Skip to main content

Member for

13 years 9 months
  ROJA  ŞAHÎ, AZADÎ Û BERXWEDANÊ NEWROZ PÎROZ BE!   Newroz weku rojekî nu taybetîya xwe her alîva diparêze. Gelên cîhanê edî hedî hedî di bin navên curebicur da Newrozê xwedî derdikevin,  vê rojê weku destpêka biharê pîroz dikin. Gor vê rewşê dîyareku; di diwarojda Newroz seranserî dinyayê bete pîrozkirin û hemu gelên cîhanê vê rojê xwera bikin cejnekî navkoman. Duênî; Kurd, Beluc, Fars, Tacîk û Azerî, îro gelên Ewropa, vê rojê gor xwe pîroz dikin. Cihu gor Beşa Tewratê ya Esterê pîroz dikin (navê Cejna Purîmê).   Taybetîya Roja Nu ango Newrozê çîye? Tu katekî salê da li ser nîvên glovera me, ango jêr û jorên ekvatorê direjîya şev û rojê yêk nîne. Li vir bi destura we, min dixwezim borînekê bînim serê zman, berku min gote jêrê ekvatorê û jorê ekvatorê. Balam ew gotin ne rastin, berkû; eger hun li ser pola glovera me ya bakur bisekinin jêr dibe alîyê pola başur. Eger hun li ser pola başur bisekinin jêr dibe alîyê pola bakur. Berku em li ser nîva glovera me ya bakur dijin, min nîva glovera me ya başur ra gote jêrî ekvatorê. Ya rast ewekû; jêr û jor tiştekî relatîve. Di nava gerdunê da jêr û jor namînê. Di alîyê erdnîgarîyêva cîhyeku av dizê û te; jore, cîhyeku av dikişe û diçe; jêre. Sternas û erdnîgarên Kurd hezaran sal berî pêş ew rasteyetî dozîtîbun.   Gelên Sûmêr û Med derheqa hemu gloverên gerdunê xwedî agadarîyêk mezin bun. Sûmêra glor buna glovera me dizanîyan, wan derheqa hebuna hemu gloveranda agadarîyên mezin şunda hiştin, ji wan hinek, hînajî alîyê  mîrovetîya “modernda” nehatinê dozîtin. Ji van yêk hebuna glovera Nîbîrû ye.  Îro sternasên cîhanê li ser hebuna glovera Nîbîrû yê yêkdeng nînin.  Di dokumetên Sûmêranda dîyarekû hinek zindî jî golovera Nîbîru hatine welatê Kurdan û mabeyna çemên Ferat û Dîclê (Euphrat û Tîgrîs) xwera kirine war, li vir cîvakekî modern avakirine û nezîka  deh  hezar salan li vir dara xwe dane jîyan. Di nava Medada ela Mageran (Magîan, Maguan) tenya bi kîmya, fîzya, erdnîgarî, sternasî, matematîk û bijîşkîyê va mijul dibu. Wan ne tenê taybetîya 21. Adarê dozîtîbun, pakgirtina erdê, pakgirtina avê, pakgirtina hewayê û agir xwe ra kiribun zagon. Pîxamberê Nurê Zerdeşt jî, ji vê êla bu, digote erdê biparêzin, avê biparêzin, agir û hewayê biparêzin. Mîrovetîya “modern” hîna nuva, sî-çil salan virda hoyjî van rasteyatîyan bu.  Bavê tibîya Îbnî Sîna Avîcenna bingehya zanîna xwe li ser salixdan û zanînen Medan afirand. Peyva medîcus (medîzîn weku medîcînae) ji Medan hate girtin. Dema Skandar Begê Mezîn Îran girt bin bandura xwe mezintirîn pirtukxana cîhanê ya wê katê li Persapolîse da sotan, tenê wî hinek bêşên matemetîk, sternasî, fîlozofî û bijîşkîyê wergerand ser zmanê xwe, li hember panava Med û Fars a ew piçuk ket û  wî bexilî kir. Ew  nîvîsên kû di wî katî da wî dan wergerandin, dura bi fîlozofya Yunanên kewnd ra bu bingeh, sedan sal şunda Ewropayîyan jî ew jî Yunanan girtin û xwera kirin bingehya zanînê. Li Ewropa naha ew fîlozofya wekû ya Yunanên kewnd tete nasîn. Kesek di vê derheqeda behsa Med û Farsa nake. Di her beşa Tewratê da dema astengek peyda dibe, tete gotin ku; “dîroka kralên Med û Farisa binêrin, ma wêda jî wusa nehatibu gotin.”   Pîxamberê Nurê Zerdêşt berî goçkirina xwe, di axaftinek xwe da qala buyîna mîrovekî kir: Rojekî roja wî li ser kanîyekê li gel şagirdên xwe sohbet dikir, şagirdekî pirsî û gotê ya Zerdeştê mezin, dema Te goça dawîyê kir û Tu çuyî, li pey te mîrovekî wekû Te carek din bê dinyayê? Zerdeşt zivirand û gote: belê bê dinyayê. Şagird nesekînî û pirsa duem kir, gote: ew ji te mezintir be? Zerdeşt gote: na ew jî min mezintir nebe, berku ez ewim, ew jî ezim. Şagird dîsa nesekînîya û pirsa sêem kir, gote ew mîrov kenga bete dinyayê? Zerdeşt gote: dema li ezmana sterkan xwe wusa wera dan dîyarkirin, ew mîrov di wî katî da bê dinyayê.  