بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

Cejna Xidir Nebî, Xidir Liyas

Dr. Xanna Omerxalî


Hewara me Xidir Nebî, Xidir Liyas – siyarê hespê boz.

Êzdiyatî yek ji qedîmtirîn dînên kurda û Rojhilatê ye û yek ji dînên monotêîzmî ye, ku heta niha jî kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd.
Nava çavkaniyan de di navbera serhejmêra êzîdiyan de gelek firqe heye. Sedema vê yekê ew e, ku li tu dewletan, der barê hejmara êzîdiyan de lêkolîn nehatiye kirin û serhejmêra wan nehatiye tespîtkirin. Xêrnexwezên êzîdiyan hertim hejmara wan kêm dikirin û hindik nîşan didan. Niha hejmarê tevayê êzîdiyan nêzîkî 800 hezar kesî ye, dibe jî digihije mîlyonekê.
Piraniya êzîdiyan bi eslê xwe li Îraqê jiyane. Eslê wan ji çiyayê Şingalê (yan jî Sîncarê) û devera Şêxan (yan Welatşêxê, ku geliyê Lalişê wêderê ye) tê. Geliyê Laliş cîhwarê pîroz ê ziyareta hemû êzîdiyan e û bi navê „Lalişa Nûranî“ tê nasîn.
Êzîdiyên li bakurê Kurdistanê yenî di nava sînorên Tirkiyeyê de jî dijîn. Lê niha piraniya wan koçî Europayê, bi taybet Almanyayê, bûne. Hejmara êzîdiyên ku li bajarên Kurdistanê yên ku di nava sînorên Sûriyeyê de dimînin jî kêmtir ji 15 hezarî ye. Pir kêm êzîdî jî li Îranê dijîn.
Êzîdî di nava axa ku bi Tifaqa Şêwrê hatiye diyarkirin de dijîn. Piraniya êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê bi eslê xwe ji qezayên wekî Wan, Qers û Surmaliyê ne. Serê sedsala 20´emîn ji ber zilma dewleta Osmaniyan (kurdên Ermenîstanê wekî “Roma Reş” binav dikin) koçber bûne. Li dijî dijminahî û xwînxariya li ber xwe dane, bi hiceta ku dijminên olî ne hatine qetilkirin, ji cih û warên xwe hatine derxistin û ji ser axa xwe koçer bûne. Dest ji warê kal-bavên xwe û milkê xwe berdane û ketine riya mirinê. Gelek ji wan hatine rojhilatê Ermenîstanê û Gurcistanê û li wir bi cih bûne.
Bi texmînî heta salên 1991´an hejmara êzîdiyên li Gurcistanê digihîşte heta 70 hezar kesî. Li Ermenîstanê jî beriya hilweşîna Tifaqa Şêwrê hejmara êzîdiyan nêzîkî 90 hezar mirovî bû û ev hejmar li gorî îstatîskên fermî jî hatiye piştrastkirin.
Êzîdiyên Ermenîstanê li bajar û nehiyên wekî Abovyan, Aparan, Aragats, Ararat, Artaşat, Aştarak, Vêdî, Masîs, Naîrî, Oktêmbêryan, Talîn û Êçmîadzîneyê dijîn. Piraniya êzîdiyên Ermenîstanê li bajarê Rewanê, Axûryanê, Gumriyê (berê Lênînakan), Taşîrê (berê Kalînîno), Abovyanê, Oktêmbêryanê, Êçmîadzînê û Spîtakê da dijîn. Nava gundên Ermenîstanê, kîderê piraniya ehlê wan êzîdî bûn ew in: Hakko, Elegez û nêzîkî 13 gundên nehiyên Aparanê û Aragatsê, Artênî, Bagramyan, Gelto, Zvartnots, Qamişlû, Koranlî, Qibixtepe, Sabûnçî, Çetqran, Şamîram1 û hrw.
Piştî ketina (hilweşîna) Tifaqa Şêwrê rewşa aborî ya herêmê xira bû û ji ber vê yekê jî bi texmînî nîviya êzîdiyan ji Ermenîstanê û Gurcistanê koçber bûn, çûne welatên wekî: Rûsiya, Ûkraina, Almaniya, Fransa, Bêlçîka, Nîdêrland û çend welatên din. Êzîdiyên li Ûrisêtê (Rûsiya) qasî 70-80 hezar in.
Êzîdiyên Ermenîstanê heta niha jî adetên xwe yên kevnar, rê û rismên xwe, rabûn-rûniştandina kal-bavên xwe gelek baş xweyî kirine. Cejnên êzîdiyên Ermenîstanê herî mezin û ferz ew in; cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas (meha Sibatê), Kloça Serê Salê (meha Adarê) û eyda Rojiyên Êzîd (meha Kanûna yekê).
Di vî meqaleyê da ez li ser rê û risman, ku wextê cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas da tên derbaz kirinê cem êzîdiyên Ermenîstanê, Gurcistanê û her wisa jî cem êzîdiyên Rûssiyayê, mijûl bim.
Felsefêya dînê êzîdiya heta roja me ya îro jî devkî ye. Lema jî çavkaniya min a herî bingehîn li ser rê û rismên êzîdiyan, li ser cejnên êzîdiyan û rabûn-rûniştandina wan gotin û vegotinên kal-bavên me, mezinên me ên ku ji sedan salan e gihandine roja me ya îro. œ

