Direkt zum Inhalt
Submitted by Anonymous (nicht überprüft) on 20 Mai 2008

http://www.rizgari.com/modules.php?name=Rizgari_Niviskar&cmd=read&id=1501

Dîsa Li Ser Barên Giran ên Li Ser Singê Rojeva Kurdistanîyan – 4

Hozanê Bengî

Eva demek dirêj e, ku min nekarîye nivîsên xwe berdewam bikem. Dema min dest bi rêzenivîsîna li ser “Barên Li Ser Rojeva Kurdistanîyan“ kir, di rastîyê da min nivîsîna hindek babet û pirsgirêkên din dabûn pêşîya xwe. Lê xwendevan jî dizanin, ku rojeva Kurd û Kurdistanîyan wek masîyek şil e, ku di nav lep û penceyên mirov da nayê girtin. Di nav 24 demjimêran da dikare 24 car biguhere û tiştên, ku demek da girîngîyek bingehî bi xwe ve digire, di nav 1-2 demjimêran da cihê xwe ji bo babet, yan pirsek(ên) din dihêle. Ji lewra jî, tu rê ji ragirtina babet û pirsên rojevê ra nîne.

Em vegerin ser babet û pirsên xwe yên, ku me vê carê mebest kirîye li ser binivîsin.

¤¤¤

Min di rêzenivîsa dawî da nivîsîbû, ku ezê di nivîsa piştê wê da li ser KERKÛK binivîsim...

Raste, ku “Kerkûk Dilê Kurdistanê ye“, “Qudîsa Kurdistanê ye“ lê Kerkûk yek ji mezintirîn pirs û problema Kurdistanê jî bûye û nuha jî her wesa ye.

Hûn jî dizanin, ku Kerkûk her roj û her şev di rojeva Kurdan da bû ye û nuha jî her wesa ye...

Lê niha êdî ne tenê ya Kurdan, lê wek pirsgirêkek navnetewî, hema bêje di her astê cîhanî da, ku peywendîya wê/wan bi Iraq, yan bi Başûrê Kurdistanê ve hebe, li ser dihêt axaftin û gengeşekirin. Ji xwe, ku Kurdan nekarîne heta niha rêya çareserîya xwe ya li ser Kerkûkê bixin kar, niha êdî ji alîyê Netewên Yekgirtî (NY) ve hatîye desttêwerdan. NY jî dixweze berê her tiştê biryarên destûra, ku ji alîyê pirtirîn Iraqî û hema bêje hemû Kurdistanîyan ve bi rêya referandumê (rapirsî) ve hatibû pejirandin, niha binpê bike û rêyek “nû(!?)“, rêya çareserîya “sîyasî(?)“ bixe ber devê Kurdan û Kerkûkîyan.

Serokatîya Sîyasî ya Kurdistanê jî nekarîye hêz û giranîya xwe bixe ser NY û bi ser wan “hêzên li pişt perdê“ da, ku di rastøyæ da ewan (Tirkîye!) nuha NY dane pêş. Bi gotinek din Kurdan nekarîne alternatîfek din jî xwe ra çêken û paşî jî bixin pêş devê wan.

Mirov dikare bi hêsanî bêje, ku Serokatîya Hevbeşê Kurdistanê û hêzên Kurdî bi giştî nekarîne pirsa Kerkûkê da giranîyek berçav rabixin pêş xelkê xwe, hêzên Iraqê, NY, DYA (Amerîka), YE (Ewrûpa) û “hêzên çarnikar“. Bi taybetî jî sîyaseta jar ya Serokatîya Kurdî wesa kirîye, ku çend çû ye, rol û dewra Tirkîyê, ku yek ji mezintirîn û hovtirîn dijminê Kurdan yê antagonîst e li ser rûyê cîhanê, xurttir, bihêztir, berfirehtir û girantir kirîye.

Herçende, ku hêzên sîyasîyên Kurdistanê demek berê hevrûniştin û civîn û kombûnan li dar xistin û di wan civînan da biryarên gelek baş û bi perspektîf girtin jî, lê hema bêje ew biryarane, wek gelek caran li ser rûpelê kaxitan da man û rûyê jîyanê nedîtin. Ji xwe piranîya kar û xebatên di nav Kerkûkê da, bi berbilavî û bê koordînasyon û bê serkêşîyek hevbeş bi rê ve diçe.

Bi heman awayê di xebatên nav bajarê Kerkûk da û bi giştî jî, di kar û xebatên ji bo çareserîyên pirsgirêkên di nav bajarê Kerkûkê da, “yekrêzîya“ hêzên Kurdî û bi taybetî jî wan herdu hêzên sereke (PDK û YNK) bi problem û bi pirsgirêkan dagirtî (bû)ne. Ji xwe ji ber wê ye, ku problemên li pêş jîyana rojane ya; bi giştî rûniştîvanên Kerkûkê û bi taybetî jî Kurdên rûniştîvanên Kerkûkê, bi kêmî jî nehatine çareserkirin û kes û malbatên Kurd rojane ketine ber êrîş û tehdîdên hovaneyên terorîstên Ereb û Tirk.