Li paş goçkirina Pîxamberê Nurê, zerdeştîyan bi sternas û matematîvanên xwe sedan salan li ezman peyîyan,  rojekê roja gor salixdana Zerdeşt sterkan xwe dane dîyarkirin, wan dûrîya wan pîva, durîya wan ji hev, dîyarbuna wan gor salixdana Zerdeşt bu, wan zanî ku ew mîrov hate dinyayê, gor hesabê xwe wan sê alîmdarên xwe li gel dîyarîyan rêxistin.  Ew hatin Îsraîl Betelhelmê, Bethelm di bin dara Heredos da dijîya. Alîmdarên Zerdeştî ew kwirek dîtin û ceribandin, ew sedarsed gor salixdana Pîxamberê Nurê hatibu dinyayê, ew Pîxamberê Nurê bi xwe bu. Di vî katîda Dera Xaçparêzan vê buyerê weku bîranîna sê qiralan pîroz dike, kesek qala  Zerdeşt û şagirdên wî nake, nabejekû ew sê kesên ku hatibun, sê alîmdarên Zerdeştî bun, ji ela Mageran bun ango Magî bun, Kurdên îronî bi xwe bun û tu peyvendîyêk wan bi qiralîyê va tunebu. Di Dinya Xaçparezîyê da dizî hiştina vê buyerê tometik mezine, îro ew Pîxamber Îsa gor xwe xwedî derdikevin,  daxawa nabêjin ku yêkhemcar xebera buyûna wî kê daye. Alîmdarên Med ne tenya buyîna Pîxamber Îsa pêşta ditin û xebera buyîna wî dan, wan di nava gîhya û nebatanda gelek cins rezîkirin, îro hînajî hinek cinsên koringê (once, ket ê) bi navên wan tên serê zman tenya li du liban dixwezim wera parvabikim: Luzerne Medî/cago û Luzerne Melîlo/tus. Pîrozkirina çarşembokên me yên berî hatina Newrozê di dinya Xaçparêzanda bun pîrozkirina çar adventan.   Bi kwirtî; Newroz weku rojekî taybet alîyê Kurdanva,  di hezaran salan virda hatîye pîrozkirin. Xencî Newrozê hemu sersalêndin ku li cîhanê têtin pîrozkirin xwedî tu manayekê nînin, di van sersalanda tu gorînek di gerdunêda û li ser glovera me çênabe. Tenya roja Newrozêda di gerdunê û li ser dinyayê gorînên mezin çêdibin. Di pîrozkirina Newrozêda; sazbuna Îparatorîya Med, ya Împaratorîya Pars anjî ruxandina Împaratorîya Aşur, di nava pavejoyda serda hatine. Di vê katê da,  deme em damezrandina Împaratorîya Medan xwera binge digirin, em sala 2740 dane, dema ruxandina Împaratorîya Aşur, xwera bona destpeka salnamê bingê digirin, em di sala 2624 dane. Fars  bi xwe ra bingehya salnama xwe, ruxandina Împaratorîya Medan digirin. Bi vî şiklî anjî wî şiklî,  di vê cîhyetê da hemu jî destpêka salnama xwe ji 21 Adarê  virda digirin.   Dîroka Newrozê alîkîva, di nava pavejoyda  buye dîroka  azadî û rizgarbune, aliyê din va buye dîroka serîhildan û berxwedanê.  Kurdan dijî dagirkeran ew roj xwe ra kirine roja berxwedanê. Seranserî dinyayê Kurd, Newrozê ne tenê weku destpêka biharê piroz dikin, bo wan Newroz azadbune, serfirazîyê, berxwedanê, dijî bêheqîyê derketinê, bîranîna komkujîya Halepçeyê, bîranîna tekoşerê mezin Hüseyîn Şen e, wî zîdana Selîmîyê Stenbolê bi xwîna xwe liser dîwarê zîndanê, “Bijî Kurdistana Serbixwe Yekhev û Demoqrat!” nîvîsandibu û  ew li hember dagirkeran melis nebubu.   Îro li Kurdistana Bakur Newroz bi mîlyona tete pirozkirin, mixabin yenku “serdarîyê” dikin tu cîhekî ala Kurdistan ranakin, Kurdan bi vî şiklî anjî wî şiklî qwîna dagirkeranva girêdidin. Be manê bi provakasyonên  mezin Kurdan didin qirkirin. Hedî hedî ava Kurdan şêlu dikin, mîrov nîzanî destkê kê  berika kê dayê, hemu rêç bi hev qelibîne. Îsal dagirkerên Tirk gotin, em dixwezin  “Nevruz” ango Newroz 21 Adarê da bete pîrozkirin,  yenkû Kurdan va dileyzin gotin na em 17  Adarê va destpêkî pîrozkirina Newrozê dikin. Alîkîva bikev qwîna dagirkeran, ala wan, parlementoya wan, sînorê wan biparêz alîyê din va tîyatroya qoçkirinê bileyze û Kurdan bide ber devê topê, wan bide kuştin. Raste dagirker namerdin, yenku gelê me alîkîva bê mane didin qoçkirin alîyê dinva dewleta dagirkerva didin giredan çandî dagirkeran namerdin. Îro pîlên dagirkeran nava BDP û refên Kurdanda  be rawestan kardikin û doza  Kurdan her alîva gemarî dikin. Pewîste Kurdên me di  vê Newrozêda ala xwe xwedî derkevin û mabeynî xwe û dagirkeranda sînorekî danin. Dagirker û nokerên wan alîkî em û gelê xwe alîkî.   Çawa em ji doja dagirkeran dur disekinin, pewîste em bihişta wan jî dur bisekinin.   Newroza gelê xwe û gelên cîran pîroz dikim! Newroz bimbarek bo! Newrozî gelekeman pîroz bet!   Bîşar Norşîn 21.3.2012  
Bîşar Norşîn