*****************
Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylas cejna êzîdiya ye, ku bi navê dû Xudana tê naskirinê: Xidir Nebî û Xidir Eylas (Elyas).
Xidir Nebî cem êzîdiya Xudanê hizkirin û miraz hasil kirinê ye, Xidir Eylas jî tê hesabkirin ça piştevanê ew kesên ku nexweş in, rêwî ne û meriyên girtî.
Kengê ev cejin tê derbaz kirinê?
Ji aliyê êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê li roja îniya yekê – li gor rojnîşa rojhilatî, ku bi sîzdeh roja dikeve paş salnama ji dayikbûna Îsa – ji meha Sibatê tê derbaz kirin. Yenî niha em dikarin bêjin, ku ev cejin dikeve roja îniya sisiya li meha duda li gor rojnîşa Grîgoriyanî. Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê roja îniyê eyd (cejin) derbaz dikin, lê êzîdiyên Kurdistana Îraqê, Turkiyê û Suriyê evê cejnê bi dû roja derbaz dikin: roja pêncşemê bi navê Xidir Eylas û roja îniyê bi navê Xidir Nebî.
Pêşda jî gere bê gotin, ku Xidir Nebî û Xidir Eylas cem êzîdiya ça sembola jiyîna tên ber çev û navên wan di çîvanoka Eskenderê Mekedonî de tên kifşê. Çîvanok wisa nîşan dike, ku Xidir Nebî û Xidir Eylas bona Eskenderî çûbûne Ava Avilheyatê (bi çi êzdiyên Îraqê dibêjinê Ava Hêwanê) bînin. Lê rê ve ava Avilheyatê ji darê ser wan da rijiyaye û Xidir Nebî û Xidir Eylas niha hertim sax in2.
œ*****************
SÊ ROJ BERÎ CEJNÊ
Rojî

