Skip to main content

Mahmut Alinak li Stembolê hat binçavkirin

Stenbol: Piştî ku îro serê sibehê li mala Parlamenterê DEP’ê yê Qers û Şirnexê yê berê Mahmûd Alinak ya li Qersê lêgerîn hat kirin, Alinak li Stenbolê hat binçavkirin.

Îro serê sibehê di çarçoveya operasyonên li dijî KCK’ê, li Qersê di mala parlamenterê berê Mehmûd Alinak de lêgerîn hate kirin û li mala keça xwe ya li Stenbolê hat binçavkirin.

Li gor agehdariyan Alinak li mala keça xwe Belda Alinak a li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Alinak di wê demê de got: “Vaye demokrasiya li Tirkiyê eve. Gotina min ji we re demokrasî û mafê xwe îfadekirinê tiştên komîkin.”

Mahmûd Alinak ji aliyê polîsan ve birin Rêveberiya Polîsên Stenbolê. Polîsan 3 tûrbe belge û CD jî ligel xwe birin rêveberiya polîsan.

Cavkanî: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/10281.html

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.