar xistin? Lê dîsa jî nikaribûn bayê hunerê min rawestînin.
Banga we dikim: Baş bizanibin ku ez Şivan Perwerim. Yanî hevalê bargiranim, ruhê Kurdistan, bê rawestan kurê gelê xwe me û wêrek û bi bawerî me. Kesên paqiş û bi bawer ji qirêjiya bêbexta natirse.
Ez we dispêrim ûcdan, rehm, dilovanî û raya giştî ya gelê Kurd û Kurdistan. Dîsa baş bizanibin ku gelê me û dîrok dê çi car bi vî awayî li wan nebihure.
Slav û Rêz
Şivan Perwer
13.02.2010

Gotinên Şivan Perwer li ser Vidyo:

http://www.youtube.com/watch?v=ZEMa4BAL5k8&feature=player_embedded

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.