Rojiyê Xidir Nebî (êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê carina dibêjinê Xirdinevî) sê roja rojiyê digrin. Li cem êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê ev rojî li sêşemê dest pê dikin û roja îniyê cejna xwe derbaz dikin. Lê li cem êzîdiyên Kurdîstana Îraqê û Suriyê roja dûşemê da rojî dest pê dikin û li roja pêncşemê û îniyê cejna xwe dikin: roja pêncşemê bona Xidir Eylas û înî bona Xidir Nebî.
Rojiyê Xidir Nebî sêşemê sibê zû (berî derketina rojê), sehetê şeşa, pênca, radibûne paşîvê. Tevî mezina zarok jî radibûne paşîvê, çimkî wana jî rojî digirtin.
Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê bawer dikin, ku her êzdî berê eydê gere bi rojî be, û firq tune navê wî çi ye. Lê êzîdiyên Kurdistana Îraqê û Sûriya dibêjin, ku navê kê Xidir yan Îlyas be, ewana gere esseh sê roja bi rojî bin. Kesên din jî wekî dixwazin dikarin rojî bigrin, dikarin negrin.
Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê wisa bawer dikin, ku rojî girtin borcê her ezîdî ye. Lê bona cahila ew borc dubare-sêbare dibe, çimkî ewana gişk jî bermiraz in. Xidir Nebî ça Mêrekî mirazbexş, pêşiyê diçe hewara wan meriya, fikirê kê mijûl in pirsên surê, huba û hizkirinê va, alîkariya wan dike û mirazê wan, xwestina dilê wan diqedîne.
Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê, mexsûs, wextê rojî girtinê, çêr nedikirin, sabûn û şe nedidane xebatê hetanê sê rojê Rojiya derbaz nebiya. Pey xilasbûna Rojiya ra paşê merî dikare pê wan tişta şuxulê xwe bike.
Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê berê (û carina niha jî) bawer dikin, ku di van roja da îzna êzîdiya tune wekî di hemamê da xwe avê xin, nikarin erdên otaxê bişon, û her wisa jî îzna wan tune sabunê, şe û derzî bidin xebatê. Ew wisa bawer dikin, ku Xidir Nebî van roja da li ser hespê xwe dinê da digere. Wekî merî xwe hemamê avê xe, wê ew ava pêşiya Xidir Nebî çawa behrekî mezin bê kifşê, û ewê nikar be derbaz be û bê malên wan êzîdiya. Wekî jî sabûnê bidî xebatê, wê pêşiya Xidir Nebî çola bûza berê bê kifşê, yenî deşta bûzê zef çetin bona derbazbûîna Xidir Nebî. Lê wekî jî derzî bidî xebatê wê çolê pêşya Xidir Nebî stirîndar çê be û hatina wî çetin (zehmet) ke. Wekî jî şe bidî xebatê, wê pêşiya Xidir Nebî mêşeyê terî û mezin bê kifşê. Lema jî êzdî van tiştên min gotin bi kar naînin, ku alîkariya Xidir Nebî bikin, ku hêsa ew rojê da bigere malê gişkî êzîdiyê dinyayê da.
Îzna êzdiya tune bû van roja, mesele, şe bide xebatê, ne tenê ji ber kû, bawer dikirin, ku pêşiya Xidir Nebî mêşeyê terî mezin be, lê, bi dîtina min, fikreke din jî vira heye. Wextê rojîgirtinê merî gere derheqa ruhê xwe, ne bedewiya (xweşikbûna) xwe, bifikire. Gere ruhê xwe paqiş xweyî ke û tenê bona paqişbûna wî bifikire û şerpeze be. Ez bawerim, ku wî demî da (wê hingê) Rojiyê meriyê wisa, bi rastiya mala Xwedê, wê qebul be.
Boy çi merî Rojiya digre, xwe birçî, merûm û belengaz dike, xwe gele tiştên cimetiyê-civakiyê dide paş? Ev gişk zelûlî-çetnaya mexsûs merî derbaz dike û dikişîne, ku ruhê xwe, nefsa xwe, dilê xwe, fikirên xwe paqiş û temîz ke berî roja cejnê. Meriyên wisa fikrên wan, gotinên wan û kirinên wan paqiş in.
Nanê miriya