Author Post

GOR KONSEPTA ZANYARÊ EMRÎKÎ GENE SHARP DARA SÎYASÎ YA AKP YÊ LI TIRKÎYA HATE SISTKIRIN


12 Jul 2013
GOR KONSEPTA ZANYARÊ EMRÎKÎ GENE SHARP DARA SÎYASÎ YA AKP YÊ LI TIRKÎYA HATE SISTKIRIN


12 Jul 2013
Xecê Tu xêr hatî, agirê ku Te nuva vêxist gelê me pîroz be!

10 May 2013
Xecê Tu xêr hatî, agirê ku Te nuva vêxist gelê me pîroz be!
10 May 2013
SERDARÎ Û SEROKETÎ

Serdarî û
seroketî du pêyvên cuda yên nezîkî hevin. Peyva serdarîyê ji darê tê, dema

21 Mar 2013
SERDARÎ Û SEROKETÎ

Serdarî û seroketî du pêyvên cuda yên nezîkî hevin. Peyva serdarîyê ji darê tê, dema

21 Mar 2013
GIRÊ
16 Mar 2013
GIRÊ

16 Mar 2013
ROJA ŞAHÎ, AZADÎ Û BERXWEDANÊ NEWROZ PÎROZ BE!

23 Mar 2012
ROJA ŞAHÎ, AZADÎ Û BERXWEDANÊ NEWROZ PÎROZ BE!

23 Mar 2012