Direkt zum Inhalt

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(6)

Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê(6)
Hîkayeta Sûto û Tato

Aso Zagrosi

Mela Hessen çû lalî Tato bi wî terzî bo Tato got. Temam kewte aqlê Tato û qebul kir. Sûto kiça xo da Tato. Rojekê Tato hacetek peyda kir, hemi çekêt xulamêt Şêx Mehemed Sedîq standin û xulam bêçek kirin der. Hatine lalî Şêxî. Şêx gellek aciz bû. Emma fayde nekir. Çûnkû Sûto û Tato temam mitefiq bûn û Şêxê Barzanî jî dujminê Şêx Mehemed Sedîq bû.

Sûto û Tato pêkve çûne lalî Şêxê Barzanî û bûne tabihêt wî. Du salan ho rabirin. Tato temam xatircemh bû. Paşî Şêx Mehemed Sedîq mir û Şêxê Barzanî ji Hukumeta Osmanî îsyan kir. Hêdî hêdî esbabêt Sûto muheyaya bûn, zanî ku êdî Tato çi penah neman û Sûto muleheze kir: “ Çake li Hukumetê jî wî mehkûm bikem da çi rê bow î nemînin. Paşî wî bifewtînim”.

Xeber da Tato ew her sal hinde pareyî û exnamî didete Hukumetê çi luzum heye? Hemî eşîreta Doskan nîweka wî nadin. Ew sale wextê pezhejmarê heywanên Rêkanîyan binêrete lalî me, heta memurê dewletê diçin. Paşî pezê xo bibin. Tato jî we kir. Sûto bi mexfî xeber da Qaymeqamê Amêdîyê: “Halê Tato ewe ye, hindî nesîhet dikem, qebûl naket. Nizanim çi bikem. Ji tirsa dewletê newêrim terbîye bikem. Eger ne li nik min terbîya wî ji aw xwarinewekê sanahîtire”.

Qaymeqamê Amêdîyê cewabekî gellek bi teşekûr û memnunî bo Sûto hinart û gotibû: “ Tu mezûnî her kesekî zere qeder xîyanetê digel dewleta Alîya Îslamîyê biket, terbîye bike”

Sûto temam xatircemh bû. Rojekê xo nexoşkir û kete nav nîvînan. Xeber bo hemi Dostan û xizman hinart, ku Sûto nêzîkî mirinê ye. Bila hemi bên da wextê mirinê hazir bin. Mela Hessen li nik balgê wî rûniştibû. Li dû yek sureyê yasîn dixwend. Hemî qewmê wî cima bûn û bo wî digirîyan. Cewab dane Tato ku ew jî zavayê Sûtoye, bila bihêt û kiça Sûto jî digel xo bînit, ku ewe axa li ser mirinê ye. Ne ku carekî dî bi saxî pêkdu nebînin.

Tato û jina xo û brayê wî Temo û digel çar pênç xulaman çûne Nêrvekê gundê Sûto. Wextê çûn, dîtin xelk hemi bo axa digîrîn. Tato û Temo jî gellek gîryan. Tato gazî kir: “ Axa! Axa piçek çavêt xo rake, em hemi qurbana tebin, xwazî carekî dî tu ji wê nexoşîyê rabûya, bila min çi li dunyayê nemaba”. Sûto piçek çavêt xo rakirin, axek kêşa û got: “ Ezê bimirim. Elhamdullah carekî dî min hemi mirovêt xo dîtin. Mirin hukmê Xwedê ye û rêka me hemîyane” û got: “ Osman Têlî ximetekî çak bo Tato bikin ewe ez dimirim. Tato brayê mezin ê hingoye. Çi caran xizmeta Tato dernekevin.” Hemîyan gotin: “Belê her emrê axa bifermot bi can û dil me qebûle”.

Şevê mehzelek cida dane Tato û Temo. Wextê nûstin, Sûto Osman û Têlî gazî kirin. Hingî gote wan: “ ez saxim, fikra min ewe ye……………” Ew jî sûk çûn, çend mirov lazim bûn, digel xo birin çûne mehzela Tato û Temo heru jî di xewêd de kuştin û xulamêt wan jî çek kirin. Sûto rabû got: “Şukir bo xudê ku min dujminê xo telef kir û tola xo kiriwe ez mam selamet we selam”

Çîroka Sûto û Tato li vir dawî hat.

Neuen Kommentar schreiben

Der Inhalt dieses Feldes wird nicht öffentlich zugänglich angezeigt.
CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.