Her sê roja jî êzdî „Nanê miriya“ derdixin. „Nanê miriya“ - ew cûre-cûre xwerek, emek, êmîş, cixare, ava êmîşa û tiştên mayîn, dilê ke çi dixwest. Lê hertim, ça îda bibû qirar, ew tiştana gerekî tiştên lapî baş û xweş bûîna. Nanê miriya roja pênçşemê, êvara îniyê wextê derdixistin, dihate nav kirinê wek „Êvarîn“. Nanê miriya bidine kî malê jî derbaz dibe, lê zehf cara dibine mala êzîdiya, malê „Terîqa“. (Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê dibêjine „Terîq“ bona dunav, bona ruhanî yenî Şêx û Pîra.) Bibine mala kê jî – xêr e. Wekî bidî cînarê xwe jî dîsa xêr e. Nanê miriya gereke bihata derxistinê berê êvarê – lê gereke roj hê neçûya ava.
Nanê miriya – ew Xêra miriyê êzîdiya ye, ew bîranîna miriyê wan e, ew bîrnekirina kal-bava û pêşiyê êzîdiya ye. Yenî gotinê kal-bava jî, kirinê kal-bava, cefayê wan jî gerekî bîr nekin û nedine deya.

Paqiş

Ev cejn, yeke ji cejnên mezin û ferz e li cem êzîdiyan. Berî cejinê û gelek cara jî berî rojiya hemû êzdî mala xwe paqiş dikin. Û gunda da xaniyên xwe jî dişon yan jî temîz dikin. Rojiyê xwe dest pê dikin bi temîzaya xwe va, temîzaya malê û nav malê va.
œ*****************
ŞEVA BERÎ ÎNIYÊ
Êvara Erefatê û Fitar. Êvara îniyê, berî cejinê, gunda da gişk gundî hev digirtin û tevî hev diçûne mala Terîqê gund. Tiya dibûn ber Stêr. (Stêr jî ciyê pîroz di mala êzdiyên Ermenîstanê da ye. Ciyê, kîderê gelek cara jî tiştên ziyaretî jî xweyî dikin û Stêr wek ocax, wek ziyaret tê hesab kirinê.) Paşê rûdiniştin ber textê hazir kirî bi xwerek-emeka va û Fitar dikirin. Wê êvarê ra digotin „Êvara Erefatê“. Wê êvarê xeberdan diçû derheqa dîn da, xweyîkirina rê û rismê kal-bava, rabûn-rûniştandina milet û wisa jî giliyê xwe dikirine yek bona derbazkirina sibetirê eyda Xidir Nebî. Wisa jî dihatine gotinê navê meriyê dilşkestî – serxweşiyê kê hene. Wê êvarê esseh Qewl, Beyt, Dua û Dirozge dihatine gotinê. Paşê Mirîda temama jî „Maşê Qewl, Dua û Dirozge“ didane Terîqê ça xêra xwe, xêra dê û bavê xwe û wisa jî xêra kalik-pîrkê xwe (dapîr û bapîrên xwe). Û paşê timam belav dibûn û diçûne malê xwe, xwe hazir dikirin, ku sibetirê Eyda xwe derbaz kin.
Bi dîtina min, armanc ji vê topbûnê jî ewe, ku bitir êzdî digehine serhev û ewan bi hevra girêdide, tifaqa wan qewîn dibe. Nek tenê fikrê dînî tê da heye, lê fikrê civatî jî.
Serxweşî

Şev – berbanga îniyê êzîdiyên Ermenîstanê diçin mêvandarî hev û pêşiyê da diçine serxweşiya miriyê kê heye, miriyê teze û serxweşî didinê. Û şûnda diçine mala merî û cînarên xwe.
Xeyîdandik