Ev kêmasî, ji alîyên Kurdî ve jî dihat zanîn û lewra jî demek berê bi xurtî hatin gengeşekirin û li ser hat biryardan, ku Hevpeymanîya Kurdistanê divê li Kerkûkê;

1. Ji ber ku peywendîyên hêzên Kurdî li gor daxwaz nebûye (jar bû ye) û di warên sîyasî û îdarî da kêmasîyên mezin hebûne; kar biken, ku van peywendîyan ji vir pê da xurttir, gerimtir û dînamîktir biken û beşdarîya alîyên Kurdî di warên sîyasî û îdarî da bêne tekûz kirin.
2. kar biken, ku peywendîyên hêzên sîyasîyên Kurdistanî û gelê Kurd li Kerkûkê bê xurt û zindî kirin. Kurd heta niha hema bêje bi “qedera xwe ya reş“ ra bi awayek serberedayî jîyane û gelek alîkarîyên pêwîst ji birêveberîya sîyasîya Kurd wernegirtine.
3. ji ber ku, peywendîyên Sîyasîyên Kurdî li gel netewayên din yên li Kerkûkê (wek Tirkmen, “Erebên bi esil Kerkûkî“, Aşûrî, Keldanî û htd) û kêm bûne; kar bike, ku peywendîyên li gel wan jî xurttir û zindîtir û gerimtir bibe. Divê hêzên Kurdî mebesta xwe ya li hember Kerkûk û pirsgirêka Kerkûkê ji wan ra baş ronahî biken û wan jî rakêşine ji bo piştîvanîya çareserîya sîyasî ya hêzên Kurdî. Bi gotinek din, divê hêzên Kurdî bawerî biden wan grupenetewe- û olîyan, ku ji Kurdan netirsin û li gel wan bin.

Lê mixabin ev şirove û çareserîyên bi naverokên baş jî, heta niha tenê wek “biryar“ ma ne.

Ev xalên han jî kar tê (tesîr) diken, ku pirsa Kerkûkê bi awayek nexuyayî/veşartî û bi awayek “mîstîk“ bi rê ve diçe. Ji xwe heta nuha Serokatîya Hevbeşê Kurdî jî tu tiştek eşkere û vekirî li ser Kerkûk û çareserîya Kerkûkê negotine. Hemû gotinên wan wek sloganan bûne û tu car nekarîne bingeh û binyata van sloganan tijî biken.

Eva alîyekî girîngê meselê ye.

Alîyê din jî ewe, ku gelek hêz û dewlet û berjewendî, li nav bajarê Kerkûkê da têkilhev bûne û herkes ji xwe ra Kerkûka xwe çêkirîye. Hema bêje hemû Zanyarî û Parastinên (Rêxistinên Îstîxbaratan) girîngên dinyayê li Kerkûk da û li ser Kerkûk şerên hev diken. Min bixwe jî hindek çîrokan ji devên kes û kadroyên ji nav Kerkûkê bîhîstine, ku mûyên serê mirov gij û mij diken!

Nivîsa me ji nihave gelek dirêj bû. Lewra ez hêvîdarim, ku di demek din û di nivîsek din da bikarim ji nêzik ve li ser van bûyer û dîyardeyan rabiwestim.

Lê mirov li vir dikare hema bi kurtî û bi Kurdî bibêje, ku; “Kes nizane destên kî/kê di berîka kî/kê da ye“ li Kerkûkê!

Xelkê Kurd di bajêr da ketîye dilelerzînek mezin û bawerîyên wan bi xwe, bu Kurdanîya xwe, eger ji binî ve wenda nebin jî, lê gelek jartir û silektir (sil bûn, tirsan) dibin.

Li gor zanyarîyên ji nêzik ve, tê xuya kirin, ku gelek caran hatîye dîtin, ku grupek çekdarîn “nenas“ di derîyên malbatek Kurd ve dikevin hundur û li pêş çavên zar û zêçên malbatê, tehdîdên xwe li nav dev û rûyên malbatê diden û dîsa derdikevin û diçin. Gelek caran jî hatîye dîtin, ku ew kesên “nenas“ li pişt tehdîdên xwe jî rabûne û êrîşan birine ser endamên wan malbatan.

Li gor amarên (îstatîstîk) sala 2007, li bajarê Kerkûkê: li gor birêvebirê polis û nahiyeyên parêzgeha Kerkûkê Emîd Serhed Qadir “ 894 bombe teqîne û 761 bombe jî hatine pûçkirin. Di bûyerên îsal de 71 polîs şehîd bûne û 348 polîsên din jî birîndar bûne. Her wiha 47 zêrevanên niştîmanî şehîd bûne û 97 jî birîndar bûne.

359 welatiyên sivîl şehîd bûne û 1564 jî birîndar bûne. Hejmara rewandiyan li bajarê Kerkûkê 137 kes in û 243 operasyonên lêkolîn, kontrolkirin û şopandina terorîstan hatine pêkanîn. Diyardeya dîtina cenazeyan li Kerkûk û derdura wê jî 41 cenaze ne û 508 bûyerên hewantop û topan jî qewimîne.