Kê dilê kê mabû, xeyîdandik orta wan hebû, wê rojê ew Terîq diçû mala wî jî, diçû mala wî jî, û digot: „De werin, hemû tişta bîr kin, ev roj rojeke ezîz e, Terîq jî we ra dibêje, ku hûn ew mena xeyîdandinê daynine alîkî, bîr bikin boy xatirê vê roja ezîz“. Ewana jî, boy xatirê roja eziz û wisa jî boy xatir û hurmeta Terîqê li hev dihatin, dîsa dibûne pismamê hevdu, eydê hev bimbarek-pîroz dikirin, diçûne malên hev, û hev rûdiniştin.
Ew rojên ezîz da êzîdî gerekî hemû tiştên xirab bîr bike, bibexşîne timama kirin û gotinê wan ê xirab. Êzîdî gerekî bi dilê paqiş û temîz, bi fikirên qenc û kirinên baş wan rojê ezîz qebûl ke û wisa jî verê ke. Lê, bi rastî, her kes gerekî temamiya emrê xwe bi wî cûreyî paqiş û rast bijî.
Ar

Cem êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê berê (û niha jî) adetekî wisa hebû; gundî li gunda esseyî gere roja Xidir Nebî, êvarê xilasbûnê, sibê eyd e, êzdî tanî ew xaniyê xwe, kîderê nan çê dikin (tenûrê), tînin nîşana Xidir Nebî lêdixin. Temam pê ar deq dikin. Yan jî ban pê ar sipî dikirin, deq-deqî dikirin. Ser stûna şikil çê dikirin pê ar. Wisa jî dîwarê tenûrê bi şikilên (wêneyên) zaroka û merî dinexişandin. Her wisa jî tewleyên dewara û kotanên pezî bi şikilên heywana û berx û cûcikên mirîşka û hwd. dinexişînin.
Ev adet pir ji bîr û bawerên peydabûn û derbazbûna jiyanê ye. Êzîdiyên Ermenîstanê evan deran bi arî dinexişînin, bi wê armancê ku zarok di malê da çê bin û berhemê terş û tewalî zêde be. Ew nexş û nîşanên xwestina dilê mirovan e boy zêdebûna malê ji wan Xudana.
Totka şor

Tiştekî ku wisa jî gelek ecêb e: di vê cejnê da li êvara berê cejnê li cem êzîdiyên Ermenîstanê li şeva berê îniyê û li cem êzîdiyên Îraqê roja pêncşemê xort û qîz tiştê gelek şor dixun, êzîdiyên Ermenîstanê dibêjine „Totka şor“ û avê venaxwin û şûnda li ser radizin. „Totka şor“ gere qîza azep çêke, bide kê dixaze bizewice, kê dixwaze mêrke. Êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê wisa bawer dikin, ku di xewnê da, kê bide av ewê bibe dergîstiyê wê yan dergîstiya wî. Li cem êzîdiyên Îraqê, Turkiyê û Suriyê jî „Totka şor“ çê nakin.
Poxîn

Şeva berê cejnê êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê „Poxînê“ (êzîdiyên Îraqê û Sûriyê dibêjine „Pêxûn“) yan jî ar dikine amanekî da û datînine pişt derçika malê. Êzîdiyên Ermenîstanê jî gelek cara datînin ber Stêr.
Êzîdiyên Îraqê, Suriya û Turkiyê di vê cejinê da Pêxûnê dikine amanekê û dibine qulinçka malê. Ewana bawer dikin ku bi şevê Xidir Nebî û Xidir Eylas ser hespên xwe bên mala wan û li ser wê Pêxûnê nîşaneke xwe bihêlin3. Lê êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê wisa fikir dikin ku hespê Xidir Nebî li ser wê Poxînê (yanê ji ser ar) şopa nela xwe bihêle. Carina jî bawer dikin, ku Xidir Nebî mûyek ji poça hespê xwe li ser vê amanê bihêle. Bi vî cûreyî dizanin, ku Xidir Nebî hatiye mala wan. Eva tiştekî pîroz e û nîşana xêr û bereketê ye ji wê malê ra.
Êzîdiyên Ermenistanê digotin, ku roja sisiya, roja Êvara-Erefatê, ar datînin ber dêrî (yan jî ber Stêr) û digotin, wekî Xidir Nebî bê, dewsa simê hespê Xidir Nebî wê bê kifşê ser ar, yan jî poreke (mûkî) hespê wî wê bikeve wêderê. Wekî wisa ne, xêr û bereketa wê malê wê hebe, çimkî nigê hespa Xidir Nebî lê ketiye. Geleka salix dikirin, wekî mala filan kesê da, sibê rabûne berbangê, dêna xwe danê, dewsa simê hespa Xidir Nebî tê kifşê, yanê jî poreke hespê, mûkê hespê ketiye ser vî arî. Wekî digotin, hingê êzdî bawer dikirin, digotin: „Xelkê direw nakin“. Wekî nedihat, digotin: „Nehatiye“. Diçû mala kê, digotin: „Wekî wisa ne, xêr û bereket wê hebe, risqê wê malê wê gelek be, wê dûrê şer û peşka bin“. Tiştekî zehf baş bû. Û gûman û baweriya gişka jî hebû, ku wê rojekî jî Xidir Nebî bibe mêvanê wan û wan ra bîne hebûkê, saxlemiyê û bextewariyê.
œ***

ROJA EYDÊ
Diçine ber bi kaniуê. Berê adetekî wisa jî cem êzîdiyên Ermenîstanê hebû: sibê zû roja îniyê keç û jinên cihal (ciwan) diçûne avê ber bi kaniyek. Roja eyda Xidir Nebî ava kanî ça pîroz dihat hesab kirinê. Her keçik dixwast ber bi kanî ewil bê: hingê bawer dikirin, ku ew û malbata wê bextewar be. Bi vê avê ser-çevê xwe dişûştin û ew av her neferê malê vedixwarin. Ew ava tê hesabê çawa nîşanê saxlemiyê, sehet-qewatê û bextewariyê.
Mêvan, Pîrozkirin

Eyda Xidir Nebî êzdî himlî sibê zû diçine malê hev, diçine dest-ruyê hev, eydê hev bimbarek-pîroz dikin, texte hazir dikin, xwarin û emekên cûre-cûre hazir dikin. Li paşê, sibê zû, mêrên (zelamên) gund, top-tomerî li mala Şêx yan jî Pîrê gund da (wî malî da, kîderê kom dibûn û êvara Erefatê derbaz dikirin) dîsa kom dibûn, diçin serê xwe ber Ocaxê – Stêr datînin (ber Ocaxê tiya dibin), rûdînin, dixwin-vedixwin, guhdariya Qewl û Beyt û Dua, Dirozga dikin.
Berî rabûnê mala Terîqê da ew cimeta topbûyî giliyê xwe dikirine yek, ku ça û çi cûreyî herin-bigerin temamiya malên êzîdiyê gund û pîroz kin eydê wan. Paşê radibûn û heta êvara terî nav gund digeriyan. Esseyî temamiya êzîdiya diçûne malê hev, eydê hevdu bimbarek-pîroz dikirin.
Ev adeta, helbet, tifaqa êzdîxane qewîn dikir û milet jî hê diha hij dînê xwe dikir.

Stêr
Kengê êzdî dihatine mala Terîq, wana pêşiyê serê xwe ber Ocax, ber Stêr xar dikirin, serê xwe ber Ocaxê datanîn, maş jî datinîn ber Stêr.
Qurban

Cem êzîdiyên Ermenîstanê û Gurcistanê li vê cejnê da heywanek esseh wek qurbanî şerjêdikin. Her malek gere heywanek (pezek) şerjêke. Lê cem êzîdiyên Îraq û Turkiyê di vê cejnê da qurbanî dan qedexe ye, çimkî bawer dikin ku Xidir Nebî û Xidir Elyas di van roja da li nêçîrê digerin.
Xaç

Cem êzîdiyên Ermenîstane jî gotineke wa heye: „Rojên lape serma dikevine rojên orta Xaç û Xidir Nebî“4. Pê qirara baweriya ermeniya, çend roja berî Rojiên Xidir Nebî, serwerê dînê temamiya fila (ermeniya) – katolîkosê wan xaçê davêje avê – eva jî cejneke fila ye, ku çend roja berî Rojiyê Xidir Nebî tê derbaz kirinê. Cara, wextê mezinên êzîdiya hesab dikirin rojên Rojiyê Xidir Nebî, digotin: „Ka bizanbin file wê kengê xaçê bavêjine avê? Gerekî Rojiyê Xidir Nebî esseh biketana paşî avêtina xaçê fila avê da“. Û wisa jî Mezinên êzîdiya digotin, ku „Rojiyên Xidir Nebî gereke nekevine ber eyda-cejna mexîna“, ji ber ku eyda wan jî dikeve meha sibatê.
Bercolan yan Bindarûkê

Berê gunda da, cem êzîdiyên Ermenîstanê adetek jî hebû, kîjanê ra digotin „Bercolan“. Hinek jî dibêjin „Bindarûkê“. Êvara îniyê, xort û qizê gund kom dibûn çend mala da, xaniyê kê mezin bû. Colan girê didan û ber û dora wê colanê topî ser hev dibûn û dor bi dor xwe dikelan, kilam digotin, hev ra şa dibûn û hevekî direng belayî malê xwe dibûn. Tevî keçika esseyî bira yan jî kurap (pismam) gereke biçiya, keçik tenê nediçûn. Lê derbazkirina wê roja (Bercolan-Bindarûk) şabûneke gelekî pir xweş bû bona xort û keçên gunda. Ew roja dibû mene û gelek cahila, ku hev begem kiribûn, xwestinê dilê xwe, bi teherekî hev ra digotin.
Dolîdang

Di vê cejnê da berê adetekî wisa jî hebû ku şeva berê cejnê, zarokên gund li Ermenîstanê gorên ji hiriyê vehûnandî û rengîn nexişday hildidan û navê wê gorê Dolîdang (yan Holîdang) bû, bi têleke dirêj ve girêdidan û diçûne ser banê mala cînara û di kolekê ra ew dolîdang berdidane xwarê û pê ra jî stiranek digotin:
Dolîdangê, dolîdangê,
Xwedê xweyî ke xortê malê.
Pîre malê bike qurbangê:
Tiştekî bavêje dolîdangê(5).

Yan jî wisa digotin:

Dolî, dolîdangê,
Serê pîrê qurbangê,
Xortê malê zevangê,
Kanê dolîdangê(6).

Xelkê wê malê jî ew gore bi tiştên şîrîn ji şekir, qeysî, sêv, û mêwij tijî dikirin wek pêşkêş û zaroka Dolîdang careke dî hildidan û bi şabûneke mezin diçûne ser banekî mayîn.
Wekî merî tiştek neda ew guneyekî mezin bû, lê her kes esseyî tiştek dida. Zarokên gunda, li Ermenistanê da, bê sebir, her sal hîviyê bûn, ka wê kengê rojiyên Xidir Nebî bên û ewana bi şabûneke mezin Dolîdanga xwe bigerînin û pêşkêşa xwe ra top kin.
Ev adet li cem êzîdiyên Îraqê, Turkiyê û Suriyê tune.
Hespê Xidir Nebî

Êzîdiyên Ermenîstanê bawer dikin, ku Xidir Nebî di vê dinê da li ser hespê sipî yê firîne digere. Di şevê berê cejnê da kesek derî nedigirt, çimkî hîviyê bûn wekî Xidir Nebî bê mala wan. œ

Wekî merî diketine tengasiyê, digotin: „Xidir Nebî, tu were hewara min“. Wek mînak jî carina wisa digotin: „Hewara me Xidir Nebî, Xidir Liyas, siyarê hespê boz“.
Êzîdiyatî warê rê û risman de gelek dewlemend e. Êzdî anagorê edetên dînî yên kevin dijîn û heta demê niha jî, ku êzdî tevayê dinyayê de belavbûyî ne, piraniya wan pey dînê qedîm ku dê û bavê wan jî ew dihebandin, diçin.

Xanna Omerxalî

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.