Di sala 2007-an de hejmara girtina terorist û gumanbaran 1376 kes in. 48 terorîst hatine kuştin û 77 otomobîl hatine teqandin. 59 otomobîlên gumanbar jî hatine girtin. Her wiha 795 çekên ji cure Klaşînkof, 17 hewantop, 500 mayîn û 4982 guleyên hewantopan jî hatine destbiserdegirtin“ (PukMedia)

Heta nuha jî, bi taybetî jî bi devê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî tê gotin, ku dê Kurd dev ji çareserîya pirsa Kerkûkê li gor made ya 140. a Destûra Îraqê berneden. Lê her ku diçe hêvîyên Kurdan, bi taybetî jî yên Kerkûkîyan jartir û bêhêztir dibin.

Bi drêjaya sala 2007, serokatî û hêzên Kurdî gelek caran rabûne ser pê û gelek hevrûniştinan li gel hev û li gel Bexdayê pêk anîne. Bi ser da jî, di medyayê da bilav bû, ku niwênerê (berdevkê) Serokê Kurdistanê di pirsa madeya 140 da, Qadir Ezîz bi awayek vekirî, dijberîya xwe nîşan da, li hember daxuyanîyên ambasadorê/balyozê Amerîkayê li Îraqê Ryan C. Croker, ku gotibû, referanduma Kerkûkê di bihêt paşxistin. Lê nuha hat paşxistin... Bi ser da jî; Ji bo demek nexuya û tarî...!

Ji xwe êdî tu kes jî behsa bicihkirina şert û mercên madeya 140 nake. Bi gotinek din mirov bibêje; êdî kes li ser “ka dê kengê dest bi proseya bicihanîna mercên destûrê bê kirin!“ tiştek nabêje. Heta nuha tu plan û tu projeyek konkret ji bo serjimêrîya rûniştîvanên bajêr nehatîye pêş. Li gor Destûrê jî eva mercê pêşî ye, ku rê li ber – eger çêbe – referandumek bê vekirin. Heta serjimêrî çênebe tu referandum jî li bajêr da çênabe – li gor mercên Destûra Îraqê.

Di meha 8. sala 2007 da, gelek civîn û hevrûniştin di navbera herdu Polît Bûroyên (PB) YNK û PDK û Serokên herdu rêxistinan da pêk hat. Di roja 28.8.2007 da, di bin serokatîya Mam Celal û Mesud Barzanî da PB yên herdu rêxistinan gelek biryaran li ser aktîv kirina karên ji bo bicihanîna madeya 140. girtin. Yek ji wan biryaran jî ew bû, ku dê şandeyek hevbeş, ji bo wergirtina piştgirîyê ji bo bicihanîna madeya 140., bihêt şandin bo Amerîkayê. Herçend di wan deman da, hemû berdevk û niwênerên Amerîkayê ji kuncika alîyekê devê xwe ve digotin, ku Amerîka piştgirîya bicihanîna madeya 140. dike jî, lê gelek xuyaye, ku Amerîkayê vê pirsê hilnegirtîye nav programa xwe, ji bo ku çareserîyek lezgîn jê ra peyda bike. Bi her hal ne di dema nêzik da û ne wek ku Kurd dixwezin!

Nuha jî bi devê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê gotin, ku referanduma Kerkûkê dikare hêj jî bihête paşxistin.

Kerkûk bi destê birêvebirîya Kurdî gehîşte vê girêkê û niha jî ew hêza Kurdan tune, ku bikare xwe bi ser planên xelkê da ferz bike û da çareserîyek bi dilê Kurda bi rê ve bibe.

Wesa dihat xuyan, yan jî li gor nêrîna min wesa xuya dikir, ku bi taybetî jî Amerîka û hindek xwedan hêzên Îraqî, li pişt perdan da hindek soz û peymanên ne nivîskî didan Kurdan, ku bi sebir bin û dê çareserîyek bi dilê wan bihête dî. Lê wesa xuya ye, ku ew dîsa – ji bo demek jî bibe – hatin xapandin. Ji ber ku her diçe Amerîka li Îraqê cihê xwe û girîngîyên xwe diguhere û daxwazîyên Kurdan jî dikevin paş ve û paş ve û paş ve...

Dema fermî ya desthilata Bush jî gelek pê ve nemaye û gelek xuyaye, ku ew ji xwe ra hevalbendan ji nav wan hêzên, ku ji Amerîkîyan ra probleman çêdiken, hildibjêrin. Ji xwe ji Kurdan dengek bi hêz dernayê... Bo çi jixwera hindek hevalbendn din jî çêneken – li ser hesaba Kurdan jî bibe!?

Eva dê heta ku derê here ez nizanim. Lê ez baş dizanim, ku Kurd helwestek baş û bibingeh û heta hişk wernegirin, dikarin gelek ji destkeftên heyî jî destên xwe bikêşin.

Lê gel hemû hêvî û rêzên min da

17.05.2008

Neuen Kommentar schreiben